Kurdên şabak ên li Mûsilê di bin gef xwarinê de ne

Kurdên şabak ên li Mûsilê dijîn di çend salên dawî de rastî êrîşên komên çekdar ên girêdayî el-Qaîdeyê tên û di encama van êrîşan de heta niha ji hezarî zêdetir kes hatine kuştin. Rêvebirin şabak didin zanîn ku ji ber ku hem ew kurd in û hem jî piranıya wan na sunî ne, rastî êrîşan tên.

Şemiya derbasbûyî di şîneke şabakan a li navçeya Başîqayê ya 17 km li bakurêrojavayê Mûsilê, êrîşeke întixarî pêk hat û di encam de 28 kes hatin kuştin û 37 kes birîndar bûn.

Di 14’ê Tebaxê de rêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya Iraqê gef li şabakên li rojhilatê Mûsilê xwar û diyar kir an ew ê ciyê xwe terk bikin an jî ew ê bên kuştin. Sê roj piştî vê bûyerê koma navborî êrîşê şabakên li bajêr kir û di navbera çar rojan de 16 kes kuştin. Di vê pêvajoyê de 1200 malbat jî ji bo ji ber sebebên ewlehiyê ji bajêr û derdorê koç kirin.

Li gorî agahiyên ku Desteya Şêwirmendiyê ya Şabak ragihandiye, ji 2003’an û vir ve 1270 şabak hatine kuştin û 6000 malbat ji gundên xwe koç kirine.

Serokê desteya şabak Salim Şabak diyar dike ku wan ji bo parastina erdên şabak lê dijîn ji Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê daxwaza şandina hêzên pêşmerge kirine û dibêje ku ji ber ku komên êrîşkar ên îslamî ketine nava leşker û polêsên iraqî, baweriya şabakan bi wan nayê.

Salim destnîşan dike ku “Digel ku şabak bajarê xwe terk kirine, wê roja ku ew vegerin Mûsilê were, ji ber ku ew der axa wan a ji pêşiyan maye ye” û daxwaz dike ku Xala 140’emîn a Destûra Bingehîn a Iraqê ku destûrê dide ku erdên şabak lê dijîn bi herêma Kurdistanê ve bê girêdan, bi tetbîqkirin.

Nûnerê şabakan ê Konseya Wilayetê ya Mûsilê Gazwan Dawûdî jî dibêje ku bi sedan ciwanên şabak ji bo parastina erdên xwe dixwazin pêşmergetiyê bikin. Dawûdî dide zanîn ku wan ji bo rewşa şabakan bi waliyê Mûsilê re gelek caran hevdîtinan kirine lê tiştekî neguheriye.

Gundên li ser navçeya Başîqa niha di bin parastina pêşmergeyan de ne lê Bartla û Qaraqoş ku piraniya şabak li wir dijîn, di bin kontrola Artêşa Iraqê de ne.

Desteya Şêwirmendiyê ya Şabakan bi armanca mafên kurdên şabak biparêze di 2007’an de hatiye damezrandin. 560 endamên vê desteyê hene ku ji rewşenbîr û şexsiyetên li pêş ên civaka şabak pêk tên.

Şabak di dema Saddam Huseyîn de jî rastî midaxaleyê hatine. Di 1988’an de şabak mecbûr hatine hiştin ku erdên xwe yen li Mûsilê terk bikin û li kampên Herîr, Çemçemal û yên din ên li Kurdistanê hatine bi cî kirin. Bi giştî, di kampanyaya Enfalê de 1,660 malbat mecbûr hatine hiştin malên xwe terk bikin û gundên wan hatine şewitandin.

Ji % 65’ê şabakan bawermendê mezhebekê ku nêzîkî alewîtiyê ye û ji % 35 jî sunî ne. Civaka şabak li 50 gundên li wîlayeta Mûsilê yên girêdayî navçeyên Tilkef, Hamdaniya û Başîqayê dijîn. Li gorî Desteya Şêwirmendiyê ya Şabak, nifûsa civakê di navbera 350,000 û 400,000’î de ye.

Çavkanî:

www.kurdishglobe.net

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …