Bêcirman navê xwe yê esil bi dest xist

 

 

Wezîre Aboriyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek li gundekî Kercewsê tabelaya ku navê esil ê gund li ser bû, bi cî kir.

Şîmşek tevlî Qeymeqamê Kercewsê di 25’ê Gulanê de hat gundê Bêcirmanê ku navê Vergili lê hatibû kirin û li hizûra komeke mirovên hatibûn pêşwaziya wî, tabelaya ku li ser “Becirman” hatibû nivîsandin li ser riya ketina gund de bi cî kir.

Wezîr Şîmşek li gund axaftineke kurt kir û got ku ji salên 1920’an û vir ve li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk navên ji sêyan yekê gundan hatine guherandin û axaftina xwe wiha dom kir: “Îro vê gavê gaveke sembolîk e. Me îsal di çarçoveya Pakêta Demokratîkbûnê de derfeta guherandina navên gundên me yên ku navên wan di nava demê de hatine guherandin, anî.”

Şîmsek di derbarê çîroka guherandina navê Bêcirmanê de wiha axivî: “Di dema Osmanî de ji vî gundî bac nedihat xwestin û lewma navê vî gundî di wateya bacnedanê de ‘Bêcirman’ bûye û dema vî navî hatiye tirkîkirin navê ‘Vergili’ lê hatiye kirin. Bi vî awayî, berevajiya navê esil navekî din lê hatiye kirin. Îro bi riya erêkirina biryara gund a ji aliyê Lîjneya Wezîran ve, gund careke din navê xwe yê esil bi dest xist.”

Çavkanî: Basnews.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …