Di van salên dawiyê de Serwîsa Baskî ya Şaredariyê bi alîkariya komele û federasyonên kar ên li bajarê San Sebastîanê kursên zimanê baskî li dar dixe. Heta niha di van kursan de bi sedan kesên dilxwaz hatine perwerdekirin. Berpirsê Baskî û Çandê ya Rêvebiriya Şaredariyê Nerea Txapartegi diyar dike ku …
Bêtir »Fransewî li Madagaskarê paş de diçe
Li Madagaskarê ku koloniyeke kevn a Fransayê bû, zimanê fransewî her ku diçe di jiyana rojane de paş de diçe. Li welat, fransewî û zimanê otokton malagasî zimanên fermî ne lê niha malagasî ji fransewî bêtir tê axaftin. Malagasî di demên dawî de bûye zimanê serdest ê li kolan û …
Bêtir »Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê tije bû
Zanîngeha Artûklûyê ya li Mêrdînê diyar kir ku ew ê di sala perwerdeyê ya 2013-14’an de 270 xwendekaran ji bo Beşa Ziman û Çanda Kurdî bigire. Li ser vê nûçeyê, bi sedan xwendekar serî li zanîngehê dan. Midûrtiya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê diyar kir ku ew ê îsal ji …
Bêtir »Di dibistanên taybet de perwerdeya bi kurdî wê pêkan be
Hat bihîstin ku gava herî balkêş a di Pakêta Demokratîkbûyinê de ku ji Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan re hatiye pêşkêşkirin, di warê perwerdeya zimanê dayikê de ye. Bi vê pakêtê tê xwestin ku di dibistanên taybet de pêşiya perwerdeya zimanê dayikê bê vekirin. Pakêta ku pêşkêşî Erdogan hatiye kirin, ji …
Bêtir »Li hember çalakiya ziman lêpirsîn
Li Amedê ji aliyê Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî li hember 1500 mamosteyên ku di 15 Gulanê de saetek dersa kurdî dane, lêpirsîn hat vekirin. Bi armanca lêpirsînê, îfadeya 10 mamosteyên çalakger hat girtin. Li ser vê bûyerê, Şaxa Amedê ya Egîtîm-Senê vê çalakiyê parast û reaksiyon nîşanî lêpirsînê da. Şaxa Amedê …
Bêtir »Pirtûkek nû li ser cihêrengiya ziman a li Ewropayê
Li ser cihêrengiya ziman a li Ewropayê pirtûkek bi katalanî hat weşandin. Pirtûka bi navê “Yekitiya Ewropayê: Mozaîkeke Zimanî” ji aliyê profesorê Fîlolojiya Katalanî û Zimanzaniya Giştî ya Zanîngeha Giravên Balearê Jaume Corbera hat nivîsandin. Naveroka pirtûka ku ji 316 rûpelan pêk tê, ji aliyê cografîk ve bi sînorên Yekitiya …
Bêtir »Dayikino, hay ji zimanê xwe hebin!
Nîvro bû, dersa min qediya bû, ez ji dibistanê derketim û heta rawestgehê meşiyam. Di rê de ez difikirîm, ka îro ez ê bi kurdî çi bixwînim. Kovara Hawarê hat bîra min, ma ne min heta hejmara 23’an xwendibû? Divê ez hejmarên din jî bixwînim. Ji hişmendî, zanîn û hestên …
Bêtir »Puanê Beşa Zimanê Kurdî ji yê Tirkî bilindtir bû
Li zanîngehên Mêrdînê, Mûşê û Çewlikê (Bîngol) ji bo mamostetiya kurdî, Beşa Ziman û Wêjeya/Çanda Kurdî hatibû vekirin. Li van zanîngehan, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî jî heye. Lê, îsal puanê beşa kurdî ji beşa tirkî zêdetir bû. Encama Azmûna Bicîhkirinê ya Lîsansê (LYS) ya 2013 û 2014’an diyar bû. …
Bêtir »Li Fînlandiyayê rapora ziman hat weşandin
Rapora li ser meşandina hiqûqa siyaseta ziman a li Fînlandiyayê eşkere kir ku di ware peydakirina xizmetan bi her du zimanên fermî –fînî û swêdî- problem didomin. Rapora hikumetê, di heman demê de nîşan da ku dijwariyên hin komên ziman ên cihêreng jî hene. Li gorî stratejiya ziman a neteweyî, …
Bêtir »Li Meksîkayê rêzefîlma bi zimanê maya
Televîzyona Meksîkayê di dîroka xwe de cara pêşiyê dest bi weşandina rêzefîlmekê bi zimanê maya kir. Rêzefîlma Baktun, dixwaze bi riya lehengê bi nave Jacinto Juul Kiin hişmendiyekê di derbarê ziman û çanda maya de derxe hole. Rêzefîlma mêtrajdirêj wê ji 15’ê Tîrmehê heta meha Îlonê di televîzyonê de bê …
Bêtir »Li Togoyê hewldanên parastina zimanên lokal
Pisporên ziman texmîn dikin ku ji ber bajarbûnê, pêşketina aborî û globalbûnê wê 6000 zimanên cîhanê di dawiya vê sedsalê de ji holê rabin. Li Afrîkayê 2000 ziman tên axaftin û Togo xwedîtî ji 39 zimanên Afrîkayê dike. Profesor N’buke Adovi Goeh-Akue yê li Zanîngeha Lomeyê dixebite, yek ji wan …
Bêtir »Li Mêrsînê sertîfîqayên kurdî hatin dayîn
Ciwanên ku qursa kurdî ya ji aliyê Navenda Şêwirmendiya Ciwanan a Şaredariya Akdenîzê û Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Mêrsînê hat lidarxistin qedandin, sertîfîqayên xwe wergirtin. Bi merasîmeke ji bo vê mijarê hat li dar xistin de sertîfîqayên 20 ciwanan hatin dayîn. Endamên Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Kenan Şen û Cemîl Elden, …
Bêtir »Bikaranîna baskî di rêvebiriya herêma xweser de zêde bûye
Departmana Perwerde Polîtîkaya Ziman û Çandê ya hikumeta Baskê, di derbarê Periyoda IV’emîn a Pîlankirinê de (2008-2012) da zanîn ku bikaranîna zimanê baskî di rêvebiriya Herêma Xweser a Baskê de pêş de çûye. Wezîrê departmanê Cristina Uriarte got ku “ji 25 salan û vir ve rêvebiriya baskê duzimanî ye û …
Bêtir »Parlamentoya Polînezyayê daxwaza fermîbûna zimanên li welat kir
Parlamentoya Polînezyaya Fransî daxwaz kir ku zimanên li welat tên axaftin li meclîs û hikumeta herêmî bibe fermî. Ev daxwaz piştî ku Fransa bi sebeba ku rûniştina meclîsa Polînezyayê bi zimanê tahîtî hatiye kirin du biryarên meclîsê betal kirin, hate kirin. Parlamento, 5’ê Tîrmehê li ser betalkirina du biryarên ku …
Bêtir »Li Baxlerê qursa kurdî bi dawî bû
Qursa zimanê kurdî ya li Mala Jinê ya Kardelenê hate lidarxistin bi pêkanîna azmûnekê bi dawî bû. 20 jinên qursiyer ên Kardelenê beşdarî azmûna kurdî bûn. Qursa kurdî ya li Kardelenê ku bi ser Şaredariya Baxlerê ve ye, meha Gulanê dest pê kir. Di destpêkê de 25 jinên qursiyer beşdarê …
Bêtir »Xwendekarên Kurdolojiyê ji Artûklûyê mezûn bûn
Di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara pêşî ji beşa kurdî ya zanîngehekê xwendekar dîploma girtin. Xwendekarên Enstîtuya Kurdolojî ya Zanîngeha Artûklûyê ya li Mêrdînê ku bûn xwedî dilşadiya qedandina beşa kurdî, bi merasîmekê dîplomayên xwe girtin. Merasîma ji bo 500 xwendekarên ku ji bernameya Lîsansa Bilind a Bê Têz mezûn, …
Bêtir »Kesê ku bi tirkî nizanibû nehat muayenekirin
Li Îzmîrê jineke kurd a bi navê Dilşah Sönmez ji ber ku bi tirkî nizanîbû li polîklînîka Diran û Dev a Bornovayê rastî heqareta doktorekê hat. Sönmez’a ku di 13’yê Hezîranê de ji bo tedawiya diranan çû nexweşxaneya navborî ji aliyê doktor Behiye Meysun Karaüzüm ve nehat tedawî kirin û …
Bêtir »Perwerdeya duzimanî li Fransayê bû fermî
Di dîroka perwerdeyê ya Komara Fransayê’de cara pêşiyê bi awayekî qanûnî perwerdeya zimanên kêmaran hate qebûlkirin. Xala 27’an a ku di çarçoveya qanûna dibistanan de hate qabûlkirin de derfet dide ku “hînkirina perwerdeya herêmî” an “perwerdeya bi duzimanî ya di zimanê fransewî û zimanê herêmî” de di …
Bêtir »