Zimanê xwe bi boykotê bi dest xistin

Gelê kabîl di pêvajoya sala dibistanê ya 1994-1995’an de bi tevahî dibistanan boykot kirin. Di seranserê salekê de ji dibistana seretayî heta dibistana bilind (lîse) malbat zarokên xwe neşandin dibistanê. Gel, navê ‘Çenteyê Dibistanê’ li vê boykotê kir. Cezayîr piştî vê boykotê mecbûr ma ku înkara hişk a li ser ziman ji holê rake.

Kurd her sal 15’ê Gulanê wekî ‘Cejna Ziman’ pîroz dikin. Helbet zext û qedexeyên kolonyalîstan ên li dijî zimanê wan bandorê kiriye ku ew vê rojê wekî cejnê îlan bikin. Lê qedexeyên li ser ziman bi tenê li coxrafyaya Kurdistanê nayê jiyîn. Qedexeyên li ser zimanê amazîgan (berberî) ku piştî kurdan gelê herî mezin ê ku welatê wan hatiye dagirkirin e, dom dike. Digel ku ew gelê xwecî yê Afrîkaya Bakur in, rastî polîtîkayên asîmîlasyonîst ên ziman û çandî tên.

Boykot înkarê têk bir

Amazîgên ku li herêma Kabîlyayê ya li bakurê Cezayîrê dijîn, piştî boykota salekê di warê rakirina qedexeya ziman de bi ser ketine. Gelê kabîl di pêvajoya sala dibistanê ya 1994-1995’an de bi tevahî dibistanan boykot kir. Di seranserê salekê de ji dibistana seretayî heta dibistana bilind (lîse) malbat zarokên xwe neşandin dibistanê. Gel, navê ‘Çenteyê Dibistanê’ li vê boykotê kir. Cezayîr piştî vê boykotê mecbûr ma ku înkara hişk a li ser ziman ji holê rake.

Tê texmînkirin ku li cîhanê qasî 25 milyon kes zimanê amazîgî diaxive. Me bi Dr. Salem Djemai (35) ku li Zanîngeha Aix-En-Provence a Wêjeyê mamosteye û di heman demê de beşdarî boykota 94-95 bûye û bi zimanzan û xwendekarê doktorayê yê li Zanîngeha IREMAM’ê Ramdane Touati (31) re li bajarê Marsîlyayê boykotê axivî.

Çava dest pê kir, çawa dom kir?

Djemai dibêje ku ji bo zimanê amazîgî tevlî sîstema dibistanê bibe û li wir bê fêrkirin, boykot dest pê kiriye. Touati jî wiha dibêje: “Em li dijî perwerdeya ku zimanê amazîgî qedexe dike û bi tene erebî ferz dike, derketin.” Salem Djemai dibêje ku “boykot li herêma Kabîlyayê dest pê kir lê belavî hemû coxrafyaya ku gelê kabîl lê dijiya, bû. Di hemû astên perwerdeyê de boykot pêk hat.”

Ramdane Touati dide zanîn ku boykot li hin navendên ereban ku jimara gelê kabîl lê kêm bû jî pêk hat û wiha dom dike: “Xwendekarên kabîlî dersan sabote dikirin û nedihiştin hemû xwendekar dersê werbigirin.”

amazigh linguists

Lı dijî erebkirinê parastin

Touati ku dema boykot dest pê kir de 14 salî bû, tiştê ku jiyaye wiha tîne ziman: “Min fam kiribû ku em ji bo zimane xwe çalakiyê dikin lê eleqeya min a ji bo nasnameya min û doza amazîg wê salê pêş ket. Di dema berxwedanê de min firsenda li ser sekinandina li ser nasname û dîroka me dît. Bi saya çalakiya wê salê, min di heman demê de polîtîkayên erebkirinê yên dewleta Cezayîrê ku ez heta wê rojê di bin bandora wê de mabûm, fam kir û min xwe ji wan parast.”

Salem Djemai ku di 17 saliya xwe de û di pola duyemîn a lîseyê de beşdarê boykotê bûye, dibêje ku bêyî ku kelecana wan kêm bibe ew di seranserê salê de beşdarê çalakiyan bûne.

Bandorên wê yên li ser jiyana rojane

Dema me bandorên boykotê yên li ser jiyana rojane pirsî Djemai wiha axivî: “Dema Tevgera Çandî ya Berberî ji bo boykotê bang kir, me dev ji lîseyê berda. Mamoste ji bo meaşên xwe bigirin diçûn dibistanê lê xwendekar tunebûn. Dema xwendekar hebûna jî mamoste dersê nedida wan. Mamoste malbatên ku zarokên xwe danîn dibistanê ji bo boykotê îqna dikirin.”

Deriyên dibistanan dihatin kilîtkirin

Tuoti destnîşan kir ku wan li herêmên lê dijîn deriyên dibistanan kilît kirine û bi tevahî dibistanan girtine. Touati dibêje ku bi saya grevê zimanê amazîgî entegreyê sîstema perwerdeya Cezayirê hatiye kirin û wiha didomîne: “Di dîroka Cezayîrê de cara ewilî perwerdeya zimanê berberî hat kirin. Di heman demê de saziyeke fermî ya bi navê Komîseriya Bilind a Amazîg hat damezrandin. Bi tenê destkeftinên li herêma Kabîlyayê wekî destkeftin li hemû amazîgên li Bakurê Afrîkayê dijiyan, vegeriya.” Touati “Em ê cara ewilî zimanê xwe li dibistanê fêr bûbûna. Dersên zimanê amazîgî ku di hefteyekê de du saet dihatin dayîn, ji hemû dersên din bêtir bala me dikişandin; me ji vê dersê hez dikir” dibêje. Lê Tuoati dide zanîn ku her çîqas înkara hişk hatiye şikandin jî perwerdeya ziman a di hefteyê de du saet têr nake: “Zimanê me yê dayikê li ser axa me wekî zimanekî biyanî û folklorîk bi me tê fêrkirin. Heta ew ne derseke ferz e jî. Ew ne zimanekî perwerdeyê ye lê bi tenê xwedî statuya derseke tê fêrkirin e.”

Qedexeya ziman sûcê mirovahiyê ye

Djemae dewleta Cezayirê rexne dike: “Îradeya siyasî ciyê ku zimanê amazîgî ya li ser welatê xwe heq dike, nadê.”

Her du zimanzan dibêjin ku perwerdeya zimanê dayikê ji bo gelekî meseleyeke hebûn û nebûnê ye. Djemai, “Perwerdeya zimanê dayikê ji bo gelekî mafekî jênager e. Qedexekirina ziman sûcekî li dijî mirovahiyê ye” dibêje.

Touati jî gotinên Djemai wiha temam dike: “Perwerdeya zimanê dayikê ji bo gelekî meseleyeke şerefê ye. Kesekî ku bi zimanê xwe perwerde nebe, nikare hilberîne; ew kesekî bê ziman e. Ji guhdarîkirina felsefe, dîrok, helbest a bi zimanê dayikê xweştir çi heye?”

Peyama ji kurdan re: Ji bo zimanê xwe salekê xwe feda bikin

Peyameke Touati û Djemai ji bo kurdan heye: “Ji bo zimanê xwe yê dayikê ji fedakirina salekê xwe netirsin.”

Gelê amazîg gelê xwecî yê Bakurê Afrîkayê ye. Amazîg di nava sînorên 9 welatan de dijîn. Koma herî polîtîk ê gelê amazîg, kabîlên li Cezayirê dijîn e. Strûktûra dewletê ya Cezayîrê û polîtîkayên wê yên asîmîlasyonê wekî yên Komara Tirkiyeyê ne. Digel ku ji bo serxwebûna Cezayîrê herî zêde berberî bedel dane, di encama derbeyeke leşkerî ya di salen ewil de neteweperestên ereb dest danîn ser rêvebiriyê û dewleta Cezayirê wekî netewe dewleta ereb damezrandin. Zimanê amazîgî hat qedexekirin û hebûna wan ji aliyê qanûnan hat redkirin. Dewlet bi hemû saziyên xwe polîtîkayên asîmîlasyonê meşand. Kabîlya li dijî van polîtîkayan du caran serî hildan. Di encama serhildana wan a di salên 1980’yan de hebûna wan û piştî serhildana 2001’ê de jî zimanê wan wekî zimanê neteweyî hat naskirin.

Mîrateya neteweyî hat îlankirin

Di 2001’an de kuştina ciwanekî amazîg ya ji aliyê cendirmeyan bû sebeba serhildaneke giştî û di pevçûnên derketin de 120 kes hatin kuştin. Ji ber vê serhildanê, qasî 3 salan dewleta Cezayirê li herêmê bi tevahî bê fonksiyon ma. Di sala 2002’an de Cezayîr di destûra bingehîn de zimanê amazîgî wekî zimanê neteweyî û mîrateya neteweyî îlan kir. Lê ji bo fêrkirina zimanê neteweyî ku di destûra bingehîn de hatiye misogerkirin, qanûneke organîk nehatiye qebûlkirin.

—————–

Vê nûçeya ku ji aliyê Aydin Baran ve hatiye çêkirin, di 15.05.2014’de di Yeniozgurpolitika.blogspot.com de hatiye weşandin. Nûçe ji tirkî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …