Li pêyî Îspanya, Norwêc, Îrlanda, Slovenya û Ermenistanê, Fransayê jî biryar da dewleta Filistînê nas bike.
Îsraîl û Amerîkayê ji vê kêfxweş nebûn û bertek nîşan dan.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, wan biryar daye, Filistînê wekî dewlet nas bikin.
Emmanuel Macron di hesabê medyaya civakî de ragihand ku biryara Fransayê wê di îlonê, di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bibe fermî-
Emmanuel Macron destnîşan dike ku ji bo li Rojhilata Navîn aştî pêk were, lazime dewleta Filistînê bê naskirin.
Macron li ser mijarê wiha dewam kir: “Aştî mimkun e. Pêdivî heye ku agirbesteke lezgîn pêk were, hemû rehîne serbest werin berdan û alîkariya berfireh ji bo gelê Xezayê bê kirin.”
Li gel ku rêveberiya Filistînê biryara Fransayê bi kêfxweşî pêşwazî kirin, Îsraîl û Amerîkayê bertek nîşan dan.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû di medyaya civakî de biryarê şermezar kir.
Infowelat
——————————————-
Foto: Ala Fransayê