Perwerde qadeke bingehîn e ku hêzên serdest herdem dixwazin bi riya kontrolkirina wê bernameyên xwe yên tehakumê li ser civakê ferz bikin. Yek ji aliyê herî girîng ê perwerdeyê bikaranîna zimanekî navgîn e. Hêzên zordest polîtîkayên xwe yên ziman ku li ser yekzimaniyê hatine damezrandin, di perwerdeyê de meşandine û di encamê de gelek zimanên komên etnîk ji holê rabûne û hatine marjînalkirin. Li dijî van polîtîkayan, di qada zanista ziman de hin parazvanan cihêrengiya ziman xwestine. Ji ber ku qada perwerdeyê qadeke bingehîn a kuştin an vejîna ziman bûye, herî zêde li ser modelên perwerdeyê yên alternatîf hatiye sekinandin.
Zimanzanên ku bi karê têkiliya ziman û civakê re eleqeder dibin li ser bihevrebûna zimanên serdest û zimanên marjînal ên civakê çend modelên perwerdeya pirzimaniyê pêşve birine. Ev model bi armanca pêkanîna edaleta sosyal û entegrasyona komên etnîk a bi civaka berfireh re li cîhanê hatine bikaranîn. Perû, Hîndistan, Papûa Gîneya Nû, Kanada û DYA çend dewletên ku bernameyên modela pirzimaniyê ji bo komên xwe yên etnîk ên xwecihî meşandine û encamên pozîtîf bidest xistine. Realîteya mijara parastina ziman a ji bo hin kontekstên din ji realîteya li jor hat qalkirin cûdatir e û lewma li van deran modelên cûda yên parastina ziman a bi riya perwerdeyê hatine pêşkêşkirin. Li ciyên ku ji aliyê demografya, mezinbûna axê, standardbûna ziman, nasnemaya etnîk û daxwaza statuyê şert û merc erênî bûne, di dewsa perwerdeya pirzimanî de perwerdeya bi zimanê xwerû ya herêmê an zimanê hatiye kêmarkirin hatiye kirin. Cara ewil vê cûreya perwerdeyê li Quebecê dest pê kiriye û ji bo zarokên ku zimanê wan ên dayikê îngilîzî bûye bi fransî perwerde hatiye dayîn.
Parazvanên zimanê xwerû yên vê herêmê diyar kirine ku ji bo parastina ziman divê fransî bibe zimanê navgîn ê perwerdeyê an na ew ê serdestiya îngilizî li herêmê dom bikin. Paşê ev model ji aliyê hikumeta herêmî ya katalan ve jî hatiye bikaranîn. Tiştekî gelek balkêş e ku li Tirkiyeyê ji bo pêşkêşkirina modeleke perwerdeyê ji bo kurdan ev her du rastiyên ziman yên cîhanê tên tevlîhevkirin. Li Tirkiyeyê alîgirên rizgariya zimanan bi salan doza perwerdeya bi zimanê dayikê kirin. Lê di van salên dawî de retorîkeke nû ji aliyê hin saziyên sivîl û akademîsyenên li dora van saziyan tê pêşkêşkirin. Di weşanên ERG’yê, DISA û UKAM’ê de dev ji perwerdeya bi zimanê dayikê tê berdan û di dewsa vê de perwerdeya duzimanî an pirzimanî tê pêşkêşkirin. Di van hemû pêşniyazan de tirkî cihekî bingehîn digire. Dîsa, tiştekî qasî vê mijarê balkêş û sosret e ku heta niha ti rewşenbîr an saziyên kurd vê midaxelaya sivîl-akademîk a li ser zimanê me rexne nekirine. Divê bê zanîn ku modelên perwerdeyê yên ku li ser navê duzimanî an pirzimaniyê li welatê me statuya tirkî û kurdî dike wekî hev tê wateya domandina asîmîlasyonê bi metodên nerm.
Necat Ayaz
Azadiya Welat – 06.02.2015