Li gundekî Duhokê konseya jinê hat damezrandin

 

 

Gundekî biçûk ê li wîlayeta Duhokê biryara damezrandina konseya jinê da. Endamên konseyê gotin ku ev bûyer yekemîn car li Iraqê pêk hatiye û gundiyên li Barçiyê hêvi dikin ku bi armanca destekirina mafê jinê li seranserê welat, ew bibe mînakekî. Lê li gorî hin nêrînên di derbarê vê konseya femînîst de wê konsey rastî gelek dijwariyan were û wê israra ji bo kevneşopiyê kêm nebe.

Li gundê Barçiyê ku ji 420 malbatan pêk tê û 75 km dûrî bajarê bakur ê Iraqê Duhokê ye, welatî biryara damezrandina “konseya jinê” dan.

Di destpêka Gulanê de, di civîna jinan a li gund deh jinên ji gund ji aliyên jinên din ve hatin hilbijartin. Piştî dengdayineke veşartî ya ji aliyê deh endamên konseyê ve, berpirsekî û du cîgirên wê jî hatin hilbijartin. Konseya jinê bi awayekî fermî di 3’ê Gulana 2014’an de dest bi karê xwe kir.

“Em ê ji bo peydekirina xizmetên ku pêdiviya wan pê heye, alîkariya jinên vir bikin,” dibêje Salwan Mihemed a ku bi temenê xwe yê 68’an kesê herî yextiyar ê konseyê ye. “Û em ê dengên wan bidin bihîstin. Ji ber ku gelek kes destekê didin konseyê, ev yek pêkan e,” got Mihemed.

Şaredarê gund di warê damezrandina konseya jinê de rolekê lîstiye.” Gelek problem hene ku mêrên li gund nikarin bi tena serê xwe çareser bikin,” got şaredar Lezgîn Mihemed. “Ev, sebeba sereke ya damezrandina konseyê ye.”

Jinên di konseyê de di derbarê problemên potansiyel ên ku dikarin derkevin pêşberî wan de haydar in. “Kêmasiya aboriyê dikare ji bo rêxistinbûneke xurt me bide sekinandin,” qebûl dike berpirsê konseyê Hiyam Ahmed. “Û gelek endamên me kevanî ne û lewma jî ew meşgûl in, ji ber vê yekê ew nikarin ji bo birêxistinkirina çalakiyên konseyê alîkariyê bikin.”

Ji ber ku vê konseyê di vî warî de yekemîn e, Ahmed hêvî dike ku vê mînakê ji bo damezrandina însîyatîfên bi vî rengî gund û bajarên din ên kurdan teşwîq bike. “Bi taybetî jî dema ku konsey di warê pêkanîna feydeya civakî û madî ya ji bo jinên gund de biserkeve, wê ev pêk were,”bi awayekî kelecan dibêje.

Endamekî din ên konseyê Sacîda Salih dibêje ku bi ya wê divê haya konseyê ji rastiya ku li gund jimareke baş a kesên perwerdekirî hene û li derdora nîvê malbatên gund di heman demê de li bajarê mezin Duhokê jî dijîn, hebe.

“Vê yekê çanda gund guherand astekê ku jinên kurd tê de baştir dihatin destekirin Salih şîrove dike. “Ev di heman demê de tê vê wateyê ku li gund jinên kalîfiye yên ku dikarin beşdarê rêvebiriya gund bibin, hene. Heman jin dikarin beşdarê rêvebiriya herêmî jî bibin.”

“Vê konseyê nîşan dide ku kesên li vî gundî çawa bi nêrîneke taybet nêzîkî jinên xwe dibin,” dibêje Cabbar Abdul Rahman ku li Zanîngeha Duhokê sosyolog e. “Vê yekê di heman demê de nîşan dide ku demokrasî zindî ye û li vî gundî di rewşeke baş de ye û li vir jin tên destekirin.”

Digel vê jî ew di derbarê dijwariyan de hişyar jî dike. “Mimkûne ku konsey dikare ji aliyê hin kesên li vir bê redkirin, ji ber ku ew li dijî kevneşopiya eşîriyê û çanda serdest ê li Kurdistana Iraqê ye,” ew bi guman dibêje. “Di paşerojê de hin tişt gelek xisarê dan mafên jinê.”

Wekî encam, Abdul Rahman girîngiya pêdiviya destekirina konseyê bi her riyên pêkan û bi taybetî jî ji aliyê rêvebirên Kurdistana Iraqe nîşan dide.

—————

Vê gotarê ji aliyê Abdul Xaliq Doskî ve hatiye nivîsandin û di 22.05.2014’an de di Niqash.org de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …