Zimanê sardî dikeve nava sîstema perwerdeya fermî

 

 

Hemû partiyên siyasî yên li Meclîsa Herêmî ya Sardînyayê li hev kirin ku di sala bê de li dibistanan bi zimanê sardî jî perwerde bê kirin. Li gorî peymana ku partî li ser lihevkirin, li ser daxwaza malbatan wê zarok bikaribin ji pêşdibistanê heta dibistana navîn bi zimanê sardî perwerdeyê bibin.

Pêşniyazqanûna nû ku wê di qanûna ziman a 1997’an de çend guherîn pêk bîne, di hefteyên li pêşiya me wê bê qebûlkirin. Di peymanê de tê diyarkirin ku wê zimanê sardî hem wekî dersekê û hem jî wekî zimanê navgîn ê dersê di mifredatê de cî bigire. Di gava ewil de wê qanûna ziman a nû ji bo pêşdibistanan di sala perwerdeyê ya 2015-16’an de û ji bo dibistanên seretayî di sala perwerdeyê ya 2016-17’an de têkeve meriyetê.

Malbatên ku bixwazin ji vê derfetê îstifade bikin divê formeke nivîski tije bikin lê qanûna nû zelal nake ku ji bo vekirina polên ku perwerdeya zimanê sardî an perwerdeya bi zimanê sardî lê bê kirin çend xwendekar pêwîst in.

Bi armanca fînansekirina perwerdeya tê qalkirin Meclîsa Herêmî ya Sardînyayê ji bo sê salên bê ji dibistanan re 3 milyon euroyê pêvek veqetand. Di qanûnê de hatiye diyarkirin ku ji bo perwerdeya mamosteyên bi sardî dikarin perwerdeyê bikin wê bi zanîngehan re peyman bên çêkirin.

Sardînya giraveke xweser a li rojavayê Derya Spî ye ku girêdayî Îtalyayê ye. Berfirehbûna erdên giravê 24.090 km² û nifûsa wê 1.660.000’e. Li Sardînyayê zimanê fermî îtalyanî ye lê sardî jî ji aliyekî beşeke civakê tê axaftin.

Çavkanî: Nationalia.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …