Xizaniya stratejîk û hilweşîna Sûrê

Avreş Jiyan

Piştî xerakirina nava sûrê, kurdiya xwerû ya dihat axaftin, li nav taxên burjuva yên bajêr ên Tirkî li wan serdest e wenda bû.

Bi koçên girseyî re, çanda sûra yek ji niştewarên ewil di bin zordariya modernîzma tirkan de, bi wextê re herifî.

Zarokên nava sûrê yên kurdîaxîv, li van taxan hîn Tirkî bûn û rutîna xwe ya rojane bi nirxên vî zimanî berdewam kirin.

Li Amedê sibeheke Yekşemê. Hewa heta bêjî sayî ye. Lê dîsa jî tava Tîrmehê hemû germahiya xwe bera ser min dide. Derhalê xwe davêjim binê siyekê. Li biniya sîdankekê, dikim dest bavêjim ruhê lêkolînên ku ez dikim. Têbiniyek li dîrokê bête danîn eger, ez baweriyê pê tînim ku divê ji navçeya Sûrê ya niştewara ewil a Amedê bê destpêkirin.  Heft sal beriya îrojê, wexteke payîzê gava dest bi kolandina xendekên ewil hat kirin, kêsî pê nizanîbû ku li dû şerekî xedar wê Sûr bi erdê ve bibe yek. Beriya şerên xweseriyê bi çendekê, di 4’ê Tîrmeha 2015’yan de, Sûrên Amedê û Bexçeyên Hewselê ketibû lîsteya UNESCO’yê, Mîrasa Çandî ya Cîhanê. Li pêyî daxuyaniya KCK’yê ya Tebaxa 2015’yan ku gotibû “Ji bo gelê Kurdistanê ji Xweseriyê û pê ve, rê nemaye”, di Îlona 2015’yan de, barîkatên ewil, li kuçeyên qedîm ên tipûteng ên Sûrê, tevî kêfxweşiya gel a serkeftinê, bi qelecanê ve hatibû rapêçandin. Li pêyî wê qedexeyên derketina derve û îlanên Xweseriyê, pê re jî pêvajoyeke pevçûnên giran wê dest pê bikiraya.

Li gel ku komeke milîtan li Sûrê şer dikirin, li taxên bûrjûva yên bajêr ên wekî Kayapinarê mirovan wekî ku tiştek naqewime, rûtîna xwe ya rojane didomandin.

Îlana xweseriyê 

Li Sûrê Xweserî di 14 Tebax 2015’yan de ji aliyê Meclîsa Gel A Sûrê ve hatibû îlankirin. Daxuyaniyê bi kurtasî digot naxwazin ji aliyê Anqerayê ve bêne revebirin û lewma jî rêveberiyeke herêmî bê avakirin. Li pêyî wê qedexeyên derketina derve, xendek û pevçûnên erjeng dest pê kiribûn. Heta ku, qedexeyên di 2 Tebax 2015’yan de bo cara pêncemîn hatibûn danîn, wê wêkî qedexeya derketina derve ya herî dirêj a cîhanê, derbasî dîrokê bibûya.

Sûr bi mehan rastî bombebaraneke giran hat.

Sîleh, muhîmmat û hêza şer a Tevgera Neteweyî Ya Kurdan ji demeke berê de ye li Sûrê bi cî kiribû, di rastiyê de, wekî nîşana ku bawerî bi pêvajoya çareseriyê neaniye ye û planên xweseriyê dîsa ji zû de ye daniye.

Li ser mijara stratejiya ku KCK’yê ajotiye  ji aliyê girseya gel ve hatiye qebûlkirin jî nîqaş dikare bê kirin. Ser meselê, li gel ku komeke milîtan li Sûrê şer dikirin, li taxên bûrjûva yên bajêr ên wekî Kayapinarê mirovan wekî ku tiştek naqewime, rûtîna xwe ya rojane didomandin. Bêparbûna ji girseya gel a berxwedanên Xweseriyê, nîşanî me dide ku destpêk çiqasî bi problem bû.

Nava sûra ku yek jî niştewerên ewîl ên 5000 salî ya bajarê 11500 salî ye, tevî rengê xwe yê dîrokî û çandî li ser ceribandin hatiye kirin û ji holê hatiye rakirin, ez bawer diklim ku rojekê wê bi kûrahî lêpirsîn li ser bê kirin. Nirxên pirçandî, rengên dîrokî yên morfolojîk ku di navbera du hêzên siyasî de qîmet nediye jî rewşeke ku azarê dide ye. Di nava sûrê de êdî ji bîranînan û pê ve tiştek nema ye. Halê wê yê kevin ê hew tenê di dîmenan de tê dîtin însan ber bi hestên îmkana tarîfa wan tuneye ve diajo. Tiştên ku wenda bûn tenê ne avahiyên hatibûn qeydkirin bûn. Hişmendiya qedim a gelekî û jiyanên curbecur ên çandên derbasî nav hev bibûn, ên li tu dera cîhanê nayên dîtin ên li wan mekanan hatibûn jiyîn bûn. Van jiyanên sentez di navbera çend mehan de, bi erdê ve bû yek û heta hetê ji holê hat rakirin. Dema hûn li halê absurd ê nû yê nava sûrê binêrin, hûnê bibînin bê stratejiyên xizan çawa tehrîbatên mezin pêk anîne.

Dîmeneke dawî ya ji Sûrê. Li taxên qedîm avahiyên modern hatin çêkirin.

Li gorî daneyên Şaxa Amedê ya Odeya Mîmaran, li Sûrê bi temamî 4985 avahiyan zerar dîtine. Di bin navê îstimlakê de, hemû avahiyên şeş taxan hatin xerakirin. Li şûna van avahiyan, 500 avahî û 200 avahiyên kar hatin çêkirin. Di navbera buyerên xendekê de, 5 hezar û 440 malbat bêveger ji Sûrê koç kirin. Nêzî 30 hezar kesan jî bi hêviya ku dîsa vegerin, bar kirin deverên din ên bajêr. Lê belê, avahiyên ku hatin çêkirin heta têra ji sedî 10’ê ku ji van deran koç kirine nake jî.

Tiştên ku wenda bûn tenê ne avahiyên hatibûn qeydkirin bûn. Hişmendiya qedim a gelekî û jiyanên curbecur ên çandên derbasî nav hev bibûn, ên li tu dera cîhanê nayên dîtin ku bi tenê li wan mekanan pêk hatibûn.

Sûr tu carî nebû Toledo

Toledo, bajarekî kevnar ê li ser erda kaş û qelaç ê 80 km li başûrê herêma Kastiya La Moncha ya navenda Îspanyayê ku sê aliyên wê bi çemê Tajo ve hatiye dorpêçkirin hatiye avakirin. Di çaxa Romayiyan de navê wê Toletumdu bû. Serokwezîrê Tirk ê serdemê Davutoglu ji bo Sûrê bi pesindayînekê gotibû “Ez ê vê derê bikim wek Toledo.” Avahiyên ku dewletê li şûna dîrok û çandeke qedîm bi erdê kir yek çê kirine di dîmenên me de têne dîtin.

 

Sûr piştî şer,  bû nimûneyeke mîmariya barbariya modern a li cîhanê. 

 

Daxuyaniya ku Ahmet Davutoğlu di 1 Nîsan 2016’yan de dabû jî bal dikişiand: “Ev buyer neqewimiyana jî, divêt li van deran veguherîna bajarvaniyê pêk bihata. Li deverên wekî Sûr û Nisêbînê avahiyên ku însan karibin lê bijiyîn wê bên avakirin. Xanî, mizgeft, dêr û xanên Diyarberkirê yên qeydkirî, bêyî ku zirarê bidin mîmariya Diyarbekirê, wê bêne restorekirin. Em ê sûrê wisa ava bikin ku eynî wekî Toledoyê, bi mîmariya xwe wê bibe ciyekî ku herkes bixwaze bibîne.” Wê gotina Davutoglu têra xwe fikarê dide. Tiştê ku dixwaze bibêje di rastiyê de ev e: Beriya pevçûnên sûrê, ji xwe me mekanên dîrokî yên bajêr xistibû nav projeya veguherîna bajarvaniyê. Pêvajoya pevçûnan a li pêyî îlana xweseriyê ya li Sûrê, ji aliyekî ve, rê da vî planê hikûmetê. Wan dizanîbûn ku wê nikaribin avahiyên ku UNESCO’yê xistiye nav lîsteya Mîrasa Çandî ya Cîhanê, têxin nav projeya Veguherîna Bajarvaniyê. Rêya herî rehet a vê yekê ev bû ku ji pevçûnan îstifade bikin û van avahiyan bidin ber topan û xera bikin bû. Ev hat kirin.

Kê winda kir?

Dejavantajeke din ev e ku, piştî xerakirina nava sûrê, Kurdiya xwerû ya dihat axaftin, li nav taxên burjuva yên bajêr ên Tirkî li wan serdest wenda bû. Bi koçên girseyî, çanda sûra yek ji niştewarên ewil di bin zordariya modernîzma Tirkan de, bi wextê re herifî. Zarokên nava sûrê yên bi Kurdîaxêv, li van taxan hîn Tirkî bûn û rutîna xwe ya rojane bi nirxên vî zimanî berdewam kirin.

Encamên stratejiya şerekî xizan helbetê wê giran bûya. Navçeya qedîm a Sûrê di serî de, Nisêbîn, Cizîrê, Şirnex, Silopêyê û gellek navçeyên ku em bi nav nakin li erdê hatin rastkirin û girseyên gel mecbûrî koçê hatin kirin. Bi sedan sivîlên bêguneh hatin kuştin û laşên wan di nav kavilan de wenda bûn. Bi qasî wan jî, ciwanên egît şehîd ketin. Li şûna deverên hatin xerakirin avahiyên nû hatin avakirin û ev yek hew tenê bi kêrî vê hikûmeta şer hat û jê re bû rant û lê vegeriya. Lewre jî, van armancên li ser ceribandin û weritandinê hatine sazkirin gellek tişt bi me dan wendakirin. Baş e, lê kê qezenc kir? Ji aliyan hew tenê aliyekî qezenc kir. Ew jî vê hikûmeta şer a rantparêz bû.

——-

Ev nivîs, gotara duyemîn e ya di çarçoveya Notên ji Amedê de hatiye nivîsandin. Gotar ji tirkî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …