Hikûmeta Almanyayê firotina 40 balafirên şer Eurofighteran a ji bo Tirkiyê pesend kir.
Konsorsiyûma Eurofighteran ji Brîtanya, Îtalya, Îspanya û Almanyayê ve pêk tê.
Heta ku hikûmeta Alman pesend neke, şirîkên din nikarin van balafiran bifiroşin welatên din.
Almanyayê di meseleya li firotina balafirên şer ên Eurofighteran ya ji bo Tirkiyê lembeya kesk vêxist.
Tirkiyê ji bo 40 balafirên Eurofighter Typhoon bikire di sala 2023yan de tevî Brîtanyayê dest bi muzakereyan kiribû.
Almanyayê jî sala 2024an derî li firotina van balafiran vekiribû.
Lêbelê ji ber geşedanên polîtîk ên li Rojhilata Navîn û guherîna hikumeta Almanyayê, pêvajoya firotinê dereng ketibû.
Konsorsiyûma Eurofighteran ji Brîtanya, Îtalya, Spanya û Almanyayê ve pêk tê.
Heta ku hikûmeta Alman pesend neke, şirîkên din nikarin van balafiran bifiroşin welatên din.
Kovara Der Spiegelê derxist holê ku Konseya Ewlekariyê ya Federal, daxwaza Tirkiyê ya sala 2023’yan pesend kiriye.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê jî diyar kir ku wan Peymana Lihevkirinê îmze kirine.
Serokomarê AKP’yî yê Tirkiyê Tayyib Erdogan jî serê hefteyê diyar kiribû ku wan bi Brîtanya û Almanyayê re hin gavên ji bo firotinê avêtine.
Hêjayî gotinê ye, hikûmeta koalisyonê ya ji Demokratên Xristiyan û Demokratên Sosyal ve pêk tê, berevaniyê dide xurtkirina parastina Ewrûpayê û daxwaz dike ku girêdana bi Amerîkayê re kêm bike.
Serokwezîr Friedrich Merz ev çendekî ye digot, Yekîtiya Ewrûpayê lazim e bi hevkarên li derveyî Yekîtiyê yên wekî Brîtanya, Norwêc û Tirkiyê re hevkariyê xurt bike.
Almanya plan dike ku bi milyar dolaran ji bo kirîna çekan mesref bike.
Infowelat
———————————————-
Foto: Balafira şer a Eurofighter