Etxarri-Aranatz a li Navarrayê referandûma serxwebûnê li dar xist

 

 

Şaredariya Etxarri-Aranatz a li herêma baskîaxêf a li Navarrayê referandûma biryardayina qederê li dar xist. Qasî ji % 43’yê welatiyên li bajêr beşdarî referandûmê bûn û piraniya beşdaran dengên erênî bi kar anîn.

Yekemîn referandûma lokal a li Welatê Bask a ji bo diyarkirina qederê di 13’yê Nîsanê de li bajarokê Etxarri-Aranatz a li rojavayê Herêma Xweser a Navarrayê hat li dar xistin. Di referandûmê de ji hilbijêran pirsê hat kirin: “Hûn dixwazin bibin welatiyeke Welatê Bask ê Serbixwe?” Ji % 94’ê beşdarên referandûmê ku qasî 804 kes dikin, bersiva erênî dan vê pirsê û di lehê serxwebûna Welatê Bask de dengên xwe bi kar anîn.

Piştî eşkerekirina encamê, platforma A13 ku pêvajoya lidarxistina referandûmê bi rê ve bir, da xuyakirin ku referandûm “te wateya mafê biryardayin û dûrketina ji monopoliya hêzdaran ku pişta xwe dane demokrasiya rastîn.”

consulta2

Nifûsa bajaroka Etxarri-Aranatz 2,500’e û bajarok li aliyê herêma baskîaxêf a Navarrayê cî digire. Meclîsa Şaredariyê ji heft endamên koalîsyona Bildu yên alîgirê serxwebûnê, sê endamên tevgera Nafarroa Bai yên alîgirê serdestiyê û ji endamekî partiya îktîdar a li Spanyayê PP’yê pêk tê.

Li Baskê îsal ji aliyê rêxistinên serxwebûnxwaz bi armanca serxwebûnê çend çalakiyên din hatibûn lidarxistin û bi vê referandûmê asta çalakiyan hat bilindkirin.

Referandûma Arenys de Muntê

Endamên platforma A13 di daxuyaniya xwe de eşkerekirin ku çavdêrên ji welat û ji derveyê welat ku di nava wan de parlamenterê ji Letonyayê Tatjana Zdanoka, serokê kevn ê referandûmên sexwebûnê yên katalan Anna Arque û kordînatorê referandûma bajarokê katalan Arenys de Munt jî hene, referandûmê ji nêzîk ve şopandine. Li Katalonyayê cara ewilî bi lidarxistina referandûma Arenys de Muntê pêvajoya referandûmê hatibû destpêkirin. Li vî bajarokê ku nifûsa wê nêzîkî 15,000’î ye, ji % 41’ê hilbijêran beşdarê referandûmê bûbûn û ji % 96’ê beşdaran ji bo serxwebûna Katalonyayê dengên xwe dabûn.

Çavkanî: Eitb.com / Nationalia.info

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meşa Gandî rêya serxwebûna Hîndistanê vekir

12ê adarê roja salvegera Meşa Xwê ya damezrînerê Hîndistana serbixwe Mahatma Gandî ye. Hedefa çalakiyê …