Mamosteyê katalan ji bo ziman dest bi greva birçîbûnê kir

 

 

Giravên Balearê ku rêvebiriya wê dixwaze hebûna katalanî di perwerdeyê de kêm bike, carekê din bi berxwedana ji bo ziman ket rojevê. Mamosteyê katalan Jaume Sastre yê li dibistaneke Mallorcayê bi armanca ku hikumeta herêmî di warê tetbîqkirina qanûna ziman a perwerdeyê de bi mamosteyan re hevdîtinê pêk bîne, di 8’ê Gulanê de dest bi greva birçîbûnê kir.

Mamoste Sastre ku endamê Meclîsa Mamosteyan a Giravên Balearê ye dixwaze bi çalakiya xwe balê bikişîne ser qanûna sêzimanêyê ku ji aliyê hikumeta spanyol ve hatibû qebûlkirin û niha ji aliyê hikumeta Herêma Xweser a Balearê ve dixwaze bê tetbîqkirin.

Bi armanca destekirina grevê, saziya Help Catalonia kampanyayeke navneteweyî da destpêkirin. Ji kesê destekê didin vê kampanyayê tê xwestin ku posterên spî an kesk ku li ser “piştgiriya” bi greva birçîbûnê re hatiye nivîsandin ji înternetê daxin.

jaume sastre

Di 2012’an de jî mamosteyên katalanîparêz ên li herêmê bi armanca parastina katalanî destekê dabûn greveke din a birçîbûnê ku ji aliyê Jaume Bonet ve hatibû destpêkirin û hejdeh roj dom kiribû.

Alîgirên zimanê katalanî yên li giravan diyar dikin ku ew ne li dijî li dibistanan fêrkirina sê zimanan e lê bi vê qanûnê ciyê katalanî yê perwerdeyê de tê bisînorkirin. Hikumeta niha yê li vê herêmê ji aliyê partiya neteweperestên spanyol PP (Partiya Gel) ve hatiye damezradnin û vê partiyê guh nade doza parastina zimanê katalanî ku ji aliyê mamoste û aktîvîstên din ên katalan li herêmê tê meşandin.

Giravên Balearê ji giravên Mallorca, Menorca, Ibiza û Formenterayê yên li rojavayê Derya Spî ku nêzîkî Katalonyayê cî digirin, pêk tê. Berfirehbûna herêmê qasî 5000 km2 ye û nifûsa wê qasî 1,100,000 ye. Li Herêma Xweser a Balearê spanyolî û katalanî zimanê fermî ne. Girav ji sedsala 13’emîn heta destpêka sedsala 18’emîn di destê rêvebiriya wê demê ya katalan de maye û lewma tevgerên katalanparêz herdem giravan di nava sînorên “welatên katalan” de nîşan didin.

Çavkanî: Helpcatalonia.cat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di …