Îran di tîrmehê de 71 kes îdam kirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, meha tîrmehê de, 71 kes hatin idamkirin.

Kampanyaya ‘Sêşema Ji Cezayê Darvekirinê re Na’ li ser mijarê bertek nîşanî Îranê da.

Îranê di demên dawîn de gef û zextên li ser mixalifan zêde dike.

Ji serê tîrmehê û vir ve li Îran û rojhilatê Kurdistanê 71 kes hatine idamkirin.

Kampanyaya ‘Sêşema ji Cezayê Darvekirinê re Na’ li ser mijarê daxuyaniyeke nû belav kir.

Ev kampanyaya ku ji alîyê girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 78. de didome.

Gulebarandina zaroka biçûk a bi navê Reha Şêx wekî mînakeke hovitiyê di daxuyanîyê de cî girt.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

“Nabe hikumet jiyana xelkê ji holê rake û mafên bingehîn yên tometbaran eşkere binpê dike.”

Pê re jî got: “Dengê me yê ‘Na ji darvekirinan re’ wê heya ku darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê werin rawestandin dewam bike.”

Hêjayî gotinê ye, di 9ê kanûna paşîn a 2023an de kampanyaya ‘Sêşema ji Cezayê Darvekirinê re Na’ ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin.

Hemû girtiyên kurd û îranî tevlî kampanyayê bûne û her roja sêşemê dikevin greva birçîbûnê.

Infowelat

————————————————

Foto: Postera bi mebesta danasîna kampanyaya ‘Sêşema Ji Cezayê Darvekirinê re Na’ hatîye amadekirin. 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …