Çerkezî li Duzceyê vedije

 

 

Beşa Ziman û Wêjeya Çerkez a girêdayî Zanîngeha Duzceyê ya li rojavayê Tirkiyeyê bi lez pêş dikeve. Beşa navborî ku li Tirkiyeyê tekane beşeke zanîngehê ye lê perwerdeya çerkezî (adixabze) tê kirin, hewl dide bi riya fêrkirina zimanê çerkezî û lêkolînên li ser çand û zimanê adige alîkariyê ji parastina cihêrengiya çandî ya li Tirkiyeyê re bike.

Beşa Ziman û Wêjeya Çerkezî ya di bin banê Ziman û Çandên Kafkasî ya Fakulteya Fen û Wêje ya Zanîngeha Duzceyê de, di sala perwerdeyê ya 2013-2014’an de bi 21 xwendekaran hat vekirin. Rêvebiriya beşê plan dike ku di sala perwerdeyê ya bê de jimara xwendekaran derxe 30’î.

Li beşê perwerdeya zimanê çerkezî 4 sal didome û kadroyeke akademîk a xurt ku piranî çerkez in, dixebite. Rêvebiriya Zanîngeha Duzceyê ji bo xebitandina akademîsyenên çerkez îsal bi Zanîngeha Dewletê ya li Komara Adîgeyê re peymanekê îmze kiriye û di çarçoveya vê peymanê de niha Prof. Dr. Mira Khachemizova, Doç.Dr.Susana Shkhalakhova û Doç.Dr. Ruzana Doleva li beşê dest bi kar kirine.

cdeb_logoLi Fakulteya Fen û Wêjeyê ji bilî çerkezî Beşa Ziman û Çanda Gurcî jî heye û li vê beşê 12 xwendekar perwerdeya xwe didomînin. Li her du beşan zimanên îngilîzî û rûsî jî wekî zimanên duyemîn û sêyemîn tên fêrkirin. Beşa Ziman û Wêjeya Çerkez dixwaze ligel perwerdeya çerkezî xwendekar dersên Zimanzanî (Lîngûîstîk) û Sosyolîngûîstîk ku her du jî dersên hilbijarî ne, werbigirin û di van her du qadan de xwe pêş bixin.

Beş, di heman demê de hewl dide ku xwendekar ligel fêrbûna zimanê çerkezî, Felsefaya Jiyana Adige ya bi navê Adixe Xabzeyê jî fêr bibin û wê di nava civaka çerkez de zindî bihêlin. Ji bo vê armancê, beş bi komeleyên çerkez ên li Duzce û li derdorê re hevkariyê dike û dixwaze di destpêkê de li gundê Koprubaşi Omer Efendî Mala Zanist, Çand û Hunerê ya Adige ku wê hemû çavkaniyên di derbarê ziman, çand û civaka adige de tê de hebin, damezrîne. Paşê tê xwestin ku navendên bi vî rengî li gundên din ên Duzceyê jî bên vekirin.

Di nava vê projeyê de tê plankirin ku di destpêkê de ji bo her xwendekarê ji 30 xwendekarên ku wê îsal li Beşa Ziman û Wêjeya Çerkezî dest bi perwerdeyê bikin, odeyekê bê dîzaynkirin. Ji vê modela bicîkirin û bersivandina hemû pêdiviyên xwendekaran re modela Adixe Wune tê gotin.

Çavkanî: Duzce.edu.tr / Kaffed.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …