Macarên li Ûkraynayê nasnameya xwe diparêzin

 

 

Zakarpattia herêmeke li başûrêrojavayê Ûkraynayê ya nêzîkî sînorên Slovakya, Romanya û Macarîstanê ye. Hebûna gelê macar a li hin navendên vê herême pir xurt e. Hikumeta Macarîstanê destekê dide parastina hemû mafên etnîk ên macar li ênvê herêma nêzîkî sînorên xwe.

Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban di demên dawî de da xuyakirin ku “Eger mafên kêmarên xwe qebûl neke ku di nava wan de macar jî hene, Ûkrayna ne dikare bi îstikrar be ne jî dikare bibe demokratîk. Partiya Orban Fidesz cara ewilî kesekî ji herêma Zakkarpattiayê bi armanca temsîlkirina Macarîstanê şand Parlamentoya Ewropayê.

Li Macarîstanê partiya rastgir a macar Jobbik ku di hilbijartina Nîsanê ya li Macarîstanê ji % 20’ê dengan girt, destekê dide doza macarên li Ûkraynayê. Lê berevajiya vê partiya ku banga bidestxistina herêma macar a li Ûkraynayê kir, serokwezîr Orban ji bo macarên li vî welatî doza “xweseriya çandî” dike. Lîderê civaka macarên li Ûkraynayê jî destekê didin doza xweseriya macaran.

Lê li vir gelek kes doza desentralîzyonê jî dikin. Berpirsê fermî yê herêmê yê li Uzhhorodê Laszlo Brenzovics ku ew jî macar e,  ji ber navendîbûna wê, sîstema Ûkraynayê rexne dike û wiha dibêje: “Niha sîstema me ev e. Sîstem pir û pir navendî ye. Û biryara hemû mijaran bi tenê ji aliyê Kiyewê tê dayîn. Ev ne demokrasî ye an xwe-rêvebirin e.”

zakarpattia oblast

Li Berehove û Uzhhrodê rewşa ziman

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Împaratoriya Awistirya-Macarîstan hilweşiya û ji ber vê bûyerê Macarîstan ji duyan sêyê erda xwe winda kir. Piraniya vî erdî niha li ser Slovakya, Romanya û Hirwatîstanê maye. Zakkarpattia ku ji aliyê macaran wekî Transkarpatya tê binavkirin, piştî şer bû parçeya Çekoslovakyayê. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di 1945’an de jî herêm tevlî komara Ûkraynayê ya Yekitiya Sovyetê hat kirin.

Welatiyên bajarê Berehove ku nifûsa wê 24,000’e û 5 km dûrî Macarîstanê ye, di heman demê de xwedî pasaporta macar in. Li vir zarok dikarin biçin dibistanên macar ku ji aliyê Bûdapeşteyê tê fînansekirin û welatî dikarin di hilbijartinên Macarîstanê de dengên xwe bidin. Nîvê nifûsa Berehoveyê ji macaran pêk tê û li bajêr bi giranî zimanê macarî tê bikaranîn.

Li bajarê Uzhhorodê macar ji % 10’ê nifûsê pêk tînin lê digel vê zimanê macarî di rêvebiriya lokal de fermî ye. Li gorî qanûnekê ku di 2012’an de ji aliyê Ûkraynayê hat qebûlkirin, li ciyên ku kêmareke etnîk ji % 10’ê nifûsê pêk bîne, zimanê vê kêmarê ligel ûkraynî dibe zimanê fermî yên vê herêmê. Di vê çarçoveyê de vî zimanî hem di saziyên fermî de hem jî di dibistanan de tê bikaranîn.

Çavkanî: Rferl.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …