“Jiyana jinên afgan dikare û divê bê pêşxistin”

 Ji bo pirtûka xwe ya dawî, rojnamegera amerîkî Anna Badkhen’a ku li Rûsyayê hatiye dinyê, bi armanca ku jinên xizan ên tirkmen ên xaliyên ku li derveyî welat bi pereyekî kêm tê firotin çêdikin, salekê li gundekî biçûk ê li bakurê Afganîstanê derbas kir.

Nûçegîhanê RFE/RL Daisy Sindelar li ser pirtûka wê û fikarên di derbarê maf û ewlehiya jinên afgan a piştî şerê 12 salan, bi Badhken’re axivî.

RFE/RL: “Cîhan Xaliyek e” li ser jiyana şexsî ya jinên afgan hin dîtinên ku mirov şaşwaz dike pêşkêş dike.  Wekî mînak, li Oqayê, gundê ji dora xwe îzole bûye ku hûn li wir jiyana kesên xaliyan çêdikin dişopînin, hûn cemaetekê wekî ciyê ku jin û mêr bi awayekî azad tevlî hev dibin û jin bêyî serê xwe bigirin, bi awayekî azad digerin û di nava civakê de şîrê xwe didin pitikên xwe, terîf dikin.

Anna Badkhen: Li gund herkes xizmê herkesî ye û lewma jî pêdivî bi cûdakirinê tune ye. Li gund kesên ji derve hatine tune ne. Û ev yek hema hema ji bo hemû cemaetên biçûk ên li Afganîstanê wiha ye. Mirov her dem rû bi rû ne, li malên hev in, li hewşên hev in. Herkes xizmên hev e û lewma jî herdem bi hev re ragihandinê pêk tînin û hevûdû dibînin û  cudakariya di navbera zayendan de ne pir eşkere ye.

anna bakhten

RFE/RL: Rewş li Mezar-i Şerîf ku hûn li wir bi malbateke qelebalix re jiyan û pirî caran bi jinên malê re dem derbas kir, piçekî cuda bû.

Anna Badkhen: Bi rastî min bi jinên li Mezar-i Şerîf re pir dem derbas kir. Malbateke mezin bû ku 24 an 27 kesan, gelek zarok û şeş an heft jinan pêk dihat. Û me gelekî dem li metbexê derbas kir. Ji derve, jinên li Afganîstanê bi tevahî veşartî ne. Lê ji hundir ve ew pir serdest in. Di pirtûkê de beşek heye ku ez li Mezar-i Şerîf di metbexê de bûm û jinên li dora min ewqas bi zimanekî wûlgar axivîn ku di radyoyê de nikare bê dûbarekirin. Eger tu bixwazî bi nav bikî, ev yek teqîna cûreyekî kraliyeta jinan e.

RFE/RL: Ciyê herî baş a ji bo jinên Afgan ku der in? Ciyê herî xerab ku der in?

Anna Badkhen: Jin di malbatên ku pereyê wan hene baştir dijîn û malbatên bi vî rengî piranî li bajaran in. Lewma eger tu diçî Kabîlê,  tu yê rastî jinên pir zengîn ku Zanîngeha Amerîkî ya Kabîlê an Zanîngeha Kabîlê dixwînin, bêyî. Helbet herkesê ku van zanîngehan dixwînin ne pir zengîn in lê ji bo bicîkarina keça wan pêdivî bi helwdanên mezin ên malbatan heye. Dibe ku li Kabîlê hin ap, xal an met û xaltî hebin ku keçikê bigirin mala xwe û ji bo çûyîn û hatina kampûsê divê keçik ji xwe re ajovanekî kirê bike. Ji ber ku bi tena serê xwe meşa di kolanan de pir ne bi ewle ye û bi awayekî kevneşopî jî baş nayê dîtin. Lewma dive pereyên te hebin.

Ji ber vê sebebê herkesê mayî –em qala ji % 98’ê nifûsê dikin- di nava xizaniyê de dijî û destê wan kêm digihîje tiştên xweş ên wekî perwerdeya bilind.

RFE/RL: Yek ji sozên Amerîka (DYA) û NATO’yê ku 12 sal berê hatin Afganîstanê, pêşxistina rewşa jinên afgan bû. Niha, dema ku ew ji bo ku ji welat derkevin amadekariyê dikin, hûn dibêjin ku Amerîka di vî warî de bi awayekî pir xerab têk çû. world_is_a_carpet

Anna Bakhen: Jiyana jinên afgan bi riya peydakirina ewlehiya xurekan û bi meşandina xizmeta tenduristiyê û her wiha bi parastina wan û zarokên wan ji aliyê hikumetê dikare û dive bê pêşxistin.  Bi rastî, ji van yek jî nehatiye kirin û şer hilweşîna binesaziyê didomîne.

Lewma encamên piştî 12 salan ên ku di destpêka wê de Amerîka lingê xwe avêt ser axa Afganîstanê, hîn jî Afganîstan welatê ku li cîhanê rêjeya mirina zarokan a herî zêde ye, hîn jî jinên afgan bi rêjeyeke ecêb bilind di zarokanînê de dimirin. Asta bidestxistina parastina tenduristiyê an ava paqij an jî diyeta guncaw hîn jî pir xerab e. Lewma bi fikra min,  hemû axaftinên li ser ku wê Amerîka çawa jiyana jinên afgan pêş bixe, pir zêde durûtî ye.

RFE/RL: Wekî ku we terîf kir, rewşa jinê rewşeke bêmerhemet e. Hûn li bendê ne ku dema Rojava vekişe rewş xerabtir bibe?

Anna Badkhan: Erê, ez li bendê me. Ji ber ku tiştê ku niha pêk tê ev e ku heta ciyekî, hebûna NATO’yê di navbera hin hêzên milîs de ku bi îhtimaleke mezin, piştî vekişîna NATO’yê wekî ku beriya 2001’an jî pêk hat, dest bi şerê navxweyî yê ji nû ve û pir xurtir bikin, wekî tampon e.

30.06.2013

Çavkanî: Ji teksta îngilîzî a Radyoya Ewropaya Azad / Radyoya Azadiyê hat (RFE/RL) hatiye wergerandin.

www.rferl.org

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …