Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

 

 

Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe ya dîrokî de dimeşe pêk tên. Ji % 40’ê hong kongî xwe wekî kesê ji çînê nadin naskirin. Rola zimanên kantonî û îngilîzî ya li civaka Hong Kongê alîkariya damezrandina senaryoyeke cihê dike.

Dema ku Çîn Roja Pîroz a xwe pîroz dike, alîgirên demokrasiyê yên Hong Kongê pevçûnên xwe yên bi rêvebiriyên lokal re didomînin. Xwepêşander banga mafê dengdayina unîversal û kontrolkirina kêm an zêde ya hin namzetan ji aliyê Pekînê ya di hilbijartinên 2017’an de naxwazin. Bê guman Hong Kong civakeke cihê ya di nava Komara Gel a Çînê de ye û ev yek bi giranî ji ber cihêbûna polîtîk a sed û pêncî salan e pêk hatiye.

Çend kes li Hong Kongê nasnameya çînî red dikin? Alan Chin ku di “The Great Debate Blogê” de dinivîse, dibêje ku vê pirsê dikare bi du riyan bê famkirin. Kesekî ji aliyê netewbûnê dikare bêje ew çînî ye lê “ji bo gelek kesên li Hong Kongê “çînîbûn” ji netewbûna polîtîk zêdetir bi giranî tê wateya îşareta çandî, etnîk an nîjadî ya nasnameyê. Nivîskar nîşan dide ku kesên ku xwe wekî “çînî” bi nav dikin û Çînê wekî neteweya xwe ya polîtîk nabînin –koçber an neviyên wan- niha li gelek welatan dijîn. Chin dibêje ku “dema xwepêşander strana ‘Gelê Hong Kongê!” dibêjin ew nîşan didin ku welatîbûna Hong Kongê teqez ne wekî çînîbûnê ye.”

hongkong-flag

Mijara nasnameya hong kongî dikare bi riya lêkolînên ji du salan carekê yên Zanîngeha Hong Kongê ku ji 1997’an û vir ve tên weşandin, bê dîtin. Di lêkolîneke herî dawî de ku di Hezîrana 2014’an de hatibû weşandin, ji % 40’ê kesên bersivê dane nasnameya xwe ya hong kongî bi eşkereyî diyar kirine. Bi tenê ji % 19’yê kesan xwe bi tenê çînî nîşan dane. Ji bilî van, ji % 27’ê kesan xwe wekî “hong kongiyên li Çînê nîşan dane. Van daneyan bi awayekî zelal nîşan didin ku piraniya mirovan xwe wekî hong kongî didin nasandin.

Nûçeyeke CNN’ê diyar dike ku “dîroka yekta ya Hong Kongê ji Çînê cihê pêş ketiye.” Vê TV’ya Amerîkayê dibêje ku mîrateya kolonyal sebeba sereke ya li paş xweseriya heta astekê ya Hong Kongê ya di nava Çînê de ye.  Vê yekê bo nimûne destûrê dide ku Hong Kong xwedîtiya xwe ya tîmên xwe yên neteweyî û pereyê xwe dolarê Hong Kongê bidomîne. Ji bilî aliyên aborî û hiqûqî, cudahiyên din dikare wiha bên nîşandan: “Ziman. Kantonî bi awayekî civakî û çandî zimanê hevpar ê vir e.”

Zimanê kantonî ne tenê li Hong Kongê tê axaftin lê di heman demê de li herêmên cîran ên li Çînê jî tê axaftin. Lê bi tenê li Hong Kongê kantonî wekî zimanê de facto yê fermî yê axaftinê ye –bi mandarîn an putonghua ku forma standard a çînî ya li ser bingeha zaravaya Pekînê hatiye damezrandin, tê nivîsandin. Îngilîzî zimanê asayî yê ji % 3,5’ê rûniştvanên Hong Kongê ye. Vê rastiyê koloniya kevn ji aliyên din ên Çînê vediqetîne. Lê ev nayê vê wateyê ku bi tenê ji 100 hong kongî 3 kes dikarin îngilîzî biaxivin. Ji % 46’ê nifûsê xwedî zanîna îngilîziye lê piraniya wan di jiyana xwe ya rojane de bi kantonî diaxivin.

——————

Vê nivîsê di 01.10.2014’an de di malpera Nationalia.info de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

1.8 milyon welatî ji bo serxwebûna Katalonyayê meşiyan

    Di roja neteweyî ya Katalonyayê ya 11’ê Îlonê de alîgirên serxwebûnê li Katalonyayê …