Sarawak di 1963an de serxwebûna xwe bi dest xist.
Sarawak di 16ê îlona 1963an de tevlî çend herêman Federasyona Malezyayê damezrand.
Malayên serdestîya dewletê bi dest xistin, modeleke navendîparêz a federalîzmê pêşxistin.
Sarawak di 1963an de serxwebûna xwe bi dest xist.
Di 22yê tîrmeha 1963an de rêveberîya kolonyal a Brîtanyayê ji Sarawakê vekişîya.
Berîya vekişînê, walîyê brîtanî Stephen Kalong Ningkan wekî serokwezîr dîyar kir.
Tevlî serokwezîr, hukumeta Sarawakê jî dest bi kar kir.
Loma jî ev yek wekî qonaxa self-determînasyona Sarawakê tê qebûlkirin.
Paşê, çend herêmên ku brîtanî jê vekişîyabûn ji bo damezrandina dewletekê dest bi hevdîtinan kirin.
Di 16ê îlona 1963an de bi Peymana Malezyayê Federasyona Malezyayê hat avakirin.
Di bin federasyonê de otonomîyeke berfireh a Sarawakê û Sabahê hat naskirin.
Lê tevî vê jî, malayên serdestîya dewletê bi dest xistin, modeleke navendîparêz a federalîzmê pêşxistin.
Ev jî bû sebeba protestoyên Sarawakê û ji bo parastina nasnameya herêmê tevgereke otonomîyê hat damezrandin.
Guherîna destûra bingehîn
Malezya di 2021an de destûra xwe ya bingehîn guherand û statuya taybet a Sarawakê naskir.
Di 2022an de sîyasetvanekî sarawakî bû cîgirê Serokwezîrê Malezyayê.
Bi vê re jî, hejmara sarawakîyên di nava wezîrên hukumeta Malezyayê de hatin zêdekirin.
Piştî vê jî, eyaleta Sarawakê ji 1963an û vir ve ji bo cara duyemîn serokwezîrekî hilbijart.
Sarawak di warê aborîyê de jî hin gavan avêt û şîrketa xwe ya petrolê PETROSê damezrand.
Bi vî awayî, Sarawak li ser çavkanîyên xwe yên petrol û gazê bû xwedî gotin.
Sarawak di demên dawî de doza bidestxistina erkên tenduristî û perwerdehîyê dike.
—————————————–
Foto: Ala Sarawakê/Wikipedia
Infowelat