Federalîzm wê problema Nagalandê bi dawî bike

 

 

Hevdîtınên di navbera hikumeta Hîndîstanê û rêxistina çekdar NSCN-IM (Konseya Sosyalîst a Neteweyî ya Nagalandê-Isak Muivah) de piştî heşt mehên din hefteya buhurî hat lidarxistin.  Tê hêvîkirin ku wê hevdîtin di meha Îlonê de bigihîje asta we ya herî girîng ku tê de pirsgirêka Nagalandê bê çareserkirin.

Çavkaniyeke NSCN-IM’yê da xuyakirin ku di hevdîtinan de rêxistin ji aliyê serok Isak Chishi û sektereterê giştî Thuningaleng Muivah ve hatiye temsîlkirin û ew di derbarê ji % 70’yê pêşniyazên dewletê de erênî difikirin. Çavkanî di derbarê naveroka pêşniyazan de agahî neda lê diyar kir ku dewlet “serdestiya parvekirî” qebûl kiriye. Ev jî nîşan dide ku NSCN-IM di hevdîtinan de dev ji daxwaza xwe ya serxwebûnê berdaye û li ser bingeha têkiliyek federal a bi Hîndîstanê re li çareseriyê digere.

Ji bilî parvekirina serdestiyê, tê ragihandin ku heyetên Hîndîstan û rêxistina çekdar a Nagalandê di hevdîtînan de li ser al, têkiliyên derve û hundir, ewlekarî, pereyê Nagalandê û bêçekirina artêşa naga de li çareseriyan digerin.

Assam-Nagaland-border2

Ji dema îmzekirina peymana aştiyê bi hêzên din ên Naga re û vir ve ya di 1997’an de ji 70’yî zêdetir rêzehevdîtin di navbera berxwedêrên din ên naga re hatine lidarxistin. Hevdîtina dawî ya bi NSCN-IM’yê re di Mijdara 2013’an de hat lidarxistin û ji û demê û vir ve hevdîtin bi dawî bûn.

Nûnerên rêxistina çekdar û civaka sivîl ên naga ji bo modela federalîzmê Kurdistana Başûr û herêma cihêxwaz a Bougainvilleê ya Papûa Gineya Nû ji xwe re mînak dibînin. Ji bo ji nêzîk ve vekolîna li ser xweseriya herêmê, nûnerên naga di demên derbasbûyî de çûn serdana Bouganvilleyê.

Nagaland herêmeke xweser e ku nifûsa wê nêzîkî 2 miyon û berfirehbûna wê qasî 16,527 km2 ye.   Herêm li rojhilata eyalata Assam a li bakurêrojhilatê Hîndîstanê cî digire. NSCN-IM dixwaze li hemû erdên ku gelê naga lê dijî ku ev jî qasî 120,000 km2 berfireh e (hin herêmên Assam, Manipur, Arûnaçal Pradeş û Myanmarê) welateke bi navê Nagalim (Nagalanda Mezin) pêk were.

Çavkanî: Telegraphindia.com

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …