Li Sîlezyayê meşa ji bo xweseriyê

 

 

Li herêma Sîlezyayê ya li başûrê Polonyayê 5,000 kes ji bo xweseriya herêmê meşiyan. Di meşê de ji Polonyayê hat xwestin ku nasnameya etnîk a Sîlezyayê nas bike û mafê xweseriyê ya herêmê qebûl bike.

Meşa ji bo xweseriyê ji aliyê Ruch Autonomii Slaska (RAS-Tevgera Xweseriya Sîlezyayê) ve di 15’yê Tîrmehê de li bajarê Katowice ya li Sîlezyayê hat lidarxistin. Di dawiya meşê de RAS daxwaznameyeke ku ji aliyê 124,000 welatiyên sîlezî hatibû îmzekirin pêşkêşî Parlamentoya Polonyayê kir. Di daxwaznameyê de ji Polonyayê hat xwestin ku nasnameya xweserû ya Sîlezyayê û xweseriya wê qebûl bike.

Xwepêşander ji Polonyayê daxwaz kirin ku tavilê li welat desentralîzasyonê bide destpêkirin û statuya xweser bide Sîlezyaya Jor ku bingeha alîgirên RAS’ê pêk tîne. Tevgera Sîlezî di dema dirêj de ji bo Sîlezyaya Jêr jî xweseriyê dixwaze.

herêma sîlezyayê

Wekîlê kevn ê katalan û endamê rûmetê yê EFA’yê (Hevgirtina Azad a Ewropayê) Bernat Joan jî beşdarê meşa li Sîlezyayê bû. Joan nêrînên xwe yên di derbarê mijarê de wiha anî ziman:

“Ez ji bo xweseriya Sîlezyayê destek bikim hatim vir. Em hemû kesên ku mafên bingehîn ên mirovî û sivîl û azadiyan diparêzin ku di nava van de mafên kolektîf jî hene, destek dikin. Em fikra ku eger hêz bê desentralîzekirin, eger mafê xweîfadekirinê û pere li gelan û herêmên ku xwedî hebûna kolektîf in bên vegerandin, welat baştir tên birêvebirin.”

Joan got ku Polonyayeke yekgirtî dewleteke ku ji sedsala 19’emîn maye û “Polonyayeke federalbûyî tevlî sîleziyên ku ji bo pêşeroja xwe biryarê didin, tê wateya pêşdeçûyinê.

RAS di hilbijartinên dawî de li herêmê 120,000 deng wergirt û niha di meclîsa wîlayeta Sîlezyayê de xwedî sê kursiyan e.

Di serjimara 2011’an de li herêmê hebûna 850,000 sîlezî hatiye naskirin lê Polonya bi awayekî fermî naskirina vê koma etnîk red dike. Di çarçoveya Qanûna Kêmaran a li Polonyayê de bi tenê hebûna karaîte, lemko, roman û tatar tê qebûlkirin.

Çavkanî: E-F-A.org

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …