Iraq welatekî federal e û posîzyonên girîng ên hukumetê li gorî kotayeke siyasî di navbera kurd, ereb, sunî û suniyan de hatiye parvekirin.
Li gorî sîstema kotaya siyasî; serokwezîrê ji şîayan, serok ji kurdan û serokê meclîsê jî herdem ji suniyan tên hilbijartin.
Li Iraqa bi salan e di nava aloziya siyasî de ye, di cotmeha 2021’an de hilbijartina giştî hat lidarxistin.
Hevdîtinên ji vê rojê û vir ve yên ji bo hukumeta nû destpêkirin, heta niha jî negihîjtin tu encamekê.
Bêguman parçebûna Iraqê ya li ser xetên etnîk û olî, yek ji sebebê mayinde ye ku paşperdeye dijwarbûna muzakereyên siyasî pêk tîne.
Şîa li hev nakin
Lê vê carê rewş ji berê cûdatir e û parçebûna herî mezin ne di nava milet an olan de, lêbelê di nava partiyên şîiyan de ye.
Muqteda El Sadr ku di hilbijartinê de serkeftinê bi dest xistibû, wekî lîderekî olî û siyasî dixwaze Şîiyan temsîl bike û hukumeteke piraniyê damezirîne.
Sadr dixwaze bi riya hukumeteke xurt siyasetê ji nû ve dîzayn bike û bi desteka Sunî û kurdan dawî li bandora siyasî ya hêzên paramîlîter ên şîa bîne.
Ji ber vê egerê, El Sadr naxwaze serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî tevlî hukumetê bibe û bi vî awayî rê li ber siyaseta gendel a berê vebe.
Ev sekna lîderê olî, ligel komên radîkal ên Şîî, rastî îtirazên Îranê tê û Tehran ji bo projeyeke hukumeta nû ya Sadr pêk neyê, zextan li siyaseta Bexdayê dike.
Bloqaja Îranê û alîgirên wê yên şîa ji niha ve wekî astengiyeke mezin li hember Sadr disekine û careke din mijara kotayê tîne rojevê.
Îran naxwaze bandora wê ya li ser Iraqê kêm bibe û lewma jî bi hemû derfetên di destên xwe de, dixwaze alîgirên xwe yên şîa tevlî hukumeta Sadr bike.
Niha ji 329 kursiyên parlemena Iraqê 73 jê di destên Muqtedar El Sadr de ye û ev jî derfetê dide wî, tevlî partiyên ku Başûrê Kurdistanê û suniyan temsîl dikin, hukumetekê ava bike.
Herwiha hilbijartina Mihemed El Helbûsî wekî serokê parlemenê, karê Sadr hêsantir dike û derfetên avakirina hukumeteke nû zêdetir dike.
Lêbelê bloqaja Îranê û alîgirên wê yên şîa ji niha ve wekî astengiyeke mezin li hember Sadr disekine û careke din mijara kotayê tîne rojevê.
Sîstema Kotayê
Iraq welatekî federal e û posîzyonên girîng ên hukumetê li gorî kotayeke siyasî di navbera kurd, ereb, sunî û suniyan de hatiye parvekirin.
Li gorî sîstema kotaya siyasî; serokwezîrê ji şîayan, serok ji kurdan û serokê meclîsê jî herdem ji suniyan tên hilbijartin.
Kotaya bi erebî wekî mûhasasa tê pênasekirin, piştî hilweşîna rêvebiriya Sedam, di 2003’an de ket meriyetê. Ji bilî pozîsyonên hukumetê, di meseleya wezîfeyên bilind ên burokrasiyê de û derfetên aborî de jî kota li ber çav girtin.
Lêbelê muzakereyên Sadr ên bi komên siyasî-leşkerî yên şîa re ku di hilbijartinê de têk çûbûn, pirseke din li meseleya kotayê zêde dike:
Gelo kotaya etnîk û olî êdî wê di nava şîayan de jî pêk were û wê kotayeke nav-mezhebî jî derkeve holê?