Li Cizîrê 100 hezar kesan malên xwe terk kirine

 

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand ku ji ber qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîrê, 100 hezar Cizîriyan malên xwe bicîh hiştine û koçber bûne.

Li Bakurê Kurdistanê rewşa aloz berdewam e. Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, da zanîn ku ji ber ji 14ê Berfenbarê ve qedexeya derketina kolanan li Cizîrê hatiye sepandin, piraniya avahiyan hatine wêrankirin û mirov neçarî koçberiyê bûne. Li gor Sariyildiz, hejmara navçeya Cizîrê ku 120 hezar e, niha 20 hezar maye û ew jî di şert û mercên giran de dijîn.

Derbarê rewşa dawî ya navçeyê de Sariyildiz ji BBC Tirkî re got: “Di dema qedexeyan de 73 kesan canê xwe ji dest dane û niha li taxan bi 10an birîndar hene, ev birîndar bi metirsiya mirinê re rû bir û mane. Li Taxa Cûdî li kolana Caferî Sadiq 18 jê giran 27 kes li benda ambulansa ne, ji bo ku ambulans nehatin 3 xwendekarên zanîngehê canê xwe ji dest dan.”

Parlamenterê HDPê wiha dibêje: “Li navçeyê hê jî bombardimana top û hawanan berdewam e û di encam de gelek avahî wêran bûn û ji sedî 85ê welatiyan bajar bicîh hiştine, 100 hezar Cizîriyan şûn û warên xwe bicîh hiştin û ketin rêyan û koçber bûn.”

Jêder: Kurdistan24.net

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …