Wêne

Fotografeke jineke îranî ku di facebookê de parve kiriye. Di bin fotografê de wiha hatiye nivîsandin: “Ez vê azadiyê piştî 33 salan li welatê xwe ji bo çend deqeyan dijîm. Ev der Kendava Fars e. Hûn min bi poşî û çarşevan jî binixumînin ez ê dîsa jin bim. Hûn ê çavên min çi bikin?! Ew tije hêvî û jiyan e.”

Bêtir »

Al-Nakba tê wateya Roja Karesatê û bi gelemperî ji bo damezrandina Îsrailê ya di 15’ê Gulana 1948’an de tê bikaranin. Vê rojê ku ji aliyê cihuyan weki Roja Serxwebûna Îsrailê tê pîrozkirin, ji bo filîstîniyan roja dagirkirina erdên wan û koçkirina bi sedhezaran a ji welatê Filîstînê ye. Gandî, Einstein, Mandela û Chavez çend kesên navdar in ku êşa filîstîniyan bi bîr anîne.

Bêtir »

60’emîn merasîmên salvegera serkeftina hêzên Vîetnamê ya li dijî dagirkerên fransewî. Hêzên vîetnamê di 7’ê Gulana 1954’an de li Dien Bien Fûyê ya li bakurê Vîetnamê artêşa fransewî têk birin. Piştî vê têkçûnê Fransa hêzên xwe ji welat vekişand.

Bêtir »

Serokê niha yê Panamayê Juan Carlos Varela di hilbijartina giştî ya di 4’ê Gulanê de careke din hat hilbijartin. Varela, ji Partiya Panamaparêz (Partido Panameñista) e ku di 1991’an de hatiye damezrandın. Partî, neteweperestiya panamayî ji xwe re kiriye rêber.

Bêtir »

Postereke ji bo Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Kêmaran hatiye amadekirin. Di posterê de wiha hatiye gotin: “Ez ne tûrîst im. Ev der mala min e.” Peymana navborî di 5’ê Gulana 1992’an de ji aliyê Konseya Ewropayê hatiye qebûlkirin.

Bêtir »

Hersal di navbera 27- 29’ê Adarê de li navçeya Farqînê ya Amedê, li herêma Badikan çalakiya bi navê “hivdeh” a kevneşopî tê lidarxistin. Ev çalakî, dîlana Muaz Bîn Cebel’e. Muaz Bîn Cebel kurê pîrejinekê ye. Nîşaniya xwe kiriye û ji şahiyê re demeke kurt maye. Lê di fetha Amedê de jîyana xwe ji dest daye. Ji ber vê yekê hersal şahîya Muaz Bîn Cebel li ser gora wî tê lidarxistin. Roja şahîyê ya sêyemîn hine tê belavkirin û şahî bidawî dibe. Va sê rojan ne tenê şahî tê kirin. Yên ku zarokên wan çênabin, ên dixwazin bizewicin û ên nexweş tev tên ser zîyaretê. Qurban tên serjêkirin. Dua tên kirin. Keç û lawên ku dema zewaca wan tê van sê rojan hevdû dibînin. Ev her sê roj wekî panayirekê derbas dibe.

Bêtir »