Leonor Esguerra ku 83 salî ye, rahîbe û gerîlayê kevn ê ELN’yê (Artêşa Rizgariya Neteweyî) ye. Wê bi armanca pêkanîna edaleta sosyal beşdarî hêzên gerîla bûye lê paşê ji vê sîstemê hêviya wê qut bûye û li fikra femînîzmê xwedî derketiye.
Esguerra di sala 1930’an de wekî endamê malbateke muhafazakar hatiye dinyayê û di kolejên olî de hatiye perwerdekirin. Çend sal paşê derbasê Koleja Marymount a ku ji aliyê amerîkiyên bakur ve hatiye vekirin, bûye. Lê wê wekî hevalên xwe yên wê deme ku ji bo bizewicin perwerdeya kolejê bi dawî dikirin û paşê diketin nava civakê nekiriye û bi armanca bibe rahîbe, di 1948’an de çûye Amerîkaya Bakur.
Paşê, Esguerra wekî rahîbeya perwerdekar û gerînende vegeriyaye welat û li Koleja Marymountê dest bi kar kiriye. Esguerra li vir di warê hişmendiya civakî de jî zarokan perwerde kiriye û çend sal şûn de tevlî hevalên nezîkê wê, li taxa xizanan a Galanê kolejeke nû vekiriye. Mamosteyên vê kolejê tev kesên ku xwedî fikrên alternatîf bûne. Bo nimûne, yek ji mamosteyên vê kolejê German Zabala bûye ku ji ber nîqaşên bi rêvebirên partiyê re ji partiya komunîst hatiye qewirandin.
Di vê pêvajoyê de, rahîb Camilo Torres ji ber sempatiya xwe ya ji bo şerê çekdarî di 1966’an de hatiye kuştin. Vê bûyerê tesîreke mezin li Esguerra û hevalên wê kiriye. Di 1969’an de, di bîdawîkirina sala perwerdeyê de pêşbirkeke stranan hatiye lidarxistin. Heta wê demê piranî stran bi îngillîzî hatine gotin lê di vê pêşbirkê de stranek olî ya bi spanyolî jî hatiye gotin. Ji ber vê yekê, dê û bavên xwendekaran kolejê protesto kirine û piştî bûyerê gelek mamoste ji kar hatine avêtin. Bi dûv van bûyeran re kolej hatiye girtin ev jî hêrsa Esguerra û hevalên wê zêdetir kiriye.
Ber bi çiya ve
ELN ku di 1964’an de hatiye damezrandin, rêxistineke marksîst-lenînîst û alîgirê şoreşa Kubayê bûye. Rahîbên spanyol Barrio Galan, Domingo Lain, Manuel Perez û Jose Antonio Jimenez ji bo çûyina çiya Esguerra teşwîq dikin. Domîngo jê re gotiye ku “ji ber tunebûna derman û xwarinê her roj gelek zarok dimirin” û ev jî şîdete. Lewma ew ne dijî bikaranîna şîdetê ye.
Rahîbe Esguerra 20 sal li çiya maye û gihîştiye vê nêrînê ku hem dêr hem jî gerîla qasî hev rêxistinên di bin kontrola mêran de ne û di hundirê wan de jin tên ecikandin. Piştî 20 salên di nava şerê çekdarî de Esguerra wekî nûnerê ELN di Kordînasyona Gerîla ya Simon Bolivar de cî digire. Leonor Esguerra niha bawer dike êdî meşrûiyeta şerê romantîk û fikrên wê demê nemaye. Li gorî wê, hîn rewşa taxên xizanan ji berê xerabtir e û vî şerê ku ji her du aliyan mirov tên kuştin tiştekî neguherandiye.
Ew pê de diçe û dibêje ku gerîlayê niha ne wekî yê berêye û bêtir dişibe hikumetê. Herwiha bi ya wê, ji ber şer civaka Kolombiyayê bûye civakeke nexweş e. Di dawiyê de Leonor Esguerra diyar dike ku bi tenê femînîzm çeka tekane ya şerê ji bo edaleta sosyal a vê demê ye. Ew dibêje ku konsepta femînîzmê ne tenê ji bo jinê ye lê mêr jî digire nava xwe û destnîşan dike ku dibe ku ev (femînîzm), ji bo pêkhatina aştiya tê bêrîkirin a li maseya Havanayê ku hûn li bendê ne, bibe gaveke yekemîn.”
Monica Alejandra Lozano Pinzon û Anyi Johana Cardenas Forero
Çavkanî: Elciudadano.cl
————
Nivîs ji Spanyolî hatiye wergerandin û kurtkirin.