Li Swîsreyê pêşniyaza antî-koçberiyê hat qebûlkirin

 

 

Hilbijêrên li Swîsreyê pêşniyazeke ji bo bisînorkirina koçberiya ji derveyê welat, bi ferqeke pir biçûk qebûl kirin. Pêşniyaz di warê hejmara kesên biyan ên li welat sînorekê diyar dike û li hember peymana bicîbûna serbest a ku bi Yekitiya Ewropayê (YE) re hatiye îmzekirin, xetereyekê pêk tîne.

Di referendûma ku di 9’ê Sibatê de hat lidarxistin de hilbijêrên piraniya kantonan dengê erênî dan û bi encama % 50.3 pêşniyaz hat qebûl kirin. Li gorî pêşniyaza ku ji aliyê Partiya Gel a Swîsreyê ya rastgir hatibû amadekirin, ji bilî diyarkirina kotayekê ji bo biyaniyan, tercîhkirina welatiyên swîsreyî ya di dema girtina karkeran de û bisînorkirina mafên sosyal ên koçberan jî cî digire.

Di heman demê de encamên referandûmê pêwîst dike ku Swîsre peymana dualî ya xwe bi YE’yê re ku mafê serbestiya bicîbûna li Swîsreyê dida welatiyên YE’yê û herwiha mafê serbestiya bicîbûna li welatên YE’yê dida swîsreyiyan, ji nû ve bi yekitiyê re muzakere bike. Hin pisporên ewropî texmîn dikin ku wê vê kiryarê li ser têkiliyên Swîsre û YE’yê tesîreke neyênî bike û ji vê yekê Swîsre xisarê bibîne. Ji ber ku YE hevparê herî mezin ê bazirganiyê yê vî welatî ye û Almanya û Îtalya ku welatên cîran in, du welatên serekene ku Swîsre îxracatê dike.

swisre_kanton

Aliyekî din ê balkêş ku di referandûmê de derket holê ev bû ku wekî gelek mijarên din, di warê koçberiyê de jî kantonên fransîaxêf û almanîaxêf ji hev veqetiyan. Hilbijêrên li kantonên fransîaxêf Waadt, Genf, Wallis, Freiburg û Neunburg piranî li hember pêşniyazê dengên xwe dan. Ligel vê, bi tenê sê kantonên almanîaxêf Zurich, Basel û Zug di aleyhê pêşniyazê de dengên xwe bi kar anîn.

Di çend salên dawî de ji ber koçberiyê, nifûsa Swîsreyê salane 77,000 kes zêde dibe.  Piraniya koçberên li welat bi cî dibin ji welatên YE’yê tên. Hilbijêrên swîsreyî di sala 2000’î de peymana bicîbûna serbest a bi YE’yê re qebûl kiribûn û paşê di 2005 û 2009’an de hilbijêr destûrê dabûn ku heman peyman ji bo welatên nû yên YE’yê jî bê berfirehkirin.

Çavkanî: Swissinfo.ch

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …