Kirim, Nagorno-Karabag û mafê diyarkirina qederê

 

 

Hrant Apovian

 

“Kirim li welatê xwe vegeriya.”

“Ew dewleteke serdest û serbixwe ye.”

-Serokê Rûsyayê Wladîmîr Pûtîn

Nagorno-Karabag jî wê li welatê xwe vegere. Ew ji niha ve dewleteke serdest û serbixwe ye. Gelê wê piştî deh salên ku bi qirkirinan û koletiya di bin îktîdara azerî de derbas bû, mafê xwe yê diyarkirina qederê bi kar anî û ji bo bibin xwediyê qedera xwe dengên xwe dan. Bi awayekî dîrokî Kirim parçeyekî Rûsyayê ye û Nagorno-Karabag parçeyekî Ermenîstanê ye. Nîkîta Krûşçev Kirim daye Ûkraynayê û Josef Stalîn bi awayekî kêfî axa Nagorno-Karabag a Ermenîstanê ku dora wê bi axa welatekî din hatibû dorpêçkirin, kir parçeyekî Azerbaycanê.

Mafê jênager ê gel ê diyarkirina qederê di Peymana Neteweyên Yekbûyî de cî digire. Ew di sedsala bîst û yekan de ji bo hemû gelên mafên wan ji hatine desteserkirin ên li seranserê cîhanê bûye çekeke tê tercîhkirin. Pevçûnên ji mêj ve ye didomin, derdikevin holê û wekî domîno li dûv hev guherînên pêwîst û jênerevin pêk tên. Rejîmên çewsîner hereketên ku doza veqetînê dikin derdixin holê.

Mixabin, van pevçûnên nehatine çareserkirin bi xeyaleta yekitiya axê re rû bi rû dimînin. Bikaranîna yekitiya axê wekî astengiyê pirî caran kêfî ye û dikare ji ber sebebên jeopolîtîk an ne ji ber van sebeban, têxin rojevê. Ji ber ku daxwaza ji bo diyarkirina mafê qederê ji sînorên li ser axê derbas kirine, êdî nekare bi armanca çewsandina gelê bindest bê bikaranîn. Daxuyaniyeke hevpar a ji aliyê Niştiman, Demokrasî û Federasyona Şoreşger a Ermen a tevlî koma endamên parlamentoyê ya Artsakhatun dibêje ku referandûma hefteya borî ya li Kirimê “bûye emsaleke bikaranîna mafên gelan a ji bo diyarkirina mafê qederê û careke din îspat kiriye ku yekitiya axê ya dewletan nekare li ser îfadekirina azad a daxwaza di hiqûqa navneteweyî de cî digire, serdest be.”

Tiştekî balkêşe ku James Warlick ku navbeynkarê amerîkayî ya pevçûna Karabagê bûye, da xuyakirin ku “digel ku DYA nekare operasyonên Rûsyayê yên li Ûkraynayê qebûl bike, hin qadên ku em dikarin bi hev re bixebitin heye. Yek ji van, pêkanîna aştiyê ya li Nagorno-Karabagê ye. Divê em hewlê bidin ku têgibigijîn ku tiştên ku em ji krîza li Ûkraynayê fam bikin ji bo pevçûna di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de derbasdar e.” Vê nêzîkbûna navbeynkarê amerîkayî ya ji bo çareserkirina pevçûnan bi awayekî aştîxwaz baweriyê nû dike û bê guman baş e.

Lê pevçûnên di derbarê diyarkirina mafê qederê de herdem bi awayekî aştiyane nayên çareserkirin. Hin ji wan ji aliyê Rojava hin ji wan ji aliyê Rûsyayê ve tên naskirin lê vê rastiyê pir kêm ji aliyê dewletê ku li gorî wê yekitiya axa xwe winda dike, tê naskirin. Her pevçûna nehatiye çareserkirin yekta ye û ji ber mercên wekî dîrok, coxrafya, asta şîdetê û meşrûiyetê derdikevin holê.

Nagorno-Karabakh

Mijara Skotlandê: Îsal bi armanca veqetîna ji Brîtanyayê wê referandûmekê bê lidarxistin û dema bi şîdeta ji aliyê Azerbaycanê ya li ser Nagorno-Karabag û ermenên li Bakuyê re tê beranberkirin, aştîxwaz tê xuyakirin û lewma jî yekta ye. Li ser encama referandûmê texmînên dijber tên kirin.

Mijara Kosowayê: Veqetîna wê ya ji Yûgoslavyayê piştî bêaramiya pir mezin pêk hat û di heman rojê de ji aliyê DYA û Ewropayê ve hat naskirin lê ji aliyê Rûsyayê ve hat redkirin.

Mijara Sûdana Başûr: Sûdana Başûr bi awayekî fermî li bakurêrojhilatê Afrîkayê ye welatekî ku her aliyê wê erd e. Welat di encama peymana aştiye ya 2005’an a ku şerê herî dirêj a Afrîkayê bi dawî kir, di 2011’an de ji Sûdanê serxwebûna xwe bi dest xist. Sûdaniyên başûr bi rêjeyeke pir mezin di referandûma Çileya 2011’an de ji Sûdanê veqetiyan.

Mijara Erîtreyê: Di 1952’an de Neteweyên Yekbûyî di encama lihevhatina di navbera îdiayên serdestiyê yên Etiyopyayê û hêviyên Erîtreyê yên serxwebûnê de wekî eyaleteke xweser a li ser Etiyopyaya federal hat damezrandin. Lê deh sal şûn de, Împaratorê Etiyopyayê Haîle Selasiye biryarê da ku dest deyne ser vê erdê. Têkoşîna çekdar a 32 salan di 1993’an de bi referandûmeke ku piştî wê Erîtreyeke serbixwe hat damezrandin, bi dawî bû.

Mijara Transdînyesterê:  Piştî pevçûneke bi çekdar a bi Moldovayê re, serxwebûna xwe îlan kir û niha di bin rêvebiriya bi tesîr a Rûsyayê de komareke xwedî serok e lê ji aliyê ti endamekî Neteweyên Yekbûyî ve nayê naskirin. Di 21 Tîrmeha 1992’an de peymana agirbestê hat îmzekirin. Ji wê rojê û şûn ve kontrola Moldovayê ya li ser rêvebiriya Transdînyesterê tune ye.

Mijara Osetyaya Başûr û Abhazyayê: Rewşa her du ciyan jî ne diyar e. Midaxaleyeke leşkerî ya rûs qadeke bi ewle ava kir. Gurcîstan nekare ji nû ve kontrola xwe li ser her du herêmên cihêxwaz pêk bîne. Ev her du herêm jî li benda naskirinê ne.

Mijara Nagorno-Karabagê. Ev mijar yekta ye. Ew bi saziyên xwe yên demokratîk, bi çapemeniya xwe ya azad û artêşa xwe ya xurt dewleteke jîndar a demokratîk e. Xweciyên wê gelekî berxwedêr in ku sond xwarine ku wekî dewleteke azad bijîn û ti carî venegerin dema berê û wekî dewleteke netewe-dewlet di nava aştiyê de bin.

Berevajiya Kirim, Transdînyester, Osetyaya Başûr û Abhazyayê hebûna leşkerî ya rûs li Nagorno-Karabagê tune ye. Transdînyester, Nagorno-Karabag, Abhazya û Osetyaya Başûr qadên “pevçûnên qeşagirtî” ên piştî Sovyetê ne. Van her çar dewletên nehatine naskirin bi hev re têkiliyên dostaniyê didomînin û Civaka ji bo Demokrasî û Mafên Neteweyan pêk tînin.

*                                 *                                  *

Di nivîsa xwe ya edîtoriyê ya di Los Angeles Timesê de Eugene Kontorovich ku profesorekê ji Dibistana Hiqûqa Navneteweyî ya Zanîngeha Bakurêrojava ye, li ser destdanîna ser erdê ya welatan a çav jê re hatiye girtin û hin destdanînên ku nehatine qebûlkirin, sekinî. Wekî mînak, Kontorovich mînakên dagirkirina Kibrisê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, dagirkirina Sahraya Rojava ya ji aliyê Fasê ve, dagirkirina Wîetnama Başûr ya ji aliyê Wîetnama Bakur ve, destdanîna ser Tîmora Rojhilat a ji aliyê Endonezyayê ve û dagirkirina Şerîaya Rojava ya ji aliyê Îsraîlê ve dide. Niha em dikarin êrîşên Tirkiyeyê yên bi destên navbeynkarên fûndamental û bidestxistina Kesebê ya li Sûriyeyê jî li lîsteyê zêde bikin.

Mixabin, Kontorovich mijara Nagorno-Karabagê wekî fetha parçeyeke Azerbaycanê ya ji aliyê Ermenîstanê ve pêşkêş dike. Ew fetha Osetyaya Başûr, Abhazya û Kirimê wekî kontrolkirina terîtoryal a ji aliyê Rûsyayê lê ne wekî hewldanên ji bo diyarkirina qederê dihesibîne.

Birêz Kontorovich hewldanên têkçûyî yên ji bo dagirkirina erdê ji ber “berxwedana ji dewleta ku di hedefê de ye derdikeve holê” terîf dike û ji bo vê mînakên wekî daxwaza Arjantînê ya ji bo Falklandsê, hewldana Lîbyayê ya ji bo dagirkirina hin aliyên Çadê û êrîşa Iraqê ya li dijî Îran û Kuweytê dide.

*                            *                                 *

Daxuyaniya wezareta derve ya Nagorno-Karabagê ya di derbarê Kirimê de pesnê “nîşandayina bikaranîna mafê gel a ji bo diyarkirina qederê” dida. Daxuyaniya wezareta derve li dûv naskirina veqetîna Kirimê ya ji aliyê Parlamentoya Komara Nagorno-Karabagê ve hat.

Di axaftineke telefonê ya bi serok Pûtîn re, Serokê Ermenîstanê Sarkîsyan got ku referandûma Kirimê “bikaranîneke din a mafê gelan a diyarkirina qederê ye.” John Heffern ku sefîrê DYA’yê yê Ermenîstanê ye, xemgîniya Washingtonê ya ji bo biryara Hikumeta Ermen a naskirina destdanîna Rûsyayê ya li ser Kirimê anî ziman.

 

Li gorî Gerînendeyê Serdestiya Êrîwanê û Yekitiya Axê ya li ser bingeha Navenda Xebatên Herêmî Richard Giragosyan, liberçavnegirtin û biçûkdîtina eşkere ya Serok Pûtîn a berdêlên hereketên wî, guherîna polîtîkaya Rûsyayê ya beşdariya kêm a bisînorkirina nakokiyan nîşan dide. Di nava vê çarçoveyê de sekneke wiha xwedî îdîa ya Rûsyayê ya ber bi cîranên xwe ve dikare guherîna polîtîkaya ji nişka ve ya Moskowê ya ber bi Nagorno-Karabagê ve pêk bîne. Bi awayekî pir spesîfîk, wî qala sê faktorên ku “Paradîgmaya Pûtîn” a ji bo Nagorno-Karabagê û ji bo herêma mezintir a Kafkasyaya Başûr kir.

Giragosyan texmîn dike ku “pêşiyê, di pêkhatina erozyona bisînorkirinê û hilweşîna sînoran de Pûtîn bi Nagorno-Karabaga ku ber bi  xurtkirina kûrtir a hêz û bandora Rûsyayê ciyekî balkêş pêşkêş dike, niha bi tenê hebûneke xurtir a li Kafkasyaya Başûr pêk tîne.” Duyemîn, Giragosyan nîşan dide ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê ya bi partnerên xwe yên DYA û Fransayê re, Rûsya di dewsa hevkariyê de xebateke veşartî tercîh bike. Sêyemîn, Giragosyan bawer dike ku Rûsya “dikare destkeftineke mezintir lê bi rîsk tercîh bike û pevçûna “qeşa girtî” ya Nagorno-Karabagê dagerîne şerekî germ û bi vî awayî jî avantaj û serbestiya mezintir bi dest bixe.”

Hevalbendiyeke bêyom di civîna di navbera Serokê Gurcîstanê Giorgi Margvelashvili û Serokê azerî Îlham Aliyev de ku biryarê dan ku li ser mijara “yekitiya axê” destekê bidin hevûdû, pêk hat. Vê peymanê bi Nagorno-Karabagê û herêmên cihêxwaz ên Gurcîstanê yên wekî Osetyaya Başûr û Abhazyayê re têkildar bû.

Heta aniha Azerbaycan pir bi şik bû. Bêdengiya wê ya domdar tê famkirin: Eger ew referandûma li Kirimê derkeve Nagorno-Karabag dikare biryara yekbûna bi Ermenîstanê re bigire; eger ew li dijî referandûmê derkeve ew ê Rûsyayê hêrs bike. Eger ew bêalî bimîne wê Serok Pûtîn eşkere bike ku bêalîbûn ne opsiyoneke.

Mijara Nagorno-Karabagê berevajiya mijarên din yekta ye. Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, gelê wê biryara îlankirina rizgariya ji dagirkirineke îlegal da. Li dûv vê, êrîşeke zalimane ya bombebarankirina hedefên sivîl ên li Nagorno-Karabagê û qirkirinên li Bakuyê pêk hatin. Şer, bi serfiraziya gelê Nagorno-Karabagê ya li dijî êrîşa leşkerî ya azerî û serkeftina wê ya di şer de, bi dawî bû. Paşê agirest hat îlankirin.

Komara Nagorno-Karabagê rêvebiriyeke tam demokratîk e. Ew ê hebûna xwe bidomîne û di nava demê de bê naskirin. Mijarên Kosowa û Kirimê wê meşa wê ya ber bi serxwebûnê ve xurt bike û asteng neke.

————

Gotar di 02.04.2014’an de di malpera rojnameya înternetê Asbarez.com’de bi îngilizî hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …