Arşîvên Tag: jin

Rosa Luxemburg (1871-1919) 15’ê Çileyê salvegera kuştina teorîsyenê Marksîst, fîlozof û şoreşgera alman Rosa Luxemburg’e. Luxemburg di 1871’an de li Zamoch’a li Polonyayê wekî endamekî malbateke cihû hat dinyê. Ji ber xebatên xwe yên şoreşgerî Luxemburg cezayê girtîgehê girt û mecbûr ma ku derbasî bajarê Zurichê ya Swîsreyê bibe. Luxemburg li wir aboriya polîtîk xwend û ji aliyekî ve jî xebatên xwe yên şoreşgerî domand. Şoreşgera mezin, di 1898’an de tevlî Partiya Sosyal Demokrat a Alman bû û di nava vê partiyê de dest bi nivîsên xwe yên şoreşgerî kir. Di 1918’an de tevlî Karl Liebnecht Partiya Komunîst a Alman damezrand û ji bo şoreşeke alman xebatên xwe kûr kir. Mixabin di 1919’an de Luxemburg û du hevalên wê ji aliyê leşkerên artêşa alman ve hatin girtin. Piştî lêpirsînê Luxemburg û Liebnecht hatin kuştin û leşkeran cendekên wan avêtin çemekê. Dema hat kuştin Rosa Luxemburg 48 salî bû.

Bêtir »

Ji rahîbetiyê ber bi gerîlatiyê û ji gerîlatiyê ber bi femînîzmê ve

    Leonor Esguerra ku 83 salî ye, rahîbe û gerîlayê kevn ê ELN’yê (Artêşa Rizgariya Neteweyî) ye. Wê bi armanca pêkanîna edaleta sosyal beşdarî hêzên gerîla bûye lê paşê ji vê sîstemê hêviya wê qut bûye û li fikra femînîzmê xwedî derketiye. Esguerra di sala 1930’an de wekî endamê …

Bêtir »

Li Bolîvyayê hikumet û kolan: Hevpeyvîna bi Julieta Olejada ya ji Mujeres Creando

    Julieta Olejada endamekî Mujeres Creando ye ku rêxistineke anarşîst-femînîst a li Bolîvyayê ye. Rêxistin, beriya Morales û di dema îktîdara wî de bûye dengê radîkal ê mafên jinê. Me di Gulana 2012’an de, di nava protestoyên cûrbecûr ên li hember hikumeta Tevgera Ber bi Sosyalîzmê ve (MAS), bi …

Bêtir »