Piştî demeke dirêj a polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê, di Tebaxa 2014’an de li Savoyê ku herêmeke rojhilata başûr ê Fransayê ye Midûriyeta Karên Savoyê hat damezrandin. Lê kurtedemek şûn de serokê saziyê Fabrice Dugerdil sê meh cezayê girtîgehê girt û dewleta Fransa ji ber xebatên saziyê gef lê xwar ku ew ê dawî li hebûna wê bîne.
Midûriyeta Karên Savoyê di warê parastina berjewendiyên herêma Savoyê de xebatê dimeşîne. Bi damezrandina wê, welatiyên li herêmê dijîn bûn xwedî nasname, pasaport û belgeyên ajovaniyê û van pêşveçûnan ji bo naskirina xweseriya herêmê hêviyek bi xwe re anî. Lê bi girtin û cezakirina Fabrice Dugerdil vê pêvajoya erênî ya naskirina welatî û xweseriya herêma Savoyê ket xetereyê.
Dugerdil dema li Fransayê bi wesayita xwe seyahatê dikir, ji ber ku plaqeya wesayita wî xwedî kodên Savoyê bû ji aliyê cendirmeyên Fransayê ve hat girtin. Dema ji Dugerdil hat xwestin ku xwe bide naskirin wî belgeya ajovaniyê û nasnameya xwe ya ku her du jî li Savoyê hatibûn amadekirin pêşkêş kir. Ji ber van sebeban wî bi cezayê pereyan hat cezakirin û dema wî dayina vî cezayê red kir, şaredariya Bonnevilleê sê meh cezayê girtîgehê da wî.
Piştî vê cezayê, digel mijarên sereke yên weşangeriyê yên wekî referandûma Skotland û Katalonyayê medyaya Fransayê û ya navneteweyî li ser rewşa li vê herêma Alp dest bi weşandina nûçeyan kirin.
Dîroka Savoyê ji aliyê hin serkeftin û bingeftinên siyasî ve hatiye diyarkirin. Di 9’ê Hezîrana 1815’an de Belgeya Dawî ya Kongreya Wîenê dawî li serdestiya Fransayê ya li ser Savoyê anî. Lê di 1860’an de Konvansiyona Torînoyê dagirtina Duşesiya Savoyê ya ji aliyê Fransayê ve nas kir. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di 1947’an de Peymana Aştiyê ya Parîsê hat îmzekirin û li gorî hukmên vê peymanê, Savoy ji Fransayê re hat hiştin. Piştî vê peymanê, herêm bi awayekî fermî di 1960’an de bi Fransayê ve hat girêdan.
—————-
Çavkanî: Unpo.org