Alsas daxwaza xurtbûna xweseriya xwe dike

 

 

Parçeya yekemîn a reforma nexşeya terîtoryal a Fransayê ku du hefte berê ji aliyê Parlamentoya Fransayê ve hatibû qebûlkirin, piştî Bretonyayê li herêma Alsasê jî bû sebeba nerazîbûnan.

Li gorî reforma nû, wê li rojhilatê Fransayê herêmeke makro bê damezrandin û Alsas ligel herêmên Lorraine û Champagne-Ardennesê vê tevlî vê herêmê bibe. Piraniya wekîlên alsasî ên li Parlamentoya Fransayê vê guherîna nû ku reform ji bo Alsasê bi xwe re tîne protesto kirin. Nûnererên alsasî diyar dikin ku aliyên hevpar ên Alsas û Champagne-Ardennesê pir kêm in û ew fikaran dikin ku wê rêvebiriya herêma nû têkeve destê navendeke bêtir nêzîkî Parîsê.

Bi armanca dîtina alternatîfekê ya li hember reformê, nûnerê alsasî pêşniyazeke nû ji bo raya giştî ragihandin. Di pêşniyazê de tê nîşandayîn xweseriya Alsasê bê xurtkirin. Vê pêşniyazê ji aliyê wekîlên ji partiya UMP-UDI ya alsasî yên li Parîsê bi daxuyaniyeke hevpar di destpêka vê hefteyê de hat ragidandin. Heman pêşniyaz ji aliyê serokê herêma Alsasê Philippe Richert û serokê departmana (wîlayet) Bas-Rhinê Guy-Dominique Kennel jî hat îmzekirin.

carte-alsace2

Di teksta daxuyaniya hevpar de du riyên ji bo reorganîzasyona îdarî ya Alsasê ku ji aliyê nûnerên alsasî dikarin bên qebûlkirin hatin destnîşankirin. Li gorî riya yekemîn, ew destekê didin yekbûna Alsas û Lorraineê. Bi riya duyemîn jî nûnerên alsasî dixwazin ku konseyên giştî yên Bas-Rhin û Haut-Rhinê di bin banê Konseya Herêmî ya Alsasê de bibin yek û bi vî awayî Alsas bikaribe zêdetir hêzên xwerêvebirinê bi dest bixe.

Pêşniyaza konseyeke xurt ku hemû Alsasê temsîl bike di Nîsana 2013’an de bi referandûmeke ji hilbêjêrên her du departmanên Alsasê hatibû pirsîn. Beşdariya ji bo vê referandûmê qasî ji % 40’î pêk hatibû û hilbijêrên Haut-Rhinê vê pêşniyazê red kiribûn.

Alsas herêmeke biçûk ê li bakurêrojhilatê Fransayê ya li kêleka sînorê Almanyayê ye ku berfirehbûna wê qasî 8,280 km2 ye. Nifûsa herêmê 1,800,000’î (2008) zêdetir e. Di dîrokê de demeke dirêj Alsace di destê dewletên alman de maye û ji ber vê yekê ji aliyê ziman ve almaniya jêr hîn jî bi giranî li başûrê hêrêmê tê zanîn an tê axaftin.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …