Panorama 2015 – Tirkiye, kurd, şer, êrîş, qedexe, kuştin…

 

Sala 2015an li Tirkiyeyê û bajarên kurdan ji bo gelê kurd bû sala êriş, qedexe, girtin û kuştinan.

Mutabaqata Dolmabahçeyê

28 Sibatê de Heyeta Îmraliyê û nûnerên hukimetê li Qesra Dolmabahçeyê daxuyanî dan çapeniyê. Parlementerê HDPê Sirri Sureya Onder nexşeya pêvajoya çareseriyê ku ji 10 madeyan pêk tê û ji hela Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve hatiye amadekirin, bi raya giştî re parve kir. Ligel vê yeke nûnerên hukimetê jî diyar kirin ku ew van madeyan qebûl dikin û bi raya giştî re jî par vedikin. Piştî vê peyama Ocalan hate xwendin û di peyamê de Ocalan ji bang li hêzên PKKê re kir ku ji bo çek berdanê kongre were lidarxistin.

21ê Adarê : Roja Hebûnê

Newroz ji hêla gelê kurd ve li gelek derverên Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê hat pîrozkirin. Li Qada Newrozê ya Amedê nameya Serokê PKKê Abdullah Ocalan hat xwendin û Ocalan bang li PKKê kir ku konferansa çekberdanê li dar bixin.

Yaşar Kemal wefat kir

Di 28ê Sibatê de nivîskarê navdar û kurdnijad Yaşar Kemal çû ser dilovaniya xwe.​

Cezmî Bûdak li Giyadînê hate kuştin

Hêzên dewleta tirk destpêka hilbijartinên 7ê Hezîranê de gelek caran  hewl da ku agirbesta ku PKKê îlan kiriye binpê bike û bi vê yekê HDPê di bin bendê de bihêle. Hewldana yekem li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji hêla artêşa tirk ve pêk hat û operasyon li dar xistin. Di 11ê Nîsanê de gelek welatiyên ku bûn mertalê zindî û li dijî ler û operasyona çûn herêmê rastî êrişa leşkerên tirk hatin û welatiyê bi navê Cezmî Budak hate kuştin.​

Qanûna Ewlehiya Navxweyî

Di 3yê Nîsanê de li parlamentoya Tirkiyeyê pakêta qanûnnamê ku AKPê amede kiribû hate qebûlkirin. Li gorî wê yeke hêzên dewletê êdî herkesi bi taybet welatiyê kurdan bi hêsanî karî binçav bike, bigire û bikuje.
Pîştî qebûlkirina vê qanûnê bi sedan kes ku piraniya wan welatîyê kurd in ji hela hêzên dewletê ve hatin kuştin.​

 

Li Edene û Mêrsînê li dijî avahiyên HDPê êrişa bombeyî

Beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê de hem HDP hem jî welatiyên kurd, li welêt, li metropolên Tirkiyeyê û li gelek deverên dinyayê bi coş dest bi karen hilbijartinê kirin. Lêbelê ferqmeylî, dijmintayî, girtin û kuştinên li dijî gelê kurd û hêzên demokrat her çiqas çû zede bû. Herî kêm 450 partî û buroyên HDPê rastî êrişan hatin, gelek welatên kurd hate birîndarkirin. Lê bi tu awayî derbarê kesekê de lêpirsîn jî nehat vekirin.
Di 8ê Gulanê de li Edenê û Mêrsînê li dijî avahiyên HDPê êrişên bombeyî pêk hatin û di encamê de gelek welatî birîndar bûn.

minara çar ling

Li Amedê êrişa li dijî mitînga HDPê

Di 5ê Hezîrana 2015an de HDPê li Amedê ji hilbartinên 2 roj şûnde re mitîng li dar xist. Dema hindik mabû ku Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş axavtina xwe bike li qada mitîngê du bombeyên ku ji ewil da hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de welatiyên bi navê Ramazan Yildiz (16), Necati Kulur (47), Şehmuz Kaçan (34), Civan Arslan (17) ve Ali Turkmen (65) jiyanên xwe ji dest dan, nêzî 400 kesan jî birîndar bûn.
Piştî teqînan welatiyên ku xwestîn kuştî û birîndaran bibin nexweşxaneyê rastî êrişa hêzên dewletê hatin. Polêsan bi ava şîd û bombeyên gazê êrişî qada mitîngê ku lê kuştî û birîndar hê li erdên ne kirin.

HDPê bend şikand: %13

Di hilbijartinê de ligel hemû êriş, astengî, girtin û kuştinan jî HDPê %13 dengan girt û ji bendê derbas bû. Bi vê yekê HDPê 80 parlementerên şand meclisê. Ji hêla din ve AKPê jî zêdeyiya dengan negirt û bi serê xwe nebû îktîdar.

Komkujiya Pirsûsê

Di 20ê Tîrmehê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê endamên DAIŞê li dijî ciwanên kurd û SGDFê êrişa bombeyî pêk anî û di encamê de 34 ciwan jiyanên xwe ji dest dan. Xwekujê DAIŞê Abdurahman Alagoz bi awakî eşkere û di bin çavderiya dewletê de hatibû heta nava navçeyê. Piştî bûyerê jî li gelek bajaran welatiyên ku xwestê wê komkujiyê protesto bikin rastî êrişa hêzên dewletê hatin.

Li Serêkaniyê 2 polês hatin kuştin

Di 28ê Tebaxê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê piştî Komkujiya Pirsûsê 2 polêsên tirk li malên xwe hatin kuştin. Vê çalakiyê Înîsiyatîfa Ciwanên Apoyî da ser xwe û piştre jî dewleta tirk li herêmên parastina Medyayê dest bi êrişan kir.

Navê Amedsporê hat tomarkirin

Navê Amedsporê ji hêla TFFê ve di 14yê Tebaxê de hate tomarkirin.

Alan Kurdî bû qêrîna penaberan

Di 2yê Îlonê de zarokê kurd yê bi navê Alan Kurdî dema bi malbata xwe re bûn koçber û bi keştiya xwestin ku derbasî Ewropayê bibin, keştiya li ser bûn noqê avê bû û di encamê de Alan Kurdî qeniqî. Piştî ku laşê wî li devê behrê hat dîtîn, bi wî halê xwe bû qêrîna hemû penaberan.

Li meclisê pêşmûmeya bi kurdî

Di 4ê Îlonê de Parlementerê HDPê yê Sêrtê Kadrî Yildirim di dîroka meclisa tirk de cara yekem pêşnûneyeke bi kurdî da.​

Komkujiya Enqereyê

Di 10ê Cotmehê de li Enqereyê bi pêşengiya HDP, DÎSK, KESK û gelek saziyên sivîl de mitînga aştiyê hat lidarxistin. Dema destpêka mitîngê de du xwekuj di nav welatiyan de xwe teqandin û di encama êrişê de 107 kesan jiyanên xwe ji dest dan û ji 500î zêdetir kes birîndar bûn.

Di Komkujiya Enqereyê de jî wekî Amedê piştî teqînan welatiyên ku xwestîn kuştî û birîndaran bibin nexweşxaneyê rastî êrişa hêzên dewletê hatin. Polêsan bi ava şîd û bombeyên gazê êrişî qada mitîngê ku lê kuştî û birîndar hê li erdên ne kirin.

Dewleta tirk wekî yên din derbarê vê komkujiya li dijî welatiyên kurd û demokrat de tu tişteke dîtbarî nekir, di ser de welatiyên ku xwestin vê komkujiyê protesto bikin rastî êrişa hêzên dewletê hatin.

tahirelci2

Di bin girtin, êriş, qedexe û komkujiyê de hilbijartina 1ê Mijdarê

Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê hêzên dewletê bi tu awayî koalisyaneke qebûl nekirin û bi taybet li bajarên kurdan dest bi kuştinan kirin. Hata 1ê hilbihartinê gelek welatiyên kurd di bin operasyon û taswiyekirinê de hatin binçavkirin, girtin û kuştin. Di hilbijartina pêk hat de AKP bi piştgiriya partiya nijadperest MHPê bi serê xwe bû desthilatdar. Lê HDPê dîsa ji bendê derbas bû %11 dengan girt û 59 parlementer birin meclisê.Di 25 Cotmehê de Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Fehmî Demir di qezayeke trafîkê ya li ser riya Pozantiyê de jiyana xwe ji dest da.

Gelek mizgeft hatin şewitandin, goristanan bombebaran kirin

Her wiha goristanên li Dêrsim, Gimgim, Xerzanê û Sûrê, mizgeft û mala cem jî tê de, goristanên şervanên PKKê hatin bombebarankirin; kevirên goran hatin texrîpkirin.

Dî 17ê Tebaxê  de leşkerên artêşa tirk li dijî Goristana Gimgimê êriş pêk anîn. Cemxane û mizgefta di nav goristanê jî têde her cih hate xirakirin.

Di 30ê Îlonê de leşkerên artêşa tirk êrişî Goristana Xerzanê kirin û tevî mizgefta tê de jî goristan hate xirakirin.

Di 6ê Cotmehê de Goristana Çeşmê ku li çoltera navçeya Qaxizmanê ya Qersê ye rastî êrişên artêşa tirk hat û di encamê de goristan hate wêrankirin.

Dî 11ê Cotmehê de artêşa tirk li Çiyayê Cûdiyê li dijî goristana şervanên PKKê êriş pêk anî û qeda ku mertalên zindî jî lê bû hate bombekirin.

Di 13ê Cotmehê de li çoltera navçeya Liceyê ya Amedê dema mertalên zindî li nêzî goristana şervanên PKKê li dijî şer û operasyonan nobetê digirtin artêşa tirk operasyon pêk anî. Di encama êrişa artêşa tirk de kevir û dîwarên goristanê zerar dît.

Di 7ê Mijdarê de goristana şervanên PKKê ya li Pîranê jî rastî êrişa artêşa tirk hat.Goristana Şêx Seîd di encama êrişa bombeyî de hate xirakirin.

Di 29ê Mijdarê de artêşa tirk êrişî goristana şervanên PKKê ku li çoltera navçeya Şaxê ya Wanê ye kir. Leşkeran peykera di nav goristanê de hilşandin.

Di 7ê Kanûnê de hêzên dewletê, di êrişên li dijî navçeya Sûrê ya Amedê de, Mizgefta Kûrşûnlû ya dîrokî şewitand. Her wiha bi êrişa li hemberMînareya Çar Ling ve, dêr, mizgeft, malên Amedê, hemamên dîrokî yên di nav Sûrên Amedê de ku di lîsteya Mîrateya Çanda Cihanê ya UNESCO de ye, di bin xeteriyê de ne.

dibistan

Li 21 bajar û navçeyên kurda 56 qedexe û herî kêm 130 welatiyên sivîl hatin kuştin

Farqîn

Li navçeya Farqînê ya Amedê 6 car derketina derve hate qedexekirin. Qedexeya herî dawî 12 roj dewam kir. Di encama êriş, qedexe û dorpêçan de 16 welatiyên sivîl ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin, gelek welatî hat birîndarkirin. Herwiha hêzên dewletê bi tang û topan navçeyê wêran kirin û di encama vê yekê de bi hezaran welatî koçber bûn.

Cizîr

Qedexeya derketina derve 5 caran lê hat îlankirin. Qedexeya dawîn 14ê Berfanbarê hat îlankirin. Di heyama ablûkaya dawîn a ku ketiye roja 15an de heta niha 19 kes ji aliyê dewleta tirk ve hatin kuştin. Miray İnce ya 3 mehî û kalikê wê Ramazan Inceyê 80 salî kuştiyên herî dawî bûn. Navên hin kesên ku hatine kuştin û wiha ne: Doğan Aslan (22), Hediye Şen (30), İbrahim Akan (15), Selahattin Bozkurt (70), Zeynep Yılmaz (40), Yılmaz Erz (42), Cahide Çakıl (35), Emine Duman (75), Dogan İşçi (32), Mehmet Tekin (32), Mehmet Saçan, Dikran Sayaca, Azime Aşan (50), Lütfü Aksoy, Ferdi Kalkan, Abdulmecit Yanik, Hacı Ozdal, Dikran Sayaca, Dengebej Salih Erener (Salihê Şirnexî) û Îbrahim Bilgiç.

Sîlopî

Qedexeya derketina derve 3 caran lê hat îlankirin. Heta niha 18 rojan qedexeyê lê dewam kir. Di heyama qedexeya vê dawiyê de 14 kes ji aliyê dewleta tirk ve hatin kuştin. Navên hin kesên ku hatine kuştin û wiha ne: Huseyin Güzel (70),  Yusuf Aybi (80) Yusuf İnan (40),  Şiyar Özbek (25),  Reşit Eren (17),  Axîn Kanat (16), Ayşe Buruntekin (40),  Mehmet Mete (11) ve Hasan Sanir.

Nisêbîn

Qedexeya derketina derve 8 caran lê hat îlankirin. Ablûkaya dawîn 24ê Berfanbarê (piştî 11 rojan) hat rakirin. Ji Tîrmeha 2015an vir ve 23 kes ji aliyê dewleta tirk ve hatin kuştin. Di heyama qedexeya derketina derve ya vê dawiyê de 3 kes hatin kuştin.

Sûr

Qedexeya derketina derve 6 caran lê hat îlankirin. Qedexeya dawîn ketiye roja 26an. Ji Tîrmeha 2015an vir ve 16 kes hatine kuştin. Di heyama qedexeya derketina derve ya vê dawiyê de 11 kes hatine kuştin.

Kerboran

Qedexeya derketina derve 2 caran lê hat îlankirin. Qedexeya dawîn ketiye roja 18an. Di heyama qedexeya derketina derve ya vê dawiyê de 3 kes ji aliyê dewleta tirk ve hatin kuştin.

Polêsan bombeya gazê avêtin serê Yuksekdag

Di 12ê Mijdarê de Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag li dijî êriş, qedexe û kuştinên ku dewletê li Farqînê pêk tînê de dema tevlî meşa welatiyan bû polêsan êrişî girseyê kirin. Yuksekdag di êrişê de ji hêla polêsan ve hedef hat girtin û bombeya gazê li serê wê ket.​

Li dijî wesayîta Demirtaş êrişa çekdarî

Di 22ê Mijadarê de Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş dema li Amedê di wesayîta xwe de diçû rastî êrişa çekdarî hat. Gule li cama pişt wesayîta wî ket. Ji ber ku cama wesayîtê zirxî bû tiştek bi Demirtaş nehat.​

Tahir Elçî hate qetilkirin

Di 28ê Mijdarê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî dema ji bo tehrîpkirina mînareya çarling ji çapemeniyê re daxuyanî dida, rastî êrişa çekdarî hat û ji ber guleya ku li serê wî ket jiyana xwe ji dest da.

Canîp Yildirim wefat kir

Di 3ê Kanûnê de ji zana û rewşenbîrên Tevgera Kurd Canîp Yildirim di 90 saliya xwe de li Enqereyê wefat kir.

Demirtaş bi Lavrov re hevdîtin pêk anîn

Di 23ê Kanûnê de Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş li Moskovayê bi Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî.

Yekîneyên Parastina Sivîlan damezirandina xwe îlan kir

Di 26ê Kanûnê de piştî ku êriş û dorpêça hêzên dewletê li ser bajarên kurdan zêde bû, YPSê ji parastina gel damezirandina xwe îlan kir.

lavrov

‘1502 LEŞKER-POLÊS MIRIN’

Di sala 2015an de ji 24ê Tîrmehê û vir ve dewleta tirk 334 caran êrişên hewayî pêk anî. Li hemberî herêmên hêzên PKKê 1133 êrişên bi obus û hawanan hatin kirin. 144 caran ji bejahî ve operasyon li hemberî PKKê hat kirin. Di encama van êrişan de 160 şervanên HPG/YJA Starê jiyanên xwe ji dest dan. Li hemberî van êrişan, hêzên PKKê li dijî hêzên derketin operasyonê 750 çalakî, li ser rêyên stratejîk ên bajarên kurdan di demên cuda de 144 çalakiyên birîna rê pêk anîn. Di encama van çalakiyan de 1502 leşker-polîs û tîmên taybet mirin. Tevî van, gelek maşînên leşkerî, kobra, balafira keşfê û tank hatin rûxandin. Hejmareke zêde cebilxane hatin desteserkirin.’

28 girtiyên nexweş jiyanên xwe ji dest dan

Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Komalayê Mafên Mirovan ragihand ku di girtîgehên Tirkiyeyê de 300 ji wan nexweşên giran bi tevahî 756 girtiyên nexweş hene. Di sala 2015an de 28 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.

16 hevşaredar hatin girtin, 36 jî ji wezîfeytê hat hilanîn

 

Li bajarên kurdan ji 20ê Tîrmehê vir ve 16 hevşaredarên kurd ji hêla hêzên dewletê ve hatin girtin, 36 ji wan jî ji wezîfeyê hat hilanîn.

Li bajarên kurdan 13 dibistanên Kurdî vebûn

Welatiyên kurd, êriş, asîmîlasyon û polîtîkayên dewleta tirk vala derxist û di sala 2015an de li bajarê kurdan 13 dibistanên kurdî  vebûn.

Li Serhedê bîlançoya 2 mehên dawî: 600 binçavkirin, 120 girtin

Di nav 2 mehên dawîya 2015an de li bajarên Serhedê herî kêm 600 kes hatin binçavkirin û 120 ji wan hatin girtin.

KCD: Heta li Tirkiyeyê xweseriya demokratîk ava nebe demokrasî ne mimkun e

Di 27ê Kanûnê de KCDê li Amedê kongreya xwe pêk anî û di encamnameyê de got: ‘ Di rastiya Tirkiyeyê de heta ku bi bingeha xweseriya demokratîk sîstemek neyê avakirin, demokrasî nemimkûn e. Em bang li hemû gel û saziyên dinyayê dikin ku piştgirî bidin daxwaza azadiya gelê me.’

Jêder: Sputnik News

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …