Johnson: Bila tenê îngilîzî bê axaftin?

Wê Ewropa çawa pirzimaniya xwe bidomîne? 28 welatên hevparên Ewropayê 23 zimanan diaxivin. Gotara herî dawî ya Johnson pêşniyaz dike ku her zarokê li Ewropayê  divê herî kêm du zimanên biyanî fêr bibin.

Gelek kes li hember vê derdikevin û dibêjin ku eger hemû karên ewropî bi tenê bi zimanê îngilîzî bê meşandin tiştekî herî zêde pratîk dibe.

Lê mecbûrkirina îngîlîzî dikare di heman deme de dilsoziya ji bo Yekitiya Ewropayê (YE) kêmtir bike. Li parzemîna Ewropayê bêtir axêverên almanî ku di nava wan de çar welatên ku almanî li wir zimanê fermî ye, hene. Axêverên îngîlîzî wekî zimanê dayikê ji pêncan yekê nifûsa Ewropayê pêk tînin. Fransewî jî li Ewropayê xwediyê gelek axêveran e.

Lê sebeba rastiya ku çima polîtîkaya ziman a “bi giranî îngîlîzî” nayê qebûlkirin, ji ber soza YE’yê ya di bin slogana fermî ya “di nava cihêrengiyê de yekitî” ya ji bo endamên wê ne. Ti welat ji bo di bin çerxa homojenkirinê de bê ecikandin beşdarê yekitiyê nebûye. Qanûnên girîng di asta ewropî de tên çêkirin û ewropî xwedî mafê famkirina wan in. Kurtedemek berê YE ji bo welatên biçûk jesteke mezin kir (wekî dayina heman mafê dengdayinê ya ji bo Malta û Almanyayê).

Ji 26 dewletên ji nava 28 dewletên welatên YE’ê re bê gotin ku helbet ew dikarin zimanên xwe yên biçûk ên şêrîn biparêzin lê divê hemû tiştên cidî (kar, karên akademîk, qanûngerî) bi îngîlîzî bê kirin, ji wan daxwazkirina qebûlkirina wan a welatibûna çîna (sinif) duyemîn a zimanî ye. Zimanên ku ji bo zanist an neyên bi kar anîn, nikarin xizna peyvan a hemdem û stîla ji bo pêkanîna vê pêş bixin. Di nava demê de ew her ku diçe di qadên biçûktir de tên bi kar anîn. Di dema dirêj de, wekî almaniya swîsî an galîkiya skotî,  dibe ku ew bi tenê li malê an di navbera kesên pir nêzîkî hev de bên bi kar anîn. Niha îro, li welatên lîberal û alîgirên Amerîkayê yên wekî Danîmarka û Holandayê ku zanebûna îngîlîzî pir zêde ye, mirov ditirsin ku zimanên wan ji bo kêmtir qadan guncaw bê dîtin.

Ya herî baş ev e ku mirov zarokên xwendekar ên ewropî ji bilî îngîlîzî teşwîqî fêrbûna zimanekî din ê biyanî bike. Ev ziman, wekî zimanê almanî dikare bibe zimanekî mezin a ji bo sebebên kar. Ev ziman, ji bo sebebên çandî di heman demê de dikare bibe zimanekî cîran ku wê alîkariyê bike ku ewropî sînoran derbas bikin û cûreyeke têkiliyên nêzîk ku hestên hevaltiyê ava bike û gav bi gav dijminahiyên Ewropayê hinekî din jî ber bi paşerojê ve dahf bide.

Qanûneke fransewî heye ku li gorî wê eger îşaretekê ji bo civakî ji bo zimanekî din bê wergerandin, divê herî kêm ji bo du zimanî bê wergerandin. Ev yek serdestiya îngilîzî ya li ser îşaretên civakî yên fransewî ya bi awayeki hêsan, asteng dike. Şovenîzma fransewî dema hewl dide ku peyvên îngîlîzî li ber çavên civakê qedexe bike dikeve rewşa xwe ya herî xerab. Lê nêzîkbûna welat a ji bo wergerandina îşaretan ne tiştekî xerab e û ne modeleke xerabe ya ji bo fikra berfirahtir a di derbarê ziman de. Fêrbûna îngilîzî ji bo mirovan fikreke pir mezin e. Heta fêrbûna îngilîzî û zimanekî din fikreke mezintir e.

———–

Ji hejmara 17’ê Îlonê ya rojnameya îngilîz The Economist hatiye girtin û ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …