Ewrûpa û Îran dest bi hevdîtinên nukleerê dikin

Ewrûpa bi Îranê re dest bi hevdîtinên nukleerê dike

Tê ragihandin, muzakereyên li ser mijarê wê di 25ê tîrmehê de Stenbolê bên lidarxistin.

Îran û 3 welatên Ewrûpayê, ji nû ve dest bi hevdîtinên nukleerê dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî got, wê bi Brîtanya, Almanya û Fransayê re hevdîtinê pêk bînin.

Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê xwe spart daxuyaniya wezaretê dîyar kir, hevdîtin wê di 25ê tîrmehê  de Stenbolê bê lidarxistin.

Îranê li pêyî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê hevkariya ajansa atomê ya bi ser Neteweyên Yekbûyî ve  dabû sekinandin.

Brîtanya, Almanya û Fransayê bang li Îranê kiribûn ku têkiliyên di vê meseleyê de bi ajansê bidomîne.

Îran temînat dixwaze 

Çendekî berê Îranê dabû zanîn, incax li beramberî temînatên ewlekariyê dikarin bi Amerîkayê re muzakereyên nûkleer bidin destpêkirin.

Îran bi gotina “temînatê” dixwaze careke din Îsraîl û Amerîka êrişî wê neke.

Rêveberiya Tehranê daxwaz dike ku dewlemendkirina ûranyûmê li nav Îranê pêk bîne, bes serokê Amerîkayê Trump bi tundî li hemberî vê daxwazê derdikeve.

Beriya êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên meha Hezîranê Tehran û Washington bi navbeynkariya Ummanê nêzî hev bibûn û hin hevdîtin pêk anîbûn.,

Piştî ku êrîş bi dawî bûbûn, aliyan nîşan dabûn ku ew dikarin vegerin muzakereyan.

Infowelat

——————————————

Foto: Alên welatên ewrûpî û Îranê yên di saloneke muzakereyê de.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Cegerxwîn li gundê xwe Hesarê hat bi bîr anîn

Di salvegera wefata helbestvanê nemir Cegerxwîn de, Komeleya Wêjekarên Kurd û Sozder (Komeleya Lêkolînên Çand, …