Parlemena Iraqê ji bo hukumeta nû dicive

Konseya Rêvebiriya Iraqê ragihand wê Parlemena Iraqê ji bo hukumeta nû di 22’ê cotmehê de bicive.

Li gorî qanûnên Iraqê, divê Mihemed Şiya Sûdanî di nava 30 rojan de hukumeta nû avabike.

Iraq piştî hilbijartina Letîf Reşîd wekî serokomarê xwe, niha xwe ji bo hukumetê amade dike.

Konseya Rêvebiriya Iraqê ragihand wê Parlemena Iraqê ji bo hukumeta nû di 22’ê cotmehê de bicive.

Di daxuyaniya konseyê de ev hat gotin:

“Di civîna Konseya Rêvebiriyê de qala pêşketinên dawî yên siyasî û avakirina hikumeta nû hate kirin.

Konseya me, amadebûna xwe ji bo civîna Parlamentoya Iraqê ya di 22’ê Cotmehê de ji bo dengdana hikumeta nû ragigihîne.”

Namzetê Çarçoveya Hemahengî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo avakirina hukumeta nû hat erkdarkirin.

Li gorî qanûnên Iraqê, divê Sûdanî di nava 30 rojan de hikûmeta nû avabike.

Eger di vê demê de hukumet ava nebe wê serokomar ji bo avakirina hukumeta nû kesek din erkdar bike.

Serokatiya Letîf Reşîd

Civîna Parlamentoya Iraqê ya ji bo hilbijartina serokomar di 13’yê cotmehê de pêk hatibû.

277 parlamenter tevli vê civînê bûbûn.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd. Siyasetmedarê kurd bi desteka PDK’ê hate hilbijartin.

Di hilbijartinan de Letîf Reşîd 162 deng wergirtibû û bûbû serokkomarê nû yê Iraqê.

Serokê li ser kar Barham Salih di dengdanê de bi tenê 99 deng wergirtibû.

Letîf Reşîd piştî Salih dibe 4. serokkomarê kurd ê Iraqê

Kurd ji sala 2003an vir ve serokkomariya Iraqê birêve dibin.

Berê jî Celal Talebanî, Fuad Mehsûm û Berhem Salih serokomariya Iraqê kiribûn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …