Veneto referandûmên xweseriyê û serxwebûnê li dar dixe

 

 

Li herêma Venetoyê ya li bakurê Îtalyayê pêvajoya berfirehkirina xweseriyê û serxwebûna herêmê dom dike. Konseya Herêmî ya Venetoyê du qanûnên ku destûrê didin referandûmên ji bo xweserî û serxwebûnê bê lidarxistin qebûl kir.

Qanûna referandûma xweseriyeke berfireh a ji bo Venetoyê di 11’yê Hezîranê de hat qebûlkirin.  Eger rêvebiriya Venetoyê û hikumeta Îtalyayê li ser berfirehkirina xweseriya herêmê li hev bikin, wê referandûm bê lidarxistin. Vê qanûna ku ji aliyê Partiya Rast-Navendî ya Nû ve hatibû pêşniyazkirin, desteka 33 endamên konseyê wergirt. Serokê Venetoyê Luca Zacia bi armanca lêgerîna statuyeke bilind a ji bo herêma xwe di Nîsana îsal de Romayê û hikumeta Îtalyayê re hevdîtinan pêk anîbû.

Rojekê piştî derbasbûna qanûna xweseriyê ji Konseya Venetoyê, qanûna ji bo lidarxistina referandûma serxwebûnê jî ji aliyê heman konseyê ve hat qebûlkirin. Qanûna referandûma serxwebûnê bi desteka 30 endamên konseyê ku bi giranî ji Lîga Bakur û Pêşeroja Gel bûn, ji konseyê derbas bû.

veneto_3

Li Venetoyê sê meh berê referandûmeke online a ji bo pîvandina desteka ji bo serxwebûnê hatibû lidarxistin. Piştî vê referandûmê, hatibû ragihandin ku beşdariya ji bo vê referandûmê ji % 65 bûye û ji % 89’ê beşdaran destekê dane serxwebûna herêmê. Lê vê encama online ya ku bi riya sîstema kompîturan hatibû wergirtin, hin gumanan derxistibû holê. Bi armanca zelalkirina vê mijarê, rojnameya La Repubblica bi riya şîrketa anketan Demosê anketeke dabû lidarxistin û di encama vê de derketibû holê ku ji % 55’ên venetoyî serxwebûnê dixwazin.

Lê hîn jî nayê zanîn ku referandûma serxwebûnê wê bikaribe bê lidarxistin an na. Ji ber ku dewleta Îtalyayê bi hinceta ku ew li derveyî qanûnên Îtalyayê ye dikare qanûna herêmî betal bike.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …