Hevkariya di navbera Baska Bakur û Hikumeta Bask’ê de hat nûkirin

 

 

Peymana hevkariya di qada ziman de ya di navbera Hikumeta Bask û Rêxistina Zimanê Baskî ya li Bakurê Baskê (Euskararen Erakunde Publico) carekê din hat nûkirin. Hevkariya di navbera her du aliyan de ku her sal tê nûkirin, ji bo sala 2014’an ji aliyê berpirsê saziya bask a li bakur François Maitia û  Cîgirê Berpirsê Polîtîkaya Ziman a Hikumeta Baskê li San Sebastianê hat îmzekiririn.

Bi vê peymanê ji bo pêşxistina rewşa zimanê baskî ya li herêma bakur foneke ku ji 1.600.000 euroyan pêk tê, tê avakirin. Rêvebiriyên li herêmên ku baskî tê axaftin ên wekî Hikumeta Herêma Xweser a Bask, Hikumeta Herêma Xweser a Navarrayê, Rêvebiriyên Wîlayetên (Diputacion) Bizkaia, Araba û Gipuzkoa ku di nava Herêma Xweser a Baskê de cî digirin, wê alîkariyê bidin vê fonê. Beşa Polîtîkaya Ziman a Hikumeta Baskê ji niha ve ji bo alîkariya ji fonê re 400,000 euro veqetand.

Vê fona hevkariyê wê ji du paran pêk bê. Para yekemîn ku wê ji 1.250.000 euroyan pêk bê wê ji bo hevkariya dîrekt bê veqetandin. Di vê çarçoveyê de saziyên sereke yên zimanê baskî yên li herêma bakur wê bi awayekî dîrekt vî pereyî wergirin. Para duyemîn ku wê ji 350.000 euroyî pêk bê wê ji bo projeyên saziyên din ên li herêmê bên bikaranîn.

iparralde

Di peymanê de xebatên ku wê di 2014’an de li bakurê baskê bên kirin wiha hatin rêzkirin:

  • Baskîkirina kesên gihîştî: Besatiya (zanebûna) ziman a ji bo kesên gihîştî wê bê terîfkirin û ji bo fêrkirina ziman a bi van kesan wê li ser amûrên cuda lêkolîn bên kirin.
  • Xebata bi ekîbekê ya ji bo zelalkirina sîstema rewşa baskê: Di vê xebatê de wê Beşa Polîtîkaya Ziman, Euskararen Erakunde Publico, Saziya Baskî ya li Herêma Bakur, Euskarabidea ya girêdayê Hikumeta Navarrayê û rêvebiriyên her sê wîlayetên Baskê cî bigirin.
  • Parvekirina agahiyan di warê  qadên cuda yên bi polîtikaya ziman re eleqeder a di navbera Beşa Polîtîkaya Ziman û Euskararen Erakunde Publikoayê de.

Di sala 2011’an de bi armanca başkirina rewşa zimanê baskî ya li bakurê Baskê ya ji bo 2011-2016’an, di navbera Beşa Polîtîkaya Ziman û Euskararen Erakunde Publikoayê de peymanekê hatibû îmzekirin. Her du sazî bi vê peymanê li hev kiribûn ku çalakiyên ku bikaranîn, qelîte û pêkanîna nêzîkbûna ji bo zimanê baskî ya di nava gel de xurt dike, li dar bixin.

Çavkanî: Euskadi.net

 

 

 

 

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …