Kampanyaya perwerdeya bi zimanê dayikê bi dawî bû

Kampanyaya bi daxwaza Perwerdeya bi Zimanê Dayikê û betalkirina “Sonda me (Andimiz)” ku 4’ê Îlonê bi beşdariya saziyên ziman, perwerde û rêxistinên din ên sivîl hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di pêvajoya kampanyayê de li Amed, Wan, Batman, Riha, Sêrt, Dêrsim, Îdir, Qoser, Erxenî, Farqîn, Şirnex, Nisêbîn, Sirûc, Hewag, Bîrecûk, Çinar, Bismil, Misirc û Dihê çalakî hatin li dar xistin û îmze hatin berhevkirin. Di roja dawî ya kampanyayê de jî li gelek navendan daxuyanî hatin dayin û xwepêşandan hatin li dar xistin. Paşê, îmzeyên ku hatibûn komkirin ji midûrtiyên perwerdeya neteweyî re hatin pêşkêşkirin.

Hin navendên beşdarê vê kampanyayê bûn ev in:

4 Îlon

Amed: Di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê KURDÎ-DER û Egîtîm-Senê hat li dar xistin de, li ber AZC Plaza standa îmzeyan hat vekirin. Di heman rojê de li Dortyola Baxlerê, Meydana Derê Çiyê û Tesîslera Hûzûrevleriyê jî stand hatin vekirin. Li standan di navbera 15.00-18.30’de îmze hatin berhevkirin.

Batman: Ji aliyê Şaxa Batmanê ya Egîtîm-Senê li Kolana Gulîstan kampanyaya îmzeyan hat li dar xistin. Berpirsê şaxa Egitim-Senê Bülent Hatun û endamên sendîkayê, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan Osman Kunteş, endam û rêvebirên KURDÎ-DER, KESK, Genel-Îş û TMMOB’ê beşdarî çalakiyê bûn.

Erxenî: Li navçeya Amed Erxeniyê bi hevkariya KURDÎ-DER û Egîtîm-Senê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan li standa li ber avahiya Rêxistina Erxeniyê ya BDP’ê hat li dar xistin.

5 Îlon

Wan: Bi hevkariya şaxên KURDÎ-DER, Egîtîm-Sen, Mala Piştgiriya Perwerdeyê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Piştevaniyê ya Dêbavên Xwendekaran (ÖVDER) û Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) li Parka Feqiyê Teyran û Kolana Hunerê standên îmzeyan hatin vekirin. Di çar rojên kampanyayê de bi tevahî 30,000 îmze hatin berhevkirin.

Ceyhan: Li navçeya Edene Ceyhanê bi sedan welatî bi rêberiya KURDÎ-DER’ê beşdarê kampanyaya ziman bûn. Bi sedan welatî li ber Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Ceyhanê kom bûn û paşê bi armanca pêşkêşkirina daxwaznameyên xwe ji Midûrtiya Perwerdeya Neteweyî ya Ceyhanê re heta midûrtiyê meşiyan. Rêvebir û hin endamên rêxistinên bajêr û navçeyê yên BDP’ê û serokê KURDÎ-DER’a Edeneyê jî beşdarê meşê bûn.

Li ber midûrtiyê daxuyaniyek hat dayîn û paşê komê xwest ku daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin. Piştî astengiya polêsan, endamên komê çalakiya rûniştinê pêk anîn û di encam de li hev hat kirin ku ji komê sê kes daxwaznameyên xwe pêşkêşî midûrtiyê bike.

6 Îlon

Farqîn: Şaxa Egîtîm-Senê ya Farqînê, bi hevkariya şaxên KURDÎ-DER û BDP’ê, li Kolana Gazî standa îmzeyan vekirin. Standa ku li ber Mala Mamosteyan hat vekirin, ji aliyê polêsan ve bi sebeba “destûr nehatiye girtin” hat rakirin.

Şirnex: Bi rêberiya KURDÎ-DER’ê û bi beşdariya rêxistinên navçe, bajêr û beldeyan ên BDPê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Jinê ya Zîlan, Navenda Çandê ya Cûdî, hin saziyên sivîl û bi sedan welatiyan li Meydana Cûmhûriyetê daxuyanike çapemeniyê hat li dar xistin. Paşê çalakger xwestin bimeşin Midûrtiya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr lê ji aliyê polêsan ve hatin astengkirin. Destûr nehat dayîn ku bi dehan çalakger daxwaznameyên xwe pêşkêşî midûrtiyê bikin. Digel astengiyê jî midûrtiyê daxwaznameyên hin welatiyan qebûl kir.

Nisêbîn: Di bin rêberiya şaxa Nisêbînê ya KURDÎ-DER’ê de li Parka Bariş û Parka Mûsa Anter standên îmzeyan hatin vekirin. BDP û saziyên sivîl ên li Nisêbînê destekê dan kampanyayê.

7 Îlon

Riha: Ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Rihayê û KURDÎ-DER’ê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniyekê hat li dar dixistin. Komeleya Mafên Mirovan û hin kedkarên li bajêr jî destekê dan daxuyaniyê.

Sêrt: Şaxa Egîtîm-Sena Sêrtê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û KURDÎ-DER’ê û Mala Piştgiriya Perwerdeyê jî destekê da kampanyayê.

8 Îlon

Dih (Erûh): Li navçeya Sêrt Dihê bi armanca berhevkirina îmzeyan komîsyon hatin avakirin û bi riya van komîsyonan li taxan îmze hatin berhevkirin.

9 Îlon

Mûş: Di çarçoveya kampanyayê daxwazname hatin amadekirin û bi armanca pêşkêşkirina daxwaznameyan heta Adliyeya Mûşê meşekê hat li dar xistin. Welatî xwestin ku bi girseyî têkevin avahiya Midûrtiya Perwerdeyê ya Neteweyî lê ji aliyê polêsan ve hatin astengkirin. Paşê xebatkarên midûrtiyê hatin ciyê çalakiyê û daxwaznameyên welatiyên ji wan wergirtin. Parlamenterê Mûşê Sirri Sakik, Serokê Rêxistina BDP’ê ya Mûşê Naîf Erol, Şaredarê Kopê Ziya Akkaya, şaxên KURDÎ-DER, Egîtîm-Sen, TUHAD-FED, nûnerên HDP’ê û endamên Meclîsa Giştî ya Wilayetê beşdarê meşê bûn.

10 Îlon

Cizîr: Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) bi armanca destekdayina kampanyaya ziman li Taxa Nûr çalakiyekê li dar xistin. Çalakgerên ku li ser Kolana Botaşê kom bûn rastî midaxaleya polêsan hat. Çalakger bi kevir û molotofan êrîşî wesayîtên Akrep û TOMA’yan kirin û polêsan mecbû man ku taxê terk bîkîn. Paşê li aliyekî din a taxê bi beşdariya bi sedan kesan şahiyekê hat li dar xistin.

Xwêpêşandan û pêşkêşkirina daxwaznameyan

Di çarçoveya kampanyaya perwerdeya bi zimanê dayikê û betalkirina “Sonda me” di 9’ê Îlonê de li gelek bajar û navçeyan çalakiyên wekî daxuyanî û xwepêşandan pêk hatin û paşê daxwaznameyên hatibûn berhevkirin radestî midûriyetên perwerdeya neteweyî hatin kirin. Navendên ku van çalakiyan lê hatin kirin ev bûn: Edene, Dêrsim, Qoser, Sirûc, Hewag (Bozova), Hîlwan, Bîrecûk, îdir, Erxenî, Çinar, Dih, Misirc, Bismil, Farqîn, Sêrt. Li Amedê jî 10’ê mehê meşekê hat li dar xistin û daxwaznameyên hatibûn berhevkirin radestî Midûrtiya Perwerdeyê ya Neteweyî hatin kirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …