Kurtedîrok
Danezana Gironayê ya Mafên Ziman di civîna Komîteya Werger û Mafên Ziman a PEN’a Navneteweyî ku di Gulana 2011’an de li bajarê Gironayê ya li Katalonyayê hat lidarxistin de, derket holê. Danezan, di Îlona 2011’an de di Civîna Giştî ya Kongreya Salane ya 77’emîn a PEN’a Navneteweyî de hat qebûlkirin. Danezana Gironayê ya Mafên Ziman naveroka Danezana Unîversal a Mafên Ziman ku di 1996’an de li Barselonayê hatibû qebûlkirin armancên PEN’a Navneteweyî ya ji bo xurtkirina mafên ziman û wergerê ya li seranserê cîhanê bi kurtahî tîne ziman.
Danezana Gironayê ya Mafên Ziman
1- Cihêrengiya ziman mîrateya cîhanê ye ku divê rûmeta wê bê zanîn û parastin.
2- Rêzdariya ji bo hemû ziman û çandan ji bo pêvajoya avakirin û domandina diyalogê û aştiyê ya li cîhanê mijareke bingehîn e.
3- Hemû takekes di nava dilê civaka ku jiyan, ziman, çand û nasnameyê dide wan de fêrî ziman dibin.
4- Zimanên cuda û riyên cuda yên axaftinê ne tenê amûrên ragihandinê ne; ew di heman demê de hawîrdora ku mirov tê de mezin dibin û çand tê de tê avakirin e.
5- Her civaka ziman xwedî mafê ku zimanê wê li ser axa wê wekî zimanê fermî bê bikaranîn e.
6- Zimanê perwerdeya li dibistanan divê alîkariya prestîja zimanê ku ji aliyê civaka ziman a li ser erdê wê tê axaftin, bike.
7- Zanîneke gelemperî ya zimanên cihê ya ji aliyê welatiyan tiştekî tê xwestin e, ji ber ku vê yekê destekê dide empatî û vekirîbûna entelektuel û alîkariya kesekî dike ku ew bi awayekî kûr zimanê xwe bizanibe.
8- Wergerên tekstan, bi taybetî berhemên mezin ên ji çandên cihêreng, di pêvajoya famkirin û rêzdariya mezintir a di nava mirovahiyê de hêmaneke pir girîng temsîl dike.
9- Medya, ji bo xebitandina cihêrengiya ziman û bi awayekî têrtije û xurt bilindkirina prestîja wê dengekî bi îmtiyaz e.
10- Mafê bikaranîn û parastina zimanê kesekî divê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî mafên mirov ên sereke bê naskirin.