Rojev

“Lemosin oksîtan e û divê oksîtan bimîne”

    Reforma terîtoryal a nû ku ji aliyê serokwezîrê Fransayê François Holland ve hatibû pêşniyazkirin, piştî bêaramiya li hin herêman rastî rexneyên alîgirên yekitiya Oksîtanyayê hat. Kordînasyona Oksîtan a Lemosin (Limousin) bi kampanyayeke îmzeyan li dijî planên damezrandina herêmeke nû ya bi navê Poitou-Charantes-Centre a li ser axa Oksîtanyayê …

Bêtir »

Aktîvîstê zimanê ûygûrî tê darizandin

    Aktîvîstekî zimanê ûygûrî ku saleke zêdeye hatibû girtin û ciyê wî nedihat zanîn wê derkeve pêşberî dadgehê. Li gorî dadgehê, aktîvîstê ûygûrî bi awayekî derveyê qanûnî ji bo fînansekirina pêşdibistana xwe pere berhev kiriye. Abdulwelî Ayup piştî pêşdibistana wî ya li bajarê Kaşgarê ya li Herêma Xweser ê …

Bêtir »

Destûra Bîngehîn a Demî ya Skotlandê hat eşkerekirin

    Hikumeta Skotlandê Destûra Bingehîn a Demî ya ji bo Skotlanda serbixwe eşkere kir. Di teksta destûra bingehîn de serdestiya gelê Skotlandê, mafê wê yê diyarkirina qederê (self-determînasyon) û forma hikumetê hat diyarkirin. Destûra bingehîn a demî parçeyeke qanûna serxwebûna Skotlandê ye ku di 16’yê Hezîranê de hat eşkerekirin. …

Bêtir »

Rewşa kêmarên Îranê li NY’yê hat nîqaşkirin

    Di çarçoveya 26’emîn civîna Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî de, bi armanca bilindkirina hişmendiya li ser cudaxwaziya li dijî kêmarên li Îranê, rêxistinên parastina mafên mirov, kêmarên etnîk û jinê li hev civîyan. Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO), Tevgera li Dijî Nîjadperestiyê û ji bo Hevalbendiya di …

Bêtir »

Veneto referandûmên xweseriyê û serxwebûnê li dar dixe

    Li herêma Venetoyê ya li bakurê Îtalyayê pêvajoya berfirehkirina xweseriyê û serxwebûna herêmê dom dike. Konseya Herêmî ya Venetoyê du qanûnên ku destûrê didin referandûmên ji bo xweserî û serxwebûnê bê lidarxistin qebûl kir. Qanûna referandûma xweseriyeke berfireh a ji bo Venetoyê di 11’yê Hezîranê de hat qebûlkirin. …

Bêtir »

Kampanyaya xweseriya Tîbetê dest pê kir

    Hikumeta Tîbetê ya li sirgûnê ji bo pêşniyaza xwe ya xweseriya Tîbetê kampanyayeke navneteweyî da destpêkirin. Li gorî pêşniyaza xweseriyê, di nava Çînê de damezrandina herêma xweser a Tîbetê ya xwedî hêzên pêşketî tê daxwazkirin. Serokwezîrê Tîbetê yê li sirgûnê Lobsang Sangay diyar kir ku kampanyayeke bi vî …

Bêtir »

Kolombiya û ELN li ser hevdîtinên aştiyê li hev kirin

    Hikumeta Kolombiyayê da xuyakirin ku pêvajoya hevdîtinan a di navbera hikumeta Kolombiyayê û ELN’ê de (Artêşa Rizgariya Neteweyî) dest pê kir. Bi destpêkirina pêvajoya hevdîtinan a bi vê rêxistinê re li Kolombiyayê rêxistinên çekdar ên li derveyê pêvajoya aştiyê neman. Serokê Kolombiyayê Juan Manuel Santos di 10’ê Hezîranê …

Bêtir »

Li Mayorka û Valensiyayê meşên ji bo ziman

    Ji 20’î zêdetir rêxistinên sivîl ên li Giravên Balearê ji hikumeta herêmî daxwaz kirin ku xebatên xwe yên ji bo astengkirina zimanê katalanî betal bikin. Di civînên li herêma Valensiyayê de pêdiviya parastina katalanî hat destnîşan kirin. Rêxistina Som Escola bangî welatiyên Katalonyayê kir ku 14’ê Tîrmehê de …

Bêtir »

Li Baskê çalakiya mezin a ji bo mafê biryardayinê

    Li Welatê Bask bi armanca xurtkirina doza diyarkirina qederê çalakiya zincîreke ji mirovan a ku dirêjahiya wê 123 km bû, hat lidarxistin. Ji 150,000’an zêdetir welatiyên alîgirê bikaranîna mafê biryardayina ji bo qederêb(self-determînasyon) beşdarê çalakiyê bûn. Çalakiya zincîra ji mirovan ku bi mehane amadekariya wê ji aliyê însîyatîfa …

Bêtir »

Abhazya: Krîza polîtîk a ji ber aborî û neteweperestiyê

    Serokê herêma Abhazyayê ya li rojhilata Derya Spî piştî xwepêşanderên mixalif ketin avahiya serokatiyê, ji paytext Sukhumî reviya. Tê ragihandin ku serok Alexander Ankvab vekişiyaye bajarê Gudautayê  ya 40 km dûrî paytextê ku li wir hatiye dinyayê. Mixalefeta li herêmê bi armanca ku dev ji karê xwe berde …

Bêtir »

Erîşên polîtîk ên li hember zimanê katalanî

    Komeleya Katalan a Sosyolîngûîstîkê (SOCS) li ser rewşa dawî ya katalanî li herêmên cîran ên Katalonyayê, di 4’ê Tîrmehê de li Barselonayê deklerasyonekê weşand. Komele di deklerasyonê de îdia kir ku Spanya peymanên navneweyî ya di derbarê rêzdariya ji cihêrengiya çandî û zimanî de ne îhlal dike. Li …

Bêtir »

Mamosteyê katalan ji bo ziman dest bi greva birçîbûnê kir

    Giravên Balearê ku rêvebiriya wê dixwaze hebûna katalanî di perwerdeyê de kêm bike, carekê din bi berxwedana ji bo ziman ket rojevê. Mamosteyê katalan Jaume Sastre yê li dibistaneke Mallorcayê bi armanca ku hikumeta herêmî di warê tetbîqkirina qanûna ziman a perwerdeyê de bi mamosteyan re hevdîtinê pêk …

Bêtir »