Dûran Kalkan: Întegrasyon ne asîmîlasyon e

Di întegrasyonde ev tune ne; Redkirina hevdu tune ye, li ser hev serweriyê kirin tune ye, asîmîlasyon tune ye. Hinek gelek bi asîmîlasyonê re tevlîhev dikin. Asîmîlasyon tiştekî cuda ye. Entegrasyon li ser bingeha parastina hebûna xwe lihevkirin, hevkarîkirina bi yekeyê din re ye.

Dûran Kalkan ku yek ji damezrînerê PKKê ye, di bernameya taybet a Medya Haber TVyê de li ser bûyerên aktuel axivî.

Prosesa di navbera Tirkîye-PKKê de tê meşandin mijara sereke ya bernameyê bû.

Alîyên her balkêş ê axaftina Kalkan di derbarê merasîma çekşewitandinê ya gerîlayên kurd, nirxandina gotinên li ser entegrasyonê yên Ocalan û komîsyona wê di Parlamentoya Tirkîyeyê de bê damezrandin de bûn.

Kalkan derbarê merasîma di 11yê tîrmehê de wiha axivî:

“Gerîlayan çi nîşan dan? Her kes dinirxîne, aşkera ye. Tu zordarî û bandorkirim tinebû. Her kes bi însiyatîfa xwe beşdar bû. Rêxistinî, dîsîplîn, helwest û şêwe li holê ye. Tekane tişta ku wan xiste nava liv û tevgerê banga Rêber Apo bû. Û hişmendiya ku Rêber Apo li ser bingeha azadiya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di dilê wan de çandiye. Wan kesan ji ber bawerî û girêdana xwe ya bi azadiya kurd û demokrasiya Tirkiyeyê re wiha tevgeriyan. Fedakariyên mezin kirin. Fedakarî kirin. Yanî, divê her kes vê yekê teqdîr bikin.”

NATO û mîlîtarîzm

Dûran Kalkan di axaftina xwe ya dirêj de polîtîkayên mîlîtarîs ên NATOyê jî rexne kir.

Kalkan civîna endamên rêxistina leşkerî ya li Den Haagê û gotinên dawî yên Macron wiha nirxandin:

“Ya din jî li gorî cîhana îro û Rojhilata Navîn bû. Em çi bibêjin? Bibêjim ku me bersiva NATOyê da. Di civîna li Hollandayê de razandina berhema navxweyî ya nesafî û budçeyê ya ji bo çekan derxistin sedî pêncê. Yanî ev qas e, militarisbûneke zêde heye. Qaşo ewlehî wiha pêk were. Serokê Fransayê duh êvarê digot, “Ewropa di bin xeteriyeke mezin a ewlehiyê de ye. Ji ber wê divê ew qas lêçûnê bikin, ji bo çekê birazînin.” Ez dixwazim vê bersivê bidim: Deh qet jî zêde bike nikare bi çekê ewlehiya Fransayê pêk bîne. Rêveberên Fransayê ewlehiya Fransayê bi azadî, demokrasî, aqil, zîhniyeta rast û siyasetê dikarin pêk bînin. Hemû cîhan wiha ye. Lê wê biryarê girtin. NATOyê me terorîst îlan kiribû.”

Polîtîkayên mîlîtarîst û Kurdistan

Kalkan bi van gotinan rexneyên tund li polîtîkayên NATOyê yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kirin:

“Rojhilata Navîn veguherandin gola ji xwînê. Kurdistanê veguherandin gola ji xwînê. Em dixwazin ku ev xwîn bi temamî ji holê rabe. Ev rewşa pevçûnê bi temamî ji holê rabe. Ev yek hemû ji ber berjewendiyên desthilatdar û pergalên dewletê dibin. Berhemê wan e. Me vê jî nîşan da. Helbet ji bo kesên fêm dikin e.”

“Întegrasyona demokratîk”

Gotinên herî balkêş ên Kalkan di derbarê zelalkirina meseleya “entegrasyonê” bû ku Ocalan di vîdyo-mesaja xwe ya dawî de pêşnîyaz kiribû.

“Rêber Apo got, ‘Întegrasyona demokratîk.’ Întegrasyon pir curbecur bikartînin. Dibêjin întegrasyon aborî, întegrasyon civakî tarzê têkilîdanînê ya yekeyên hevkar e. Yanî pirsgirêkên di navbera du yekeyên cuda de çareser bike û hevkariyê bikin. Wê çawa hevkariyê bikin diyarkirina wê ye. Ji bo vê yekê helbet hevdu naskirina yekeyan heye, divê qebûl bikin.

Li aliyê din jî ahengî… Yanî têgehek erênî ye. Di întegrasyonê de ev tune ne; Redkirina hevdu tune ye, li ser hev serweriyê kirin tune ye, asîmîlasyon tune ye. Hinek gelek bi asîmîlasyonê re tevlîhev dikin. Asîmîlasyon tiştekî cuda ye. Întegrasyon li ser bingeha parastina hebûna xwe lihevkirin, hevkarîkirina bi yekeyê din re ye. Rêber Apo berê vê di parastinên xwe de anî ser ziman got, têkiliyên dewletê û civakê, têkiliyên dewlet û civaka demokratîk e. Wekî dewlet + civaka demokratîk bi nav kir. Mijarên wekî ew bi hev re di nava diyalektşka têkilî û têkoşînê de çawa bijîn, girt dest.

Niha helbet divê ev tarzê têkiliyê bi hiqûq û rêgezan re girêdayî be. A rast eger civakî be qanûn û destûra bingehîn hewce dike. Mînak, eger Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê demokratîk be, divê di esasê de van bihewîne. Wiha tijî kirine ku gelek xal in, mijarên ku qet bi destûra bingehîn re ne eleqeder in… Ne wiha ye. Mijarên bingehîn ev in. Divê van bihewîne. Yanî me entegrasyonê wiha fêm kir û nîqaş kir.”

Komîsyona Parlamentoya Tirkîyeyê

Komîsyona wê bi armanca amadekirina bingeha hiqûqî ya prosesa di navbera Tirkîye û PKKê de jî mijara hevpeyvîna bi Kalkan re bû.

Dûran Kalkan di vê mijarê de wiha axivî:

“Heman tişt ji bo komîsyonê jî derbasdar e. Lewma min xwest îfade bikim. Ne bi armanca rexneyê. Avakirina komîsyonê baş e, gavekî girîng e. Lê belê di berê de sala 2013an hewldanek wiha çêbû, lê bi kêr nehat. Komîsyonên di wê demê de hatine avakirin, ji bo karên cuda hatibûn plankirin û nîqaş di wî alî de bûn. Niha jî komîsyonek tê avakirin, lê eger ew jî bi kêr neyê xeteriyên berê wê xwe dubare bikin.

Ji ber ku ew komîsyon bi heq û hiqûqê nehatin avakirin. Em hêvî dikin ku komisyona vê carê, ji tecrubeya 2013-2014an ders derxîne. Yan her tişt wê dubare be. Rojeva esas jî dê dubare be.

PKK dibêje: “Her tişt dubare bû, wê demê divê em xwe dubare nekin.” Eger em tişta beriya 10 salan dubare bikin, ev nîşan dide ku me ji dîrokê ders negirtiye û em ber bi pêş neçûne.

Wê demê divê komîsyon çi bike, rojeva wê çi be? Em naxwazin aqil bidin. Lê Rêber Apo ev komîsyon xwest, ev pêdiviyeke xwezayî ya vê pêvajoyê ye.

Em jî wê li ser esasê xebatên vê komîsyonê, weke Tevgera PKK me gavên ku berê ti kesê xeyal nedikir bavêje avêt. Carna ez jî difikirîm: Gelo eger PKK were fesixkirin, wê rewşa dinyayê çi be?”

Infowelat

————————————————-

Foto: Dûran Kalkan 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …