Nicaragua Vive! 35 sal ji serkeftina Şoreşa Sandînîsta û vir ve

 

 

19’ê Tîrmeha 2014’an salvegera Şoreşa Sandînîsta ya li Nîkaraguayê ye. Di vê rojê de yekîneyên Sandînîsta yên di bin rêberiya neh fermandarên Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sandînîsta (FSLN) de ketin paytext Managuayê û li vir ji aliyê bi sedhezaran nîkaraguayiyên bi coş hatin pêşwazîkirin. Gerîlayên serkeftî welatê hilweşiyayî ji nû ve damezrandin. Serdestê kevn ê welat Anastasio Somoza Debayle di dema êrîşa dawî de bajêr bombebaran kiribû. Dema ew du roj berê ji welat reviya, wî bi tenê ne sindoqên ku bermahiyên malbata wî tê de bûn lê hemû pereyê di xizneya neteweyî de jî bi xwe re bir. Ji Sandînîstayan re pere nema û 1.9 milyar dolar deyn ket stûyê wan.

Digel van dijwariyan, Sandînîsta Komîteya Neteweyî ya ji neh kesan, Junta de Reconstruccion (Komîteya jinûvedamezrandinê) ku ji pênc kesan pêk dihat wekî rêvebiriyê û Konseya Dewletê ku tê de partiyên siyasî û rêxistinên gel wekî qanûnsaz cî digirtin, damezrandin. Wan bernameyeke bi azwerî û şoreşger da destpêkirin. Sefera Xwendin û Nivîsandinê ya wan ji % 37 nezanîna xwendin û nivîsandinê kêm kir û ji ber serfiraziyên xwe, xelata Rêxistina Perwerde, Zanist, Çand a Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) wergirt. Sandînîsta di heman demê de ji welatiyan re xizmeta tenduristiyê ya bê pere peyde kirin, koperatîfên çewlikan dan destpêkirin, erdên ku ji aliyê Somoza û alîgirên wî yên hikumetê û artêşê ve wekî çewlikên dewletê hatibûn damezrandin, bi kar anîn.

Di 1981’an de Ronald Reagan wekî serokê DYA’yê hat ser kar. CIA’ya di bin rêvebiriya wî de di cî de dest bi hîndekariya Muhafizên Neteweyî yên bêwijdan ên Somoza ku di sînorên Hondurasê re xwe rizgar kiribûn, kir. Kitêboka rêber a navdar a CIA’yê ya di Dibistana Amerîkayan de dihat fêrkirin û piştî şerekî li Nîkaraguyaê hat bidestxistin nîşan dida ku ew çawa tên perwerdekirin. Ew dihatin fêrkirin ku mamosteyan, xebatkarên tenduristiyê û gundiyên berpirsên koperatîfan bikujin.

ortega2

Qasî neh salan, heta têkçûna di hilbijartinê de ya Sandînîstayan xewnên wekhevî û zengîniyê yên Nîkaraguayê ji aliyê pêdiviya parastina welat ji kontrayên ku artêşa ji aliyê DYA’yê dihat perwerdekirin û fînansekirin bû, sekinî. Ji ber çel hezar windahiyan (ligel 40,000 windahiyên şerê rizgariya neteweyî), westandina ji ber kuştinan û bandorên dorpêça bêwijdan a ku ji aliyê DYA’yê dihat destekirin têk çûn, hilbêjêrên nîkaraguayî Violeta Chamorroya ku namzeta ji aliyê DYA’yê dihat destekirin, hilbijartin.

Tiştê li paş vê hatin, dojeha neolîberal a 17 salî ku ji aliyê IMF, Bankeya Cîhanê û USAID’ve dihat destekirin bûn. Perwerde û tenduristiya bê pere ji holê hatin rakirin. Karên sektora fermî heta dawiyê hatin kêmkirin. Hestiyê piştê ya aboriya Nîkaraguayê, cotkariya gundiyan ji ber kêmasiya krediyên dewletê ketin ber sikratê. Di encam de cotkarên ji axê hatin derxistin û malbatên bêhêvî ku ji bo peydekirina keda erzan a ji dikan û atolyeyên biyanî re –ku ji bo wan karkerên îdeal keçên 15 salî bûn û pirî caran ew tekane endamê malbatê yê xwedî kar bûn- derketin holê.

Di 2006’an de gelê Nîkaraguayê ji ber êşa aboriyê û mirina zarokên wan a ji ber nexweşiyên ku dikaribûn bihatana dermankirin, êdî aciz bû. Wan Daniel Ortegayê Sandînîsta di bin gef û tirsa şerekî nû ya bi DYA’yê re bi piraniya ji % 38 wekî serok hilbijart.

nikaragua

Pênc sal şûn de, piştî ku Ortega di 2011’an de beşdarî hilbijartina seroktiyê bû, wî mixalefeta neolîberal bi rê ve bir û ji % 63’yê dengan û piraniya super a di Meclîsa Neteweyî de bi dest xist. Nîkaragua ji aliyê civakî û aboriyê ve pêşdeçûna xwe dom kir. Wê ji niha ve ji bo kêmkirina xizaniyê qasî nêvî gelek Hedefên Hezar Sal a NY’yê pêk aniye. Ew di heman demê de aboriya ku herî bilez pêş de diçe ya Amerîkaya Navîn e û bi riya derbaskirina Hondurasê êdî ne duyemîn welatê herî xizan ê Amerîkaya Latîn û Karayîbê ye.

Îro, dema ku penaberên zarok ji Amerîkaya Navîn diherikin sînorê DYA’yê, zarokên Nîkaraguayê ne di nava wan de ne, ji ber ku ew li dibistanê ne, karê dê û bavên wan hene û hemû malbat xwedî derfeta xwarina têr in. Kartelên tilyakê nikarin li wir bingegekê çê bikin, ji ber ku artêş û polîs muchachos (xort) û muchachasên (keç) berê ne ku dîktatorê ji aliyê DYA’yê piştevaniya wî dihat kirin têk birin û Mêrê Nû û Jina Nû derxistin holê.

Dema min di 1987’an de geşta xwe ya ewilî li Nîkaraguayê tevlî tûgaya berhevkirina qehweyê ya Tora Nîkaraguayê pêk anî, ez hînî hin tiştan bûm. Ez hîn bûm ku mimkûne ku mirov ne tenê li dijî şerê ku welatê min dimeşîne derkeve lê mimkûne ku mirov destekê bide alternatîfeke li dijî şer û kedxwarina kapîtalîst. Ez fêr bûm ku welatparêzî ne peyveke qirêje, ji ber ku nîkaraguayî bi awayekî rast ji ber Nîkaraguaya Nû ku ji bo damezrandina wê têkoşînê dikin, serbilind in. Ez fêr bûm ku gundiyên nîkaraguayî yên li qadên gundewar dijîn ji heval û cîranên min ên li DYA’yê bêtir dizanin ku li cîhanê çi diqewime.

Ev û rastiyên din ku ez ji wê rojê û vir ve hîn bûm, ez kirim organîzatorê ji bo guherînê ku rastiyeke ez 27 sal in fêr dibim e. Ji bo min Nîkaragua, wekî 100,000 welatiyên DYA’yê ku ji bo pişgiriyê di salên 1980’an de çûn Nîkaraguayê, ceribandineke ku jiyanê diguherîne ye. Me digot “Hemû Nîkaragua dibistaneke.” Etnîsîteya penaberên ku îro sînorên me derbas dikin nîşan didin ku ev, wekî 1980’an îro jî rast e.

—————-

Vê gotara ku ji aliyê Chuck Kaufmanê Kordînatorê Neteweyî ya Tora Nîkaraguayê/Hevgirtina ji bo Edaleta Global ve hatiye nivîsandin, di 18.07.2014’an de di Upsidedownworld.org de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …