Li Silopî dibistana seretayî ya kurdî vebû

 

Li navçeya Silopî ligel avakirina rêveberiya cewherî, xebatên kurdî jî bênvaber didomin. Li Silopî Dibistana Seretayî ya Şehîd Gelhat a bi kurdî perwerdehiyê dide hat vekirin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê bi pêşengiya KURDÎ-DER, Mala Piştgirtiya Perwerdehiyê (MAPER) û nûnertiya Egîtîm Sena Silopî di çarçoveya 9 lingên rêveberiya cewherî de li taxa Nûhê Dibistana Seretayî ya Şehîd Gelhat hat vekirin. Hevserokên Meclîsa Gel, Hevserok û rêveberên DBP û HDP, nûnerên saziyên sivîl û malbatên xwendekarên tevlî merasîma vekirina dibistinê bûn. Avahiya dibistanê bi balonên kesk, sor û zer xemilandin û tabeleya Dibistana Seretayî ya Şehîd Gelhat li ser deriyê dibistanê daliqandin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir diyar kir ku dibistan kurdî di serî de ji bo zarokan û hemû gelê Silopî girîng e. Nayir got ku îro ji bo Silopî rojeke dîrokî ye û ev tişt anî ziman: “Zimanê me hebûna me ye. Divê hemû dayik zarokên xwe bişînin dibistana kurdî.”

Nûnerê Egîtîm Sena Silopiyê Metîn Alan jî spasiyên xwe pêşkeşî hemû kesên ku keda wan di avakirina dibistanê de çêbûye kir û wiha axivî: “Heta niha perwerdehiya kurdî hatiye dihat astengkirin. Zarokên herêmê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehî nedidît.”

Piştî axaftinan bi coşeke mezin dibistana kurdÎ hat vekirin. Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Gelhat 60 xwendekarên temenê wan di navbera 56’an de ji hêla 12 mamosteyan ve bên perwerdekirin.

Jêder: DIHA

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …