Ziman

Çîn ji perwerdeya ziman û olê ya li Tîbetê bi fikar e

    Rêvebirên Çînê yên li navçeyeke wîlayeta Sichuan a li Tîbetê ji lîderên lokal xwestin ku xebata ji bo zimanê tîbetî û olê bişopînin. Rêvebiriya li navçeya Kardzeyê (bi zimanê çînî Ganzî) ku li bernameyên perwerdeya zimanê tîbetî û ola bûdîzmê bi guman dinêre, ji bo astengkirinê kete nava …

Bêtir »

Li Parlamentoya Baskê rapora ziman hat pêşkêşkirin

    Rapora salane ya  ELEBIDE (Serwîsa Garantîkirina Mafên Ziman) ya di derbarê zimanê baskî de li Parlamentoya Baskê hat pêşkêşkirin. Di rapora ku ji aliyê Cîgirê Wezîrê Polîtîkaya Ziman Patxi Baztarrika û Gerînendeyê Destekirina Baskî Jokin Azkue ve di 14’ê Gulanê de hat pêşkêşkirin de hemû daxwazên ziman ên …

Bêtir »

Konsolosê îranî û înkara wî ya nasnameya kurd

    Konsolosxaneya Îranê di warê perspektîfa Îranê ya di derbarê têkiliyên wê yên bi Herêma Kurdistanê ya Iraqê de daxuyaniyekê weşand. Vê daxuyaniyê ku li bajarê kurd Silêmanî hat eşkerekirin, ji şaşnaskirin, xerakirin û biçûkxistina îmaja kurdan pêk tê. Daxuyanî bi xerabnîşandayina komara kurd a ewilî ya li Rojhilatê …

Bêtir »

Alaska hebûna zimanên xwecî nas kir

    Parlamentoya Alaskayê 20 zimanên xwecî yên li eyaletê ligel îngilîzî wekî zimanên fermî qebûl kir.  Bi vê encamê piştî Hawayî, Alaska bû eyaleta fermî yê Amerîkayê. Biryara Parlamentoya Alaskayê piştî ku ji aliyê waliyê eyaletê bê îmzekirin, wê têkeve pratîkê. Pêşniyazqanûna 216’an (HB 216) hefteya çûyî ji aliyê …

Bêtir »

Li Amedê damezrandina perwerdeyeke xweser hat nîqaşkirin

    Sempozyûma navneteweyî ya Perwerderdeya bi Zimanê Dayikê: Model, Astengî û Derfet li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a li Amedê hat lidarxistin. Gelek pispor û xebatkarên qada ziman ên ji Tirkiye, parçeyên din ên Kurdistanê, Welatê Bask û Fînlandiyayê beşdarê sempozyûma ku ji aliyê Kurd-Der’a Enqerê û SAMER’ê  (Navenda …

Bêtir »

Kampanyaya hişmendiya ziman a ji bo zimanê frîulî

    Li herêma Friuli-Venezia-Giulia ya li bakurêrojhilatê Îtalyayê, ji bo bikaranîna zimanê friuli (furlan)  kampanyaya hişmendiya ziman hat destpêkirin. Di kampanyaya ku ji aliyê Ajansa Herêmî ya Zimanê Frîulî (ARLEF) tê lidarxistin de, li ser awantajên veguheztina vî zimanî bi zarokan tê sekinandin. Kampanyaya hişmendiyê di 21 Sibatê de …

Bêtir »

Di Roja Zimanê Dayikê de rewşa hin zimanên kêmar

      Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO) bi minasebeta pîrozbahiya 15’emîn salvegera Roja Zimanê Dayikê ya UNESCO’yê, tevlî Kongreya Ûygûr a Cîhanê, Navenda PEN’a Ûygûr û PEN’a Fransewî li ser parastina zimanê dayikê ya kêmaran konferansekê li dar xist.  Rêxistinê di konferansê de pêdiviya krîtîk a parastina zimanê dayikê …

Bêtir »