Jinên Keşmîrê doza mafên xwe dikin

 

Mehnaz Bano (ne navê wê yê rastîn e) jineke 37 salî ye ku li mezrayeke Keşmîrê ya di bin kontrola Hîndîstanê de dijî. Pişti mirina mêrê wê, wê di encama têkoşîneke dirêj de mafê milkiyetê yê keça xwe garanti kiriye û bi vî awayî jiyana wê xweş berdewam kiriye.

Dema mêrê wê di 2003’an de jiyana xwe ji dest daye, ew 27 salî bûye. Ji ber ku malbata mêrê wê, di zewaca kurê xwe ya bi wê re pere xerckirine, wan nehîştiye ku careke din ji bo zewaca wê ya bi kesekî din re pere bê xerckirin. Lewma ew fikiriye ku ew di destê wan de koleyekî ye û li bendê sekiniye ku keça wê hinekî din jî mezin bibe.

Bano ji malbatê xwestiye ku wê û keça wê bi tena serê xwe berdin an jî destûrê bidin wê ku bikaribe ji nû ve bizewice. Ji ber ku Bano di beşa dîrokê de lîsansa bilind qedandiye û di dibistaneke dewletê de mamostetiyê dike, dikare debare xwe bike. Lê malbat her du pêşniyazên wê jî qebûl nekirine.

Pişt re, Bano li hember malbatê dest bi têkoşîna hiqûqê kiriye û dema dosyeya wê çûye dadgehê, malbat xwestiye bi wê re li hev bike. Malbat qebûlkiriye ku di berdêla bi wan re bijî, mafê milkiyeta keça wê bidin wê. Lewma Bano doza xwe paş ve kişandiye û di 2009’an de careke din zewicî ye.

Li Keşmîrê mafê Jinê

Jinên li Keşmîrê hêdî hêdî mafên xwe hîn dibin. Di vî warî de Beşîr Dabla ku di Zanîngeha Keşmîrê de sosyolog e wiha diaxive: “Problem ji ber nexwendin û nenivîsandinê pêk tê. Perwerdeya jinê wekî mijarekî ku li hember normên civaka Keşmîrê tê dîtin.”

Li gorî daneyên serjimara 2011’an, xwendin û nivîsandina jinê li eyaleta Keşmîrê ji % 20’ê sala 1981’an derketiye ji % 58’ê sala 2011’an. Di vê pêvajoyê de rêjeya xwendinê yên mêran % 44 û % 78 bûye.

Li gorî saziya azmûnên perwerdeyê ya Keşmîrê, hejmara jinên di azmûnên salane yên ji bo zanîngehê de bi ser dikevin şeş car bilind bûye. Di hin departmanên Zanîngeha Keşmîrê de rêjeya jin û mêr hema hema 50:50 ‘ye

Van encaman li ser jiyanê jî bandorekê dikin. Xebatkarê saziya bacê yê Keşmîrê Tasaduq Ahmad dide zanîn ku saziya wan îsal 917 giliyên jinê yên ku mafên wan ên milkiyetê hatine redkirin, wergirtiye. Ahmad wiha diaxive: “ Me rasterast ji karmendên bacê yên eleqeder re got ku hemû tapûyên malbatên ku jin giliyê wan kirine, betal bikin.”

Ahmad dide zanîn ku bi qanûna ku di 2007’an de ji aliyê Meclîsa Keşmîrê ve hatiye qebûlkirin, parvekirina milkiyeta malbatê hêsantir bûye. Ahmad destnîşan dike ku piştî vê qanûnê zêdetir jin giliyê malbatan kirin e û ev trend her sal zêdetir dibe.

Lê aktîvîstên sosyal dibêjin ku ji bo şerê li hember pêşdaraziyan, hîn riyeke dirêj a jinê heye. Di vê mijarê de Abdul Raşîd Hanjoora vê dibêje: “Bo nimûne, di dema biryardayina di malbatê de, hîn mêr li pêş e. Hîn jin ne di wê rewşê de ne ku xwe di daxwaza mafên xwe de israr bikin.”

Çavkanî: Ipsnoticias.net

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …