Serfiraziya projeya kurd-îtalyan a li Duhokê

Xebata li vê qada dîrokî di çarçoveya Projeya Arkeolojîk a Fayde ya Kurd-Îtalyan tê meşandin.

Wêneyên li ser zinaran li dora qenalekê avdaniyê ku bi qasî 10 km dirêj e, cî digirin.

Li Dohukê Parka Arkeolojîk Fayde bi merasîmeke fermî hate vekirin.

Sefîrê Îtalyayê yê Iraqê Maurizio Greganti, arkeologê îtalyan Daniele Morandi Bonacossi, metranê dêra kildanî Alqoş Mar Bûlos Tabet, waliyê Duhokê Elî Tatar û hin rêvebiriyên din ên herêmî tevlî merasîmê bûn.

Arkeolog Bonacossi di bernameyê de got, ev wêneyên li ser zinaran bi daxwaza qralê asûr Sargon ve hatine xêzkirin.

Sargonê II. Beriya Zayinê (BZ) di sedsala 8. Împaratoriya Asûr bi rê ve biribû.

Ev qenal berhemên li dora wê cara ewil di 1970’an de ji aliyê arkeologê brîtanî Julian Read ve hatibûn kifşkirin.

Wêneyên li ser zinaran li dora qenalekê avdaniyê ku bi qasî 10 km dirêj e, cî digirin.

Ev qenal berhemên li dora wê cara ewil di 1970’an de ji aliyê arkeologê brîtanî Julian Read ve hatibûn kifşkirin.

Lêbelê xebatên li qadê incax di sala 2012’an de dest pê kiribû.

Xebatê li vê qada dîrokî di çarçoveya Projeya Arkeolojîk a Fayde ya Kurd-Îtalyan tê meşandin.

Profesor Daniele Morandi ya ji Zanîngeha Udine ya Îtalyayê û Dr. Bêkes Cemaleddîn Hesen rêvebirên projeyê ne.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …