Li Hong Kongê meşa mezin a ji bo demokrasiyê

 

 

Li Hong Kongê di 17’emîn salvegera dewrkirina bajêr ji Çînê re protestoyên mezin ên ji bo demokrasî û parastina xweseriyê hat lidarxistin. Di midaxaleya polîsan de bi sedan xwepêşanderên hong kongi hatin girtin.

Saziyên ku meşê lidarxistibûn dan xuyakirin ku ji 500,000’î zêdetir kes beşdarê meşê bûne û ev ji dema dewrgirtina bajêr û heta niha çalakiya herî mezin a ji bo parastina mafên bajêr e. Lê polîs îdîa kir ku qasî 98,600 kes beşdarê meşê bûne. Pisporên ji Zanîngeha Hong Kongê jî texmîn kirin ku jimara beşdaran di navbera 154,000 û 172,00’an de bûye.

Girseya mezin riya qasî 5 km ya di nava taxên navendî yên kar re derbas bûn. Di meşê de posterên belgeya ku ji aliyê hikumeta Çînê ve hatibû amadekirin ku tê de hêzên Hong Kongê hatibûn bisînorkirin li erdê hatin raxistin û xwepêşander di ser wan re derbas bûn. Paşê li navenda kar û li ber rêvebiriya Hong Kongê çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin. Polîs midaxelaya van her du çalakiyan kirin û ji 500’î zêdetir xwepêşanderan xistin bin çav.

Johnson Yeung Ching-yin ê berpirsê Eniya Sivîl a Mafên Mirov ku yek ji organîzatorê çalakiyê bû, da xuyakirin ku vê çalakiyê ji bo reforma siyasî ya li Hong Kongê gaveke bingehîn e û wiha dom kir: “Em dikarin nîşanî cîhanê û hikumeta navendî bidin ku gelê Hong Kongê pir zêde demokrasiyê dixwaze û em ê ji bo têkoşîna wê çi bedel pêwîst be bidin.

Hikumeta Hong Kongê di daxuyaniyeke xwe de got ku xala 45’emîn a Qanûna Bingehîn a Hong Kongê nîşan dide ku selahiyeta hilbijartina namzetan di destê Komîteya Diyarkirina Namzetan de ye û di vî warî de daxwazên welatiyan nikare li ber çav bên girtin.

Referandûma ne fermî

Beriya vê çalakiya girseyî, ji aliyê rêxistina Bi Evîn û Aştiyê Navendê Dagir Bike ve referandûmeke ne fermî hatibû lidarxistin û nêzîkî 800,000 kes beşdarê vê referandûmê bibûn. Di referandûma ku bi riya e-mailê hatibû lidarxistin û di 30’ê Hezîranê de bi dawî bibû de sê tercîh pêşkêşî beşdaran hatibûn kirin ku di her sêyan de jî ji bo hilbijartina rêvebirê bajêr cureyên daxwaza beşdariya gel hatibûn îfadekirin.

Hikumeta Çînê û alîgirên wê yên di rêvebiriya Hong Kongê de referandûmê qebûl nekiribûn û wê îlegal nîşan dabûn. Çîn soz dabû ku wê welatiyên Hong Kongê di hilbijartina 2017’an de bikaribin rêvebirê xwe hilbijêr in lê hîn jî komîteyeke 1200 kesî ku piranî ji alîgirên Çînê pêk tê rêvebirê bajêr hildibijêre.

Johnson Yeung Ching-yin di warê referandûmê de dîtinên xwe anî ziman û got ku referandûm li ser rêvebiriya Hong Kong û Pekînê zext kiriye ku di warê mafên 7 milyon welatiyên Hong Kongê de pozîsyoneke bêtir nerm tercîh bikin.

Çavkanî: Aljazeera.com / Cnn.com

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …