Quebecê careke din mafê diyarkirina qederê bi bîr anî

Parlamentoya Neteweyî ya Qubecê bi pêşniyaznameyekê ji hikumeta Kanadayê xwest ku rêzê ji mafê diyarkirina qederê ya vî welatê ku piranî fransewî lê tê axaftin, bigire. Pêşniyaznameya ku di 22’yê Cotmehê de di Parlamentoyê de dengdayina wê hat kirin, bi dengên hemû parlementerên Quebecê yên ji hemû partiyan hat qebûlkirin.

Eyaleta Quebecê, bi vê pêşniyaznameyê bersivê da biryara hikumeta Kanadayê ya ji bo destekdayina doza li hember Qanûna 99’an a ku di sala 2000’î de ji aliyê Parlamentoya Quebecê hatibû girtin. Bi vî awayî, Quebecê nîşan da ku mafê biryardayina qederê di destê wê de ye û hikumeta Kanadayê nikare midaxaleya vî mafî bike. Metna nû ya  parlamentoyê diyar dike ku dema referandûma ji bo bikaranîna mafê qederê bê lidarxistin, yek dengî ji % 50’î zêdetir tê wateya bidestxistina piraniyê û vê encamê ji bo serxwebûnê têr dike. Li aliyekî din, di metnê de hatiye diyarkirin ku aliyê ku naveroka pirsa referandûmê wê diyar bike Parlamentoya Neteweyî ya Quebecê ye.

Partiya Lîberal a Quebecê (PLQ) ku tekane partiya Kanadayê ya di parlamentoyê de ye û alîgiriya  yekbûna Quebecê ya bi Kanadayê re dike, destekê da pêşniyaznameyê. Serokê partiyê Pierre Moreau da zanîn ku berpirsê rewşa heyî Partiya Quebecê’ye (PQ). Moreau got ku sebeba doza li hember Qanûna 99’an hatiye vekirin bikarîna qanûnê “ji bo armancên serdestiyê û destekirina tevgera cûdaxwaziyê ya ji aliyê Partiya Quebecê’ye.

Hefteya borî hikumeta Kanadayê ya ku ji aliyê Stephen Harperê muhafazakar tê birêvebirin, li ser doza li hember Qanûna 99’an ku çend sal berê bi hewldanên Serokwezîrê Kanadayê Keith Anderson ve hatibû  vekirin, şîroveyên li dijî vê qanûnê kiribû. Bi metna ku nêzîkbûna hikumetê diyar dike, Dozgerê Giştî yê Kanadayê destnîşan dike ku “mafê diyarkirina qedera xwe ya derve” ya Quebecê tuneye û incax dema ku “guherîneke destûra bingehîn” bê kirin, wê veqetîn “hiqûqî” be.

Dadgeha Bilind a Kanadayê bi biryara xwe ya di 1998’an eşkere kiribû ku ji bo veqetîna ji Kanadaya federal, di referandûmê de yek dengî ji % 50 zêdetir wê têr bike. Dadgehê bi vê biryarê dabû xuyakirin ku eger quebecî bi dengdayineke zelal a ji bo pirseke zelal di lehê serxwebûnê de dengên xwe bidin, divê aliyê mayî yê Kanadayê vê encamê muzakere bike.

Li eyaleta Quebecê ya li rojhilatê Kanadayê, bi armanca biryardayina yekbûna bi Kanadayê re an serxwebûnêi di salên 1980 û 1995’an de referandûm hatibûn lidarxistin.  Tevgera serxwebûnxwaz di referandûma yekemîn de ji % 40 û di ya duyemîn de jî ji % 49 dengên welatiyan bi dest xistibû.

Çavkanî: Nationalia, Montreal Gazzette

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …