Li Parlamentoya Pakîstanê nîqaşên li ser statuya zimanên li welat tên axaftin hatin meşandin. Du pêşniyazqanûnên ku tê de zimanên herêmî statuya fermî werdigirtin û bû mijara nîqaşan ji aliyê Parlamantoya Pakîstanê ve hatin redkirin.
Pênc zimanên ku ji bo wan bidestxistina statuya fermî hatin pêşniyazkirin li eyaleta Hayber-Paktûnwa û herêma Gilgit-Baltîstanê tên axaftin. Tê ragihandin ku vê helwesta parlamentoyê wê di nava welatiyên ku van zimanan diaxivin bibe sebeba bêaramiyê.
Pêşniyazqanûna ewilî ku ji aliyê lîderê Partiya Neteweyî ya Awamî Hacî Adîl ve hatibû pêşniyazkirin ji aliyê parlamentoyê ve di 1’ê Tîrmehê de hat redkirin. Di pêşniyazqanûnê de Adil xwestibû ku tekane statuya zimanê fermî ku bi xala 251’emîn a Destûra Bingehîn ji bo zimanê ûrdû hatiye diyarkirin bê guherandin û di heman xalê de zimanên pencabî, sîndî, peştû, belûcî û seraîkî jî wekî zimanên fermî bên nîşandayîn.
Bi pêşniyazqanûneke duyemîn ku ji aliyê Marvî Memon ê ji Lîga Misilman a Pakîstanê-Nawaz (PML-N) ve hat pêşniyazkirin jî guherîna heman xala Destûra Bingehîn hat kirin. Di pêşnviyazqanûnê de hat xwestin ku statuya fermî ji bo zimanên belûcî, baltî, barahvî, pencabî, peştû, şîna, sîndî, seraîkî û hîndko bê naskirin. Lê qedera vê pêşniyazqanûnê jî bû wekî ya berê û Komîteya Hiqûq, Edalet û Mafên Mirov a Parlamentoya Neteweyî di 16’yê Tîrmehê de pêşniyazqanûnê red kir.
Zimanên baltî, peştû, şîna û û hîndko li eyaleta Hayber Paktûnwayê ya li bakur û herêma Gilgit-Baltîstanê ya li bakurêrojhilatê Pakîstanê tên axaftin. Zimanê seraîkî ji aliyê beşeke mezin a gelê li başûrê Hayber-Paktûnwayê ve tê axaftin.
Çavkanî: Unpo.org