Hilbijêrên gagawûz nêzîkbûna Moldovayê ya ber bi YE’yê ve red kirin

 

 

Di referandûma li herêma xweser a Gagawûzyayêde nêzîkî ji % 98.9’ê hilbijêrên herêmê bi dengên xwe diyar kirin ku eger Moldova tevlî Romanyayê bibe bila Gagawûzya serxwebûna xwe îlan bike. Digel ku hikumeta Moldovayê referandûmê îlegal bi nav kir, vê pêşveçûnê ji niha ve tesîreke neyênî li planên Moldovayê ya ji bo nêzîkbûna ber bi Yekitiya Ewropayê (YE) û Romanyayê ve kir.

Di pirseke din ê referandûma ku di 2’yê Sibatê de hat lidarxistin de ji % 97.2’yê hilbijêran diyar kirin ku ew li hember tevlîbûna Moldovayê ya ji bo Yekitiya YE’yê ne. Herwiha ji % 98.4’ê hilbijêran destekê dan ji bo xurtkirina têkiliyan bi Yekitiya Gumrukê ya ku ji aliyê Rûsyayê ve pêşengiya wê tê kirin.

Beriya lidarxistina referandûma li herêmê, ji aliyê hikumeta Moldovayê ve rexne hatin kirin û hin hewldanên darazê ya ji bo betalkirinê derketin holê. Lê hikumeta Gagawûzyayê li hember hemû hewldanên astengkirinê di berxwe da û Parlamentoya Gagawûzyayê jî di Kanûna 2013’an de bi riya  qebûlkirina qanûnekê, ji aliyê hiqûqî ve riya referandûmê vekir.

Moldova di Kanûna îsal de bi YE’yê re peymaneke xurtkirina têkiliyan û ya bazirganiya serbest îmze kiribû ev yek ji aliyê Gagawûzya û herêma serhildêr ya Moldovayê Transdinyesterê ve hatibû protestokirin. Herwiha serokê Romanyayê Traian Basescu bi daxuyaniyeke xwe destekê dabû yekitiya  Moldova û Romanyayê.

Transdinyester bi qebûlkirina hiqûqa federal a Rûsyayê û Gagawûzya jî bi lidarxistina vê referandûmê reaksiyonên xwe yên li hember polîtîkaya derve ya Moldovayê nîşan dan. Gagawûzya û Transdînyester ji aliyê partiyên komunîst tên birêvebirin û hikumetên her du herêman alîgirên xurtkirina têkiliyan bi Rûsyayê û yekitiya gumrukê ya ku ji aliyê wê pêşkêşiya wê tê kirine. »

Yekitiya Gumrukê ya Koma Dewletên Serbixwe di 2011’an’de hat damezrandin. Niha Rûsya, Belarûs û Kazakîstan endamê vê yekitiyê ne. Rûsya bi awayekî çalak ji bo betalkirina planên Moldova, Ermenîstan û Ûkraynayê yên ji bo nêzîkbûna YE’yê dixebite. Ermenîstan û Kirgizîstan sala borî da xuyakirin ku ew jî dixwazin bibin endamê vê yekitiyê.

Moskowa dide zanîn ku wê vê yekitiyê di 2015’an de bibe Yekitiya Aboriyê ya Awrasyayê ku li gorî modela YE’yê tê dîzaynkirin.

Çavkanî: Nationalia.info / Rferl.org

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …