Herî kêm 203 kes li Cizîrê hatin kuştin

Mazlum-Der piştî qedexeya derketina derve ya li ser cizîrê raportekê amade kir. li gor çavdêriya Mazlum-der’ê, li cizîra şirnexê herî kêm 203 kes hatin kuştin.

Heyeta Mazlum-Der a ku ji parêzer, civaknas û derûnînasan pêk hat, sê rojan li cizîr’ê çavdêriyê kirin û li gor wê çavdêriyê raportekê amade kirin.

Li gor raportê di navbera 14’ê kanûnê û 2’yê adarê li cizîrê qedexeya derketina derve pêk hat. Piştî vê yekê polîsan û tîmên teybet dest bi êrîşê kir û welatîyan qetil kirin.

Piştî qedexeyê, heyeta Mazlum-Der’ê sê roj çavdêrî kirin û ragihandin ku hejmara kuştiyan 203 kes in lê dibe ku ev hejmar bigihije 266’an.

Saziyên wekî Mazlum-Der, piştî belavkirina raportên xwe, ji aliyê serokkomarê tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bi tundî hatin rexnekirin. Mazlum-Der raporta xwe de bal kişandibû li ser giraniya lêpirsînên edlî û idarî û herwiha aşkere kiribûn ku eger bi vî awayî biçe dê rayedarên wan gilîdar bibin.

Jêder: Dengê Amerîka

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …