Encamên Lêgerînê ji bo: şirnex

Namzetê DEMê yê Cizîrê bi tirkî diaxive

Namzetê DEM Partiyê yê Cizîrê Abdurrahim Durmuş di kampanyaya hilbijartinê de gelek caran tirkî bi kar tîne. Durmuş bi vîdyoyeyek ku di 3ê kanûna paşîn de di Facebookê de weşand, bi tirkî xîtabî Cizîriyan kir. Rêxistina Bajarê Şirnexê ya HDPê  di kampanyaya hilbijartinê de piranî tirkî-kurdî bi kar tîne. Rêxistinê …

Bêtir »

DEM Partî namzetên Kurdistanê eşkere kirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên xwe yên ji bo hilbijartinên 31ê adarê eşkere kirin. DEM Partî xwestibû bi riya dengdana gel namzetên xwe hilbijêre û ji bo vê, li 90 navendên bi ser 10 bajarên Kurdistanê pêşhilbijartin hatibûn lidarxistin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) …

Bêtir »

Baro qedexeya Şanoya Kurdî şermezar kirin

Baroyên Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar qedexeya li ser Şanoya Kurdî şermezar kirin. Daxuyanî li ser Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê ve hat dayîn. “Qral û Travis” di 16ê kanûna paşîn de li navçeya Panos (Patnos) a Agiriyê hatibû qedexekirin. Nîqaşên derbarê qedexekirina lîstika şanoyê kurdî de berdewam dike. …

Bêtir »

Bindestî mirovan jar dike

Binhişkirina bindestiyê hesteka qelsbûn û dudiliyê çêdike û dihêle nexweş nexwazin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê; herwiha hêza wan ya takekesî û kolektîf kêm dike û têkoşîna wan bo guhortina rewşê lawaz dike. Lêkolîna zanistî: Binhişkirina bindestiyê hesteka qelsbûn û dudiliyê çêdike Pispor Dr. Tevfîk Bayram digel Prof. Dr. Sibel Sakaryayê …

Bêtir »

Baroya Diyarbekirê ji ber “Îstîmlaqkirinê” li Serokwezîrtiyê doz vekir

Baroya Diyarbekirê ji ber biryara ‘îstîmlakirina bilez’ ya navçeya Sûrê li dijî Serokwezîrtî û Wezareta Bajarvaniyê ya Tirkiyê doz vekir. Baro dibêje, mafê mulkiyeta xelkê tê binpêkirin û tê xwestin ku nifûsa Sûrê biguherin. Civata Wezîran beriya hefteyekê derbarê hin taxên navçeya Sûr ya Diyarbekir û navçeya Silopî ya Şirnexê …

Bêtir »

Parlamenterê HDP’ê: “Ewropa berpirsê komkujiya kurdan e”

Parlementerê Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz li Stasbourgê beşdarî panelekê bû û derbarê êrişên Tirkiyayê yên li dijî gelê kurd de axivî. Bi sedan kurdistanî û dostên wan ev 3 roj in ku li ber avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya …

Bêtir »